16 Eylül, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Parastina Şoreşa Rojava berpirsyariya me hemûyan e

DEM Partiyê der barê Şoreşa Rojava de got: “kurd û hemû pêkhateyên herêmê bi hev re ji bo siberoja xwe li ber xwe dan. Bêdengiya li hemberî êrîşên li ser Rojava sûc e û parastina şoreşê berpirsyariya me hemûyan e.”

Desteya Rêveber a Navendî ya DEM Partiyê bi wesîleya salvegera 12’emîn a Şoreşa Rojava daxuyaniyek nivîskî da. DEM Partiyê got: “Şoreşa Rojava; şoreşeke welê ye ku jinan jê re pêşengî kiriye; kurd, ereb, tirkmen, misilman, xirîstiyan, elewî û êzidiyan bi hev re ji bo siberoja xwe li ber xwe dan, berdêl dan û têkildarî siberoja xwe biryar dan.”

Di daxuyaniyê de bal hat kişandina ser êrîşên li ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ev tişt hatin diyarkirin: “Eger hûn li diyalog û muzakereyê digerin, bi Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destpê bikin ku modela jiyana herî bimaf, herî rewa û herî demokratîk afirandiye. Êrîşên li ser Şoreşa Rojava û bêdengiya li hemberî van êrîşan jî, sûc e. Ev şoreş bi pêşengiya jinê pêk hatiye û diyarî hemû cîhanê hatiye kirin. Parastina vê şoreşê berpirsyariya me hemûyan e. Di serî de gelê me, hemû civakên hestiyar wê ji vir û şûnde xwedî li Şoreşa Rojava derbikevin, bidin jiyîn, mezin bikin û têkoşînê bidomînin.”