18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Parêzerê rojnameger Dîcle Muftuoglû: Rojnamegerî tê darizandin

Hevseroka DFG’ê û Rojnameger Dîcle Mûftûoglû ku nêzî 9 meh in girtî ye, dê di 18'ê Çileyê de dîsa derkeve pêşberî dadger. Parêzerê wê Resûl Temûr, anî ziman ku li vir xebatên rojnamegeriyê tên manîpulekirin û di şexsê Dîcle de rojnamegerî tê darizandin.

Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û edîtora Ajansa Mezopotayayê (MA) Dîcle Mûftûoglû ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de di 29’ê Nîsana 2023’an de li Amedê tevî edîtorê MA’yê Sedat Yilmaz hat binçavkirin û paşê hat girtin, nêzî 9 meh in li Girtîgeha Sîncanê girtiye. Danişîna duyemîn a Muftuoglu di 18’ê Çile de dê dîsa bê dîtin.

Parêzerê Dîcle Mûftûoglû Resûl Temûr der barê pêvajoya darizandinê de ji Ajansa Mezopotamya (MA) yê re axivî û anî ziman ku bi heman rengî li muwekîla wê Mûftûoglû û rojnamegerên kurd ên girtî îdia hatine kirin û got: “Ji ber vê yekê her tim kes diguherin, lê awayê îdiayan û sîwana wan naguhere. Ev jî helwesta dewletê ya li hemberî rojnamegerên kurd nîşanî me dide. Şablonek ji berê diyarkirî, sêwirandî heye û heke kes biguherin jî, îdia naguherin.”

Temûr anî ziman ku di îdianameyê de li Dêrsimê mayina Muftuoglûyê wekî “çalakiya rêxistinê” hatiye şîrovekirin û got: “Ji bo şopandina mîhrîcanekê çûye Dêrsimê. Dema ku mîhrîcanê dişopand, li wir bi çend rewşenbîr û hunermendan re hevpeyvîn kiriye û ev yek hatine weşandin. Lê belê li şûna lêkolînkirina van hevdîtinan an jî zêdekirina wan li dosyayê, wekî ku ew ji ber sedemên neqanûnî li wir e, hatine nîşandan. Di dosyayê de yek delîl jî ji bo vê îdiayê tune ye. Serdozgerî dizane ku dema bi polîsan re tevbigere kesekî ku wî kontrol bike tune ye. Bi vê rihetiyê tevdigere. Tu kes serî li dozgeriyê nade û nebêje ‘We çima ev kes li ser îdiayan girt?’ Ji ber ku dizane ev yek pêk nayê, bi hêsanî dikare tiştên dixwaze bike dike û an jî wan wekî sûç şîrove bike.”

 ‘Berovajîkirin heye’

Parêzer Temûr diyar kir ku muwekîla wî bi bavê xwe re li Stenbolê li otelekê maye û got ku ev wekî “Bi endamên rêxistinê re li heman otêlê maye” hatiye diyarkirin. Temûr got: “Lê belê ger rayedarê lêpirsînê li qeydan binêre dê bi awayekî zelal bibîne ku Mûftûoglû li cem bavê xwe dimîne.” Temûr destnîşan kir ku ev yek nîşan dide ku bê dosye çi qasî hatiye manîpulekirin.

 ‘Di şexsê Dicle de rojnamegerî tê darizandin’

Temûr da zanîn ku di îdianameyê de delîleke din a ku wekî têkiliya sedem-encamê nayê tespîtkirin jî rapora MASAK’ê ye û anî ziman ku di raporê de qezenckirina pereyan, ji malbatê re şandina pereyan an jî wergirtina pereyan wekî “xebateke rêxistinê” hatiye nirxandin. Temûr anî ziman ku ji ber ku birayê Muftuoglûyê pere jêr e şandiye ev wekî sûc hatiye hesibandin û wiha got: “Dema em van delîlan bi hev re binirxînin, diyar dibe ku Dicle Muftuoglû di vê dosyeyêd e ji xeynî kar û barên rojnamevaniyê tu tişt nekiriye. Lewma ya li vir tê darizandin xebatên rojnamegeriya qanûnî bi xwe ne.”