12 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Parêzer Çelîk: Çareserî bi Ocalan pêkan e

Parêzer Ahmet Baran Çelîk, ji bo rola Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a çareseriyê ev tişt got: “Heke îro çareseriyek bê xwestin divê qenalên têkiliyê ji Abdullah Ocalan re bên vekirin.”

Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê 24 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê di bin tecrîdeke giran tê ragirtin; Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên di heman girtîgehê de ne 27 meh in agahî nayên girtin. Li dijî vê rewşê di serî de parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ku parêzeriya Abdullah Ocalan dikin û parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), bi sedan parêzerên li Rojhilata Navîn û Ewropayê ji bo tecrîd bê rakirin û bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin serî li Wezareta Edaletê dane. Van serlêdanan bêbersiv hatine hiştin.

Yek ji parêzerên ku ji bo hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din re serî li Wezaretê daye endamê OHD’ê Ahmet Baran Çelîk e. Çelîk, der barê polîtîkaya tecrîdê ya li Îmraliyê de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û nirxandinên girîng kirin.

‘Ocalan aktorekîi girîng e’

Çelîk, destnîşan kir ku Abdullah Ocalan di serî de gelê kurd ji bo gelên Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn, çareseriya pirsgirêkên civakî û pêkhatina aştiyê aktorekî girîng e û wiha got: “Bidawîkirina tecrîda li ser Ocalan ji bo gelan gelek girîng e. Armanca bingehîn a çalakî û aktîveteyên îro li dijî tecrîdê pêk tên jî ji ber pêdiviya bi aştiyê ye. Pêkanînên tecrîda giran a 24 salan û agahî negirtina ji Îmraliyê, di qonaxa heyî de bi qanûnan nikare bê vegotin.”

Di berdewama axaftina xwe de Çelîk, bi lêv kir ku şertên Îmraliyê bixwe pergala tecrîdê ye û wiha got: “Ji ber Îmrali girtîgeha giravê ye ji xwe bi derve re têkiliya wê hatiye qûtkirin. Li ser vê yekê demekî dirêj e girtî ne dikarin bi malbatê re ne jî bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikin ev yek jî binpêkirina mafan e. Bifikirin ji sala 2011’an ve Ocalan gelek kêm caran bi parêzerên xwe re hevdîtinê dike. Binêrin di serdema jê re digotin ‘pêvajoya çareseriyê’ jî Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtin nekir. Lê hiqûq û qanûn vekirî ne. Îro diviyabû ne ev yek bibûya rojev, berovajiyê wê deng dernexistina li dijî vê rewşê diviyabû bibûya rojev. Kî ne yên dengê xwe dernaxînin, baro, saziyên hiqûqî, partiyên siyasî ne. Diviyabû weke civak deng hatibûya derxistin.”

‘Serlêdananên baroyan bêencam in’

Çelîk, bi bîr xist ku weke OHD ji bo bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin serî li Wezareta Edaletê dane û anî ziman ku tevî dema derbasbûyî jî tu bersiv negirtine û ev tişt anîn ziman: “Li ser bêdengiya wezaretê me ji gelek baroyên bajaran daxwaza alîkariya hiqûqî kiriye. Bi taybetî jî ji serlêdana Baroya Stenbolê ku di cîhanê de herî zêde endamên wê hene me tu encam bi dest nexistin.”

Li ser armanca tecrîdê jî Çelîk, ev nirxandin kir: “Ji bo Abdullah Ocalan rola xwe ya dîrokî nelîze tecrîda girankirî tê pêkanîn. Li gel me parêzerên Ocalan jî serî li Baroya Stenbolê dan. Mixabin ne baro ne wezaret ne jî Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê bersiveke erênî yan jî neyînî nedan vê daxwaza me. Me jî bi rêya telefonê daxwaza axaftinê kir, lê ji bo vê yekê randevû nehat dayîn. Saziyên hiqûqê yên navneteweyî jî bêdeng man. Bi taybetî jî Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) nerazîbûnê nîşan nade. Gavên pêwîst ên li dijî tecrîd û îzolasyonê nayên avêtin. Êdî divê ev rewş bi siyasetê bê aşkerekirin. Vîna siyasî dixwaze birêz Ocalan ji cîhanê û gelan veqetîne.”

Rola Ocalan a çareseriyê

Çelîk, got ku bêdengî dibe sedem ku tecrîd berbelavî hemû girtîgehan û civakê bibe û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ocalan têkildarî aştiya civakî û çareseriya civakî aktorekî girîng e. Ji ber ku gotinên wî tên guhdarkirin û di nava gel de bandoreke wî heye. Heke îro çareseriyek bê xwestin divê qenalên têkiliyê ji Abdullah Ocalan re bên vekirin.”