17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

PDK armanc dike tolê ji muxalîfan hilîne

Nûnerên Rojnewsê têkildarî windakirina rojnameger Silêman Ehmed daxuyanî da û gotin: “Ji ber ku Silêman Ehmed pênûsa xwe nefirotiye hatiye girtin. PDK dixwaze tolê ji dengên muxalîf hilîne.”

Rojnewsê li Navenda Metro ya li Silêmaniyeyê, têkildarî revandina rojnamevan Silêman Ehmed ji aliyê hêzên PDK’ê ve û li ser aqûbeta wî civîneke çapemeniyê lidar xist. Xebatkarê Rojnewsê Hawrê Karwan daxuyanî da û wiha got: “Ev 93 rojin edîtorê beşa Erebî yê ajansa me Silêman Ehmed li deriyê Fîşxabur ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatiye revandin û winda kirin. Heta niha jî ne me nejî malbata wî ti zanyariyek li ser çarenûsa wî wernegirtiye.”

Karwan anî ziman ku di dema borî de tevî gelek hewldanên wan û malbata wî, gelek caran tîma parêzerên Silêman Ehmed hewl dan dosya wî bibînin û hevdîtinê li gel de bikin û wiha axivî: “Lê ji aliyê asayîşa Dihokê ve rê nehat dayîn. Heta rê nedane ti parêzerek wekaleta Silêman Ehmed wergire û kar li ser dosya wî bike. Ev jî binpêkirinek li ber çavane. Di destpêkê de bi behaneya ku Silêman Ehmed ne li cem wane, rê ne didan hevdîtin pêre were kirin. Lê piştî ku bi rêya tîma parêzeran hat piştrastkirin ku Silêman Ehmed li girtîgeha asayîşa Dihokê de ye û dosya wî di jêr kontrola dezgeha Parastin de ye, vêcarê gotin ew di jêr lêpirsînê de ye û hun nikarin bibînin.”

Karwan da zanîn ku di nava 93 rojan de wan wek Ajansa Rojnews, tîma parêzerên wî û malbata Silêman Ehmed, serî li hemû rêyên yasayî û medenî da ji bo çarenûsa wî eşkere bibe û bê berdan û wiha berdewam kir: “Ji bilî wê jî bi sedan rojnamevan, saziyên çapemeniyê li dijî revandina Silêman Ehmed nerazîbûn nîşandan, her wiha bi heman armancê gelek çalakî û civînên çapemeniyê hatin lidarxistin. Navenda Metro ya ji bo parastina mafên rojnamevanan, Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ), Tîma Kurdistana Iraqê (CPT) Federasyona Ronos, Navenda Pena Kurd, Rêxistina Rojnamevanên Sinornenas, Navenda Mafê Mirov a Iraqê, Endamên Sendîkaya Rojnamevanên Iraq û Herêma Kurdistanê, Komeleya Rojnamevanên Dicle-Firat, Komeleya Rojnamevanên Jinên Mezopotamya û gelek sazî û dezgehên din ên cûda li dijî revandina û windakirina Silêman Ehmed helwest nîşandan û daxwaza berdana wî kirin.”

Karwan bibîr xist ku herî dawî tîma parêzerên rojnamevan Silêman Ehmed dosya pêşkêşî UNAMI kirin û Serokê UNAMI jî ragihand ku haya wan ji doza wî heye û dê hikûmeta Herêma Kurdistanê neçar bikin ku hemû mafên wî yên yasayî dabîn bikin û dê di zûtirîn dem de serdana wî bikin û wiha lê zêde kir: “Tevî hemû hewldan, fişar, deng û nerazîbûnan, lê Yekîtiya Rojnamevanên Herêma Kurdistanê li Hewlêrê, gelek bêberpirsiyarî û xemsar nêzî vê dosyayê dibin û bi ruhekî hizbî lê dinêre. Her wiha di civîna çapemeniyê ya eşkerekirina amarên binpêkirinên li dijî rojnamevanan de, dema ku rojnamevanan pirs kirin ku çima navê Silêman Ehmed nehatiye nivîsandin, bi heman bêhna desthilatdariyê ev doz veguherandin dozeke siyasî û gotin ku ti eleqeya wê bi rojnamegeriyê re nîne.”

Karwan, di berdewamê de destnîşan kir ku Silêman Ehmed wek rojnamevanek azadîxwaz û serbixwe pênûsa xwe nefirot, di 5 salên xebata xwe ya di Rojnews’ê de, ji bo doza girtiyên Behdînanê û hemû dozên girêdayî azadiya ramanê, rojnamegerî û mafên mirovan, parêzvanekî bi hêz bû û got: “Niha jî di zindana rejîmeke eşîrî û dijî azadiyê de berdêla helwesta xwe dide. Revandin û windakirina Silêman Ehmed berovajî hemû yasayên cîbicîkar ên Herêma Kurdistanê û Iraqê yên girêdayî azadiya ragihandinê ye. Her wiha binpêkirina eşkere ya mafên mirovane û nakeve di nava tu made, yasa, destûr û mantiqê de.Ev kiryara PDK’ê û desthilatdariyê li hember hemû azadîxwaz, rexnegir û dengên xwepêşanderan nîşanek metirsîdar û tolhildana siyasî ye. Ji ber vê yekê erka hemû rojnamevan, azadîxwaz û hemû rêxistinên herêmî û navnetewî ye ku di warê mafên mirovan de dixebitin, êdî van binpêkirin û kiryarên hovane yên rejîmê qebûl nekin ku herêma me ber bi pêşerojeke tarî ve dibe.

Di dawiyê de em tekez dikin ku Silêman Ehmed bê suce, ji ber kar û erkên xwe yên rojnamevanî û helwesta xwe ya wek rojnamevanek azad û serbixwe hatiye revandin û windakirin. Berpirsyartiya ewlehî û jiyana wî li stûyê PDK’ê û desthilatdarên Herêmê ye. Em dev jê na berdin û her roj îsrara me wê zêdetir bibe. Divê demil dest û bê şert û merc, Rojnamevan Silêman Ehmed were berdan.”

Piştî daxuyaniyê, parêzerê Silêman Ehmed Nerîman Ehmed, xwediyê Kompanya Çetir a ji bo Xebatên Medyayê Kemal Hemereza û daxuyaniya Navenda Metro ya ji bo parastina mafên rojnamevanan jî hatin pêşkêşkirin.