19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Parlamenterên HDP’ê pirsa hiqûqa taybet a li Îmraliyê kirin

Parlamenterên HDP’ê di çalakiya xwe ya li dijî tecrîdê de diyar kirin ku ji Abdullah Ocalan 22 meh in agahî nayên girtin û ev tişt gotin: “Heke ev der jî xaka Komara Tirkiyeyê be wê demê çima li Îmraliyê hiqûqa şexsî di meriyetê de ye?”

Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi mebesta ku parêzer bikarin bi miwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin, dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya parlamenteran di roja 25’an de berdewam kir. Parlamenterên HDP’ê Mûrat Çepnî, Hasan Ozguneş, Muazzez Orhan, Serpîl Kemalbay, Nûsrettîn Maçîn, Îmam Taşçier, Kemal Pekoz, Şevîn Coşkun, Ridvan Tûran û Alî Kenanoglû tev li çalakiya îro bûn û dovîzên “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” û “Bila li Îmraliyê hevdîtinên bên kirin” hilgirtin. Parlamenteran li pêşiya Meclisê daxuyanî dan.

Di çalakiyê de Parlamenterê HDP’ê yê Îzmîrê Mûrat Çepnî axivî û wiha bang li Wezareta Dadê kir: “Tişta pêwîst çi be, bikin. Bi makeqanûna xwe bikin û tecrîdê bi dawî bikin. Ev 25 roj in bersiva bangawaziyên me nayên dayîn. Civak bi hilbijartinê re mijûl e. Banga me ji bo gelên me ev e; heke hûn bixwazin xwe ji vê îktîdarê xelas bikin, divê hûn ji nêzikatiya wê ya li hemberî pirsgirêka kurd ku îktîdar xwe pê xweyî dike û polîtîkaya şer re bibêjin na. Cihê ku tevahiya van pirsgirêkan lê xitimî, Girtîgeha Îmraliyê ye.”

‘Çima qanûn li Îmraliyê nakevin meriyetê’

Bi berdewama axaftina xwe de Çepnî got ku ev 22 meh in tu agahî ji Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Girtîgeha Îmraliyê tên ragirtin Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim nayên girtin û wiha pê de çû: “Ev du sal in ne dikarin bi parêzerên xwe re û ne jî bi malbatên xwe re hevdîtinê bikin. Heke ev der xaka Komara Tirkiyeyê be, wê demê çima qanûnên ji bo hemû kesî derbasdar li vê derê jî nakevin meriyetê? Heke hiqûq li gorî şexsan nebe, wê demê çima li Îmraliyê hiqûqeke taybet a ji bo şexsekî di meriyetê de ye? Heke sepan wiha ji rê derketibe, ketibe bi bandora mafya, çete, baronên tiryakê û dizan, wê demê ji ewil dê bi milyonan kesên xizan û gelê me winda bike.”

Têkoşîna xwedîderketina li kedê

Çepnî, axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Li dij derketina tecrîdê, têkoşîna xwedîderketina li kedê ye. Li dij derketina hemû sepanên antî-demokratîk e. Tê wateya gotina ‘bes e’ ya ji şer û kesên xwe bi xwînê xweyî dikin re ye. Dê nobet û têkoşîna me ya li dijî tecrîdê bidome. Di serî de Wezareta Dadê, hemû kesên bêbersiv dimînin, hemû kesên vî sûcî didomînin dê hesabê bidin gelê me. Em li bendê ne ku gavên lezgîn bên avêtin. Banga me ya ji bo gelê me ew e ku li dijî vê rewşê dengê xwe bilind bikin.”