17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Parastvanên mafên mirovan: Polîs û leşkeran sûc kirine

Parastvanên mafan diyar kirin ku dema çalakiyên li dijî binpêkirinên hilbijartinan de îşkence li zarokan hatine kirin û gotin: “Hêzên ewlekariyê yên dewletê bi îşkencekirina zarokan sûc kirin.”

Li dijî binpêkirin û derhiqûqtiyên di hilbijartinên rêveberiyên herêmî de li gelek bajaran çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin. Parastvanên mafan têkildarî tundiya li zarokan hatiye kirin li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyoluyê ya Rezan a Amedê daxuyanî dan. Komeleya Xebatên Zarokan (ÇocukÇA), komeleya ji bo Zarokan Edalet (ÇÎAD), Weqfa Koçberî û Alîkariya Mirovî (GIYAV), Komîsyona Mafên Zarokan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Psîkologan a Mezopotamyayê (Der-Mez), Komeleya ji Ewil Zarok û Komeleya Hêviyên Rengarenkê (RUMUD) tev li daxuyaniyê bûn. Kurdiya daxuyaniyê ji hêla xebatkara GIYAV’ê Eylem Kaya û ya bi tirkî jî Endama Lijneya Rêveber a RUMUD’ê Ceylan Palamut ve hate xwendin.

Kaya, anî ziman ku di çalakiyên protestoyî de li dijî zarokan tundiyeke bêsînor hatiye kirin, zarok hatine îşkencekirin û rastî miameleyeke xerab hatine. Bi domdarî got ku gazên îsotê, mudaxileya bi fîşekên plastîk, tundî û pişteve destkelemçekirin dikeve çarçoveya qedexeya miameleya xerab û îşkenceyê û hêzên dewletê ev sûc kirine û ew vî sûcî qebûl nakin.

Bi domdarî peymanên ku Tirkiye jî aliyekê wan û yên îmze kirî yên navneteweyî hate bibîrxistin. Kaya, diyar kir ku hêzên ewlekariyê li şûna mafên zarokan biparêze û ji bo mafên xwe bi kar bînin jê re bibin alîkar, îşkence li zarokan kirine û miameleyeke xerab li dijî wan kiriye. Di berdewamê de berpirsyartiya rayedarên cemaweriyê hat bibîrxistin. Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Li ser medyaya dijîtal rûyê zarokan hate teşhîrkirin, dîmenên îşkenceyê hatin parvekirin. Bi vê yekê re ‘mafê jibîrbûnê’ yê zarokan hatiye binpêkirin û zarokan tavmatîze dike. Ev dîmen hem dê bandorekê neyînî li ser wan zarokan bike hem jî li ser hevtemenên wan bike. Em li dijî binpêkirina ‘mafê jibîrbûnê’ ne û bang li hemû aliyan û platformên medyaya dijîtal dikin ku bi berpirsyartî tevbigerin. Em banga bidawîkirina binpêkirinê li dijî zarokan li rayedaran dikin. Her wiha bang dikin ku bihêlin zarok hemû mafên xwe bi kar bînin.”