2 Temmuz, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Parvekirina hestên gel

Divê ev mafê gelê kurd wek mafekî gerdûnî di deftera rayagiştî ya cîhanê de nivîsandî bimîne û bê parastin. Ji ber ku bikaranîna mafê kurdan heta qiyametê jî derbasdar e, heta ger dinya hilweşe jî ev maf hilnaweşe.

Birêvebirên gelan ne tenê bi girtina ser xwe a kar û erka birêvebiriyê, lê belê bi parvekirina hestên gel dibin birêvebir, ji bo vê birêvebirên dîktator li derveyî vê pênaseyê dimînin û bi mirina wan gel dilxweş dibe û coşa xwe tîne ser zimên.

Ev 1385 sal in, parçeyekî kurdistanê di bin destê sazûmana Îranê de ye. Bi sedan rêber hatin guhertin, bi dehan sazûmanên birêvebiriyê hatin guhertin, lê bindestiya kurdan her domiya. Herî dawî di sala 1979an de li Îranê sazûmana Şahîtî hat bi dawîkirin û Îslamiya Şîa hat bicihkirin. Kurdan ji vê guhertinê hêviya azadiyê dikirin, lê berûvajî zilmeke xerabtir bi ser wan de bariya, zindan, kuştin, dardakirin bû para kurdan û bindestî domiya. Roj derbas nabe, ku li Îranê ciwanekî kurd nayê dardakirin. Ji bo dardakirina kurdan dîtina sedeman qet ne zehmet e.

Birêvebirên Îranî, ji biçûk heta mezinên wan, ji hûr heta girsên wan qatilê kurdan in. Wek sazûmanên din ên li ser parçeyên Kurdistanê desthilat, ev jî zilmdar, xwînxwar, nijadperest û sûcdar in. Çi partiyên Baas ên li Sûriye û Iraqê, çi partiyên kemalist ên li Tirkiyê, çi îslama li Îranê tev li hember kurdan sûcdarê mirovahiyê ne û ji ber vê yekê roja ku li cîhana me dadwerî were sazkirin, evê tev werin darezandin û ji wan wê ev hesabê qirkirina kurdan were pirsîn.

Di bûyera qirkirina kurdan de ev her çar dewletên desthilat tifî devê hev dikin û yek ji yekê ne paktir e. Nakokiyên navbera wan çi dibin bila bibin, ew di warê binpêkirina mafên kurdan û kuştina kurdan de her dem hevalbend, piştgir û xwedîtifaq in.

Ji bo wê gelê kurd nikare ji rêvebiriyên van her çar sazûmanan dilxweş be. Kesên bûne birêvebirên van her çar sazûmanan erka girtin û kuştina kurdan dane ser milê xwe û ev erk bi dilxweşî, bi hovîtiyeke kêfxweşî pêk anîne. Gava artêşên Mustefa Kemal, geliyê Zîlan û çiyayên Agirî û Dêrsim di nav xwînê de dihiştin, gava leşkerên Sadam komên gorî dikolan û gaza jehrê dibarandin ser wan, gava leşkerên Esad agir berdidan sînemaya Amûdê û gava sazûmana Îran ciwanên kurdan li kolanan darda dikirin, kîjan fermandar an birêvebirê wan dikare bibêje, min nekiriye, nedîtiye, nexwestiye tev li van qirkirinan bibim? Tevan bi dildarî, bi dijminatî, bi hovîtî û bi hestên dijmirovî çiqas xwînxwarî û hovîtî ji wan hatibe texsîr nekirine û hîn jî nakin.

Ji bo wê mafê gelê Kurd heye, ji hemû erkdar û birêvebirên van her çar dewlet û sazûmanan hesab bipirsin û di dadgeheke dadwer de darezandina wan a bi kirina sûcê mirovahiyê yê li dijî Kurdan bixwazin.

Mafê kurdan her tim heye

Divê ev mafê gelê kurd wek mafekî gerdûnî di deftera rayagiştî ya cîhanê de nivîsandî bimîne û were parastin. Ji ber ku bikaranîna vî mafê kurdan heta roja qiyametê jî derbasdar e, heta ger dinya hilweşe jî ev maf hilnaweşe. Li ser ruyê vê cîhanê van her çar dewletan ewqase zilm û zordariyeke nedîtî li ser gelê kurd bi rê ve birine, ku ti pênûs têrî anîna ser zimên nake.

Di rewşeke wisa bindestî û mexdûrbûnê de gava ji neyarên kurdan qatilek, xwînxwarek wek Esat Oktay, wek Mûstefa Kemal, wek Sedam Huseyîn, wek Birahîm Rêberî bimire, bila hin birêvebirên kurdan bihêlin gelê kurd pê şa bibe, hinekî birînên xwe bikewîne.

Birêvebirên kurdan li şûna êş û dilxweşiya gelê xwe par ve bikin, gava êş û dilxweşiya dijminê xwe par ve bikin, li şûna bi êşa gelê xwe xemgînî bibin, ger bi êşa dijminê xwe xemgînî bibin, ew êdî birêvebirbûna di nav gelê xwe de winda dikin û ew dibin nûnerekî dijminê xwe yê li ser serê gelê xwe. Ne liyaqî ti birêvebirê kurd e, li şûna dilxweşiya gelê xwe par ve bike, biçe xemgîniya dijminê xwe par ve bike, lê gava ew birêvebir vê yekê liyaqî xwe bibînin jî êdî ciyê xwe yê li ba gel winda dikin û li refên dijminê gel cî digirin. Gel vê yekê ji xwe dizane, bila ew birêvebir jî zanibin, ku gava xezeba gel bi ser wan de bariya xwe neavêjin dest û lingên gel.