4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Partiyên kurd ên li Kerkûkê li hev civiyan

Ji bilî PDK’ê û Tevgera Nifşê Nû partiyên din ên kurdan ên li Kerkûkê ji bo bi dawîkirina aloziyên li Kerkûkê li hev civiyan.

Li Kerkûkê, ji bo nîqaşkirin û aramkirina rewşa dawî ya li bajar, ji bilî PDK’ê û Tevgera Nifşê Nû, partiyên din ên kurdan ên li Kerkûkê li baregeha Hizba Şuî Kurdistan bi amadebûna Nûnerê Serokkomarê Iraqê yê Kerkûkê Ezîz Mecîd li hev civiyan. Hat destnîşankirin ku tevî hatine xwendin jî PDK û Nifşa Nû tev li civînê nebûne. Li gor agahiyan wê Nûnerê Serokkomarê Iraqê Ezîz Mecîd, bi heman armancê li gel waliyê Kerkûkê yê bi wekalet û aliyên ereb û tirkmen jî bicive.

Hêjayî bibîrxistinê ye roja 2’yê îlonê li Kerkûkê welatiyên kurd bi daxwaza vekirina rêya Kerkûk-Hewlêrê xwepêşandanek li dar xistin. Piştre alozî derket, di encama gulebarana hêzên ewlehiyê yên Iraqê de 4 ciwanên kurd jiyana xwe ji dest dabûn û 15 kes jî birîndar bibûn.