10 Eylül, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Patronên AKP’yî 20 hezar karker qetil kirin

Fariz Firaz

Li Tirkiyeyê teror û terorîstên veşartî hene. Di 11 salan de şîrket û patronên AKP’yî 20 hezar karker qetil kirin, lê medya serdestan ev rastî bincil kir.  

Medya hawiz li şûna agahiyên rast bide civakê û civakê ronî bike, aqilê civakê ji serê wê didize û çavê wê kor dike. Guhê wê ker dike. Çima ez wisa dibêjim. Gelek geşedên ku pêş dikevin hemû civakê eleqeder dike. Parazvanên mafên mirovan, saziyên civakî, îktîdarê û muxalefetê eleqeder dike. Lê mixabin çapemeniya serdestan bi zanebûn çav û guhê xwe ji van rastiyan re digire û van rastiyan ji civakê vedişêre. Ji ber nêzîkatiya çapemeniya serdest ev rastî nayê dîtin.

Ev rastî û heqiqetên ku hemû civakê û hikûmetê eleqeder dike, ji ber nêzîkatiya çapemeniya serdest, ji hezarî kesek dibîne an nabîne. Çapemeniya hawiz li şûna van rastiyan bibîne, diçe geşedanên magazîn ku hişê civakê felç dike parve dike. Agahiyên ku qîmeta wan a parvekirinê tune parve dike. 24 saet û sal 12 mehan geşedanên magazîn ku xizmeta civakê nake parve dikin.

Li aliyê din çapemeniya serdest rastiyan berovajî dike û ji cewherê wê dûr dixe. Li Tirkiyeyê peyva “Terorê” pir zêde di rojevê de ye. Lê pênaseya wê hatiye berovajîkirin. Kesên esil terorê pêş dixin û terorîst wekî dostên Tirkiyeyê tên dîtin. Kesên ji bo wekhevî, aramî, demokrasî û edaletê têdikoşin jî wekî “terorîst” tên pênasekirin. Her roj ev kesên ji bo demokrasî û aramiya Tirkiyeyê têdikoşin tên binçavkirin, girtin û cezayên giran li wan tên birîn. Tecrîd dikin.

Eger em dubare li pênaseya “Teror”îs ê binerin, em dikarin wiha bibêjin: Ji xeynî şer, kes û komên ku dibin sedema kuştina mirovan, an jî bi hukmê zorê keda wan û mafê wan dixwin, bi hukmê zorê axa wan malê wan talan û wêran dikin û dest datînin ser mal û milkê wan, dest dirêjî nirxên wan dikin û zordestiyê dikin, mirov dikare wan wekî terorîst pênase bike. Li gorî vê pênaseyê em binerin li Tirkiyeyê terorîstên hatine bincilkirin hene. Terorîstên ku çapemeniya serdest rastiya wan vedişêre û hevkariya wan dike hene. Eger em berê xwe bidin daneyên çend saziyan em dikarin vê mijarê bêtir şênber bikin.

Patron karkeran qetil dikin

Binerin, Meclisa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Kar (ÎSÎG) her meh bi rêk û pêk raporên qezayên kar bi awayekî hûrgulî bi raya giştî re parve dike. Li gorî van raporan komkujiyek pir mezin heye. Binerin tenê di navbera salên 2013 û 2024’an de herî kêm 407 karker ji ber xwarin û xurekan jiyana xwe ji dest dane. Dema em li tevahiya raporên ÎSÎGM’ê binerin, bîlanco hîn bêtir dilêş e. Di 11 salên dawî yên hikûmeta AKP/MHP’ê de li Tirkiyeyê 20 hezar û 858 karker bûne qurbana patronan. Ev patronên ku karkeran dixin qurbana xwe, hemû ji bo AKP/MHP’ê xizmetê dikin.

Mêr jinan qetil dikinz

Li Li gorî Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin, di 6 mehên dawî de (6 mehên 2024’an) 205 jin hatine qetilkirin. Platformê di meha hezîranê de hem rapora 6 mehên dawî û hem jî rapora 3 salên dawî bi raya giştî re parve kir. Li gori raporê piştî di 1’ê Tîrmeha 2021’an de Tirkiye Peymana Stenbolê betal kir, kuştina jinan zêde bû. Li gorî raporê di 6 mehên 2021’ê de 131 jin, di 6 mehên 2022’an de 164 jin, di 6 mehên 2023’yan de 147 jin û di 6 mehên ewil ên 2024’an de herî kêm 205 jin hatine qetilkirin. Ev nîşanî me dide ku hikûmeta AKP’ê piştî Peymana Stenbolê betal kir, rê li pêşiya komkujiya jinan vekir.

Serokkomar daristanê qetil dike

Li gorî Rojnameya Fermî ya meha Tîrmeha 2024’an ku bi îmzeya Serokwezîr Erdogan hat weşandin, dê li 8 bajarên Tirkiyeyê bi giştî Milyonek û 885 hezar û 606 metre qare (M2) daristan ji qada daristanê bê derxistin û mutahîd dê karibin vê daristanê tune bikin û li şûna wê betan û avahiyan bi cih bikin. Li gorî biryara ku bi îmzeya Serokkomar Erdogan hatiye dayîn dê nêzî 2 milyon metre kare daristan tune bibe.

Li aliyêdin artêşa Tirk sînorên Tirkiyeyê derbas dike, Efrîn, Serêkaniyê, Duhok, Amediyê dagir dike. Li wir ala xwe vedike û dibistanên xwe ava dike. Walî û qeymeqamên xwe tayînî wan bajar û navçeyan dike. Li aliyê din bi sedan gundên herêmê vala dike. Lê çapemeniya serdest vê rastiyê ji gel û raya giştî vedişêre. Gelo êdî wê komkujî û terorîzma li fabrîqeyan pêş dikeve, talankirina darên Cûdî, Gabar, Zeytûnên Efrînê, bikaranîna çekên kîmyewî yên li çiyayên Kurdistanê dê bibîne?