19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Partiya Çepên Kesk rê li ber binpêkirinên li Dîlokê girt

Hilbijêrên ku li navçeya Şahînbey a Dîlokê bêyî agahiya wan weke peywirdarên sindoqan ên Partiya Vatanê hatin nîşandan û destûr nehat dayîn ku dengê xwe bidin, piştî Partiya Çepên Kesk ketî navberê karîn dengê xwe bidin.

Hilbijartina serokkomarî û ya parlamenteriyê îro saet ji 08.00’an ve dest pê kir. Ji gelek bajaran agahiyên binpêkirinan tên. Li Taxa Vatanê ya navçeya Şahînbey a Dîlokê piraniya dengan ên Partiya Çepên Kesk e. Hat zanîn ku gelek hilbijêr, bêyî ku agahiya wan jê hebe weke li deverên cuda weke endamên lijneya sindoqan a Partiya Vatanê hatine nîşandan. Welatiyên ku di saetên serê sibehê de ji bo dengê xwe bidin çûn Dibistanên Seretayî yên Kazim Karabekîr û Latîfe Ozmîmar, bi sedema ku peywirdarên sindoqan ên Partiya Vatanê ne û divê li ser sindoqên lê hatine “peywirdarkirin” dengê xwe bidin, hatin astengkirin. Hat ragihandin ku li dibistanên cuda jî heman pirsgirêk derketine. Welatiyan li baxçeyên dibistanan bertek nîşan dan û gotin: “Em dixwazin dengê xwe bidin.”

Partiya Çepên Kesk ji bo ku welatî bikarin dengê xwe bidin, kete nava hewldanan. Parêzerên partiyê ji bo ku hilbijêr bikarin li sindoqên ku navên wan lê qeydkirî ne dengê xwe bidin, ji edliyeyê ewraqên pêwîst girtin. Li ser vê yekê welatiyan dest bi dayîna dengên xwe kirin.