3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Parlamentoya Pakistanê serokwezîrekî nû hildibijêre

Bi salane yek serokwezîrekî li Pakistanê peywîra xwe heta dawî berdewam nekiriye û her carê bi darbeyeke leşkerî tên dûrxistin. Lê vê carê serokwezîrê Pakistanê Omran Xan ne bi darbeyeke leşkerî lê bi dengdaneke li parlamentoyê ji peywîra wî hate dûrxistin.

Beriya hefityekê serokwezîrê Pakistanê Omran Xan xwest ku pêşiya vê dengdanê bigire û gef li muxalefetê xwar û got ku ‘ew dengdan komployeke mezin e û destê artêşê û welatên derve tê de heye da ku desthilata min bidawî bikin’. Lê dadgeha bilind a Pakistanê guh neda gotinên serokwezîr û got divê ew dengdan di dema xwe de were kirin.

Bi heman rengî muxalefetê jî guh neda gefa serokwezîr Xan ya ku digot: “ An rewşa awarte an jî hilbijartin”.  Bi vî rengî bi dengdana li parlamentoyê dawî li peywîra serokwezîr hat. Her wiha di dengdana parlamentoyê Mihemed Şahbaz Şerîf dengên herî zêde girtin ji bo ku li şûna Xan bibe serokwezîr.

Îro parlamentoya Pakistanê civîneke din lidar dixe da ku serokwezîrê xwe yê nû hilbijêre.