12 Eylül, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

PDK difiroşe, PKK diparêze

Rojnameger  Îkram Balekanî nêzîkatiya Malbata Barzanî ya li dijî Başûrê Kurdistanê nirxand û wiha got: “Malbata Barzanî her tim li gorî berjewendiyên xwe tev digerin. Gaz, petrol dan. Misûl û Kerkûk dan. PDK difroşe. Lê PKK diparêze.”

Li başûrê Kurdistanê şerekî dijwar heye. Artêşa Tirk bi hevkariya PDK’ê Başûrê Kurdistanê dagir dike. Qereqolan ava dike. Rêyan kontrol dike. Bi çekên qedexe û çekên kîmyewî çiyayên Metina Zap û Ava şîn bombe dike. Nêzî 400 hêzên bi pere li herêmê bi cih kirine. Ji bo herêmê vala bike, dixwaze 602 gundan vala bike û gefan li gundiyan dixwin. Têkildarî geşedanên li Başûr rojnameger Îkram Balekanî nirxandinên girîng kir.

Rojnameger Îkram Balekanî anî ziman ku Mesûd Barzanî piştî 6 salan careke din çû Bexdayê û wiha got: “Ev têkçûna siyaseta Barzanî bû. Bi awayekî serî tewandin û teslîmiyet bû. Ev têkçûna dîplomasiyê bû. Em binerin piştî çûna Barzanî çi guherî? Tişta herî ber bi çav ev bû ku hemû dane û agahiyên pêşmerge û hêzên leşkerî dane Iraqê. Nexwe Iraq mûçe û meaş nade wan. Bi gotineke din mirov dikare bêje ku Mesûd Barzanî pêşmerge jî teslîm kirin.”

Rojnameger Balekanî bal kişand ser rewşa siyasî ya Başûr û wiha domand: “Piştî referandûma 2017’ê ku Mesûd Barzanî fermandarê giştî yê hemû hêzên leşkerî bû, tevî Kerkûkê ji sedî 51’ê axa Başûr da Iraqê. Paşê hikûmeta Mesrûr Barzanî neft, gaz da Iraqê. Gumrik û hatina navxweyî da Iraqê. Mafê pêkanîn û çavdêriya hilbijartinê da Iraqê. Vekirina nûnergehên li derveyî welat da Iraqê. Parastina sînoran da Iraqê. Tenê mabû hêza leşerî û pêşmerge ku Mesûr û Nêçîrvan nedikarî bêyî Mesûd Barzanî wan jî teslîm bikin. Iraq dibêje 61 hezar kesên biyanî di nava hêzên leşkerî de meaş digirin. Gelek kes dubare meaş digirin. Divê lîsteya pêşmergeyan bidî me. Mesûd Barzanî neçar kirin ku bi xwe here Bexdayê û pêşmergeyan teslîm bike. Heyeteke Iraqê hatiye herêma Kurdistanê û li ser lîsteya pêşmergeyan dixebite. Wê piştî deh rojan biryarê bidin ka çend kesan jê derxin û meaş bidin an na.”

Balekanî li ser dîplomasiya Tirkiye û Iraqê jî rawestiya û wiha axivî: “Tirkiye ku dibîne Barzanî bi kêrî tiştekî nayê, êdî ne mafê firotina petrolê heye, ne bandoreke din, lewre têkiliya xwe bi Iraqê re xweş dike. Tirkiye Barzanî tiştekî hisab nake. Tirkiye û Iraq bi hevre plan dikin ku Statuyê xera bikin.”

Tirkiye hemû başûr dixwaze

Balekanî anî ziman ku dinya alem jî dizane ku Tirkiye qet naxwaze statûya Başûr hebe û wiha berdewam kir: “Tirkiye û Iraq roj bi roj statûya Başûr dixin xeterê. Tirkiye li hêlekê bi Iraqê re pîlana xirakirina Başûr çêdike, lê hêla din wekî ku alîkariya Barzanî dike wan dixapîne. Rîsk heye ku Tirkiye başûrê Kurdistanê bi piranî dagir bike. Tirkiye dibe ku Iraqê jî bixapîne û paşê zû bi zû ji Başûr dernakeve. Dema tirk dibêjin Mûsil, dixwazin hemû başûrê Kurdistanê dagir bikin. Ev plana mezin a Tirkiyeyê ye.”

Tenê daxuyanî têr nake

Balekanî bal kişand ser helwesta 47 partiyan û wiha axivî: “Ne tenê 47 partî eger 147 partî jî daxuyaniyê bidin, bandorê nake. Ji ber ku li ser erdê êrîşek heye. Pêwîst e helwest jî ji daxuyaniyê zêdetir be. Pratîk lazim e. Eger na jixwe hemû sazî, rêxistin û partiyên Kurdistanê di bin banê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK’ê de hevbeş dixebitin. Lê mala Barzanî û PDK beşdar nabin. Êdî divê kurd di pratîkê de jî xwedî helwest bin.”

Statu dikeve xetereyê

Rojnameger Balekanî destnîşan kir ku başûrê Kurdistanê di bin xetereke mezin de ye û wiha pêde çû: “Eger wiha biçe tiştek bi navê statûya başûrê Kurdistanê namîne. Dema hikûmet, parlemento û serokatiya herêmê xilas bûye. Nahêlin hilbjartin çêbe. Ev yek bi xwe rewabûna Başûr dixe xetereyê. Barzanî dizanin di hilbijartinê de bi ser nakevin, loma rê nadin hilbijartin çêbe. PDK’ê di hilbijartina borî de 700 hezar deng anîbû, madem 400 hezar deng bi diziyê dianî, wê çaxê dibe ku 300 hezar dengî jî neyîne. Bi vî rengî nikare bibe desthilat. Hem serokê herêmê û hem hikûmet ji dest wan diçe. Ev bû 5 car didin paş. Iraq dibêje tenê di şertên awarte wekî şer û felaketê de mirov dikare hilbijartinê bide paş. Niha Barzanî dixwazin kaosê çêkin, êrîşî gerîla bikin, şer derxin û nehêlin hilbjartin çêbibe. Tirkiye jî vê rastiyê  dibîne û wan sor dike, wan dixapîne. Bi vî rengî statuya Başûr dikeve xeteretê. Eger hilbjartin jî çênebe, Iraq dikare bi biryara dadgehê betal bike, tenê wekî walî û parêzgeh lê binêre.”

Efrînê li ber xwe da

Balekanî li ser cudatiya dagirkirina Efrîn û Başûr rawestiya û wiha got: “Ferqa dagirkirina Efrîn û Başûr zêde ye. Li Efrînê berxwedaneke bêhempa çêbû, 58 rojan li ber xwe dan, bi hezaran şervan şehîd ketin, başê bajar hate dagirkirin. Lê gelê Efrînê, rêveberiya wê, şervanên wê here dem ji bo azadkirina wê dixebitin. Dagirkerî qebûl nekirine. Lê ya başûrê Kurdistanê xeter e. Hêzere ku li wir desthilat heye, hikûmet e, rê xweş dike, bargehan çêdike, pêşengiya dagirkeran dike û dibe Başûr. Ev ji dagirkirinê zêdetir e. Bi vî rengî xwe rewa dike. Êdî têkoşîna li dijî dagirkeriya Başûr jî zehmet dibe. Ji ber ku cihên stratejîk dide eskerên tirk. Tekane hêza ku li dijî dagirkeran li ber xwe dide gerîlayên Kurdistanê ne. Lê PDK derdora wan digire, agahiyên li ser gerîla dide dagirkeran, gundan vala dike, daristanan dişewitîne û rêya dagirkirinê vedike.”

Balekanî bal kişand ser hewseta YNK’ê jî û got: “YNK ku bi xwe jî şirîkê hikûmetê û partiyeke desthilat e li başûrê Kurdistanê dibêje çeteyên DAIŞ’ê bi destê mala Barzanî tevî leşkerên tirk têne başûrê Kurdistanê. Heta dibêje ku wêne, belge û nasnameya wan çeteyan jî dizanin. Nivîskarekî Rûdawê dibêje ku ew çete ji Efrînê anîne û dixwazin bixin tûnelên şer ku li dijî gerîlayên Kurdistanê şer bikin. Ev xetereyeke mezin e. Heman çete bûn ku Şengal dagir kirin, bi hezaran keç û jin revandin. Heman çete ne ku berê xwe dabûn Hewlerê. Eger PKK nebûya, çete digihîştin Hewlêrê. Mesûd Barzanî, Mele Bextiyar û waliyê Kerkûkê şandin ba PKK û KCK’ê. Ji wan xwestin ku gerîla di nava bajaran re derbas bibin ku rih di ber gel de were. Cesaretê bidin xelkê Başûr. Gerîla çû li Kerkûk, Mexmûr û Şengalê di çepera pêşî de Başûr parast. Niha eynî Barzanî ku destxweşî digote fermandarên PKK’ê rabûye çeteyên DAIŞ’ê tîne li Behdînanê bi cih dike. Gelo eger ew çete berê xwe bidin Hewlêrê, kê wê Barzanî û gelê Başûr biparêze? Kî dikare garantî bike ku Tirkiye dikare bêje ew ji kontrola min  derketin, ma ez çi bikim, xiyanet kirin û êrişî Hewlêrê kirin. Kî dikare bêje Tirkiye wan ji bo êrîşa li ser Hewlêrê amade dike?”

Talan û wêran dikin

Îkram Balekanî anî ziman ku 6 meh ku gundan vala dikin û got: “Qaymeqamê Sîdekan dibêje %46’ê herêma Sîdekan ji dest me çûye. Baş e çawa çû? Kete destê kê? Vê yekê vedişêrin. Tenê ji gel re dibêje neçin wan herêman. Nêzî 200 gundên nû vala kirine. Ji bo ku gel venegere, bi rêya bombebaran dewleta tirk gundan dişewitînin. Dar û beran wêran dikin. Bax û rezan dişewitînin. Bi gotina ‘Gêrîla xwe li vir vedişêrin’ talankirina Tirkiyê rewa dikin, hem gundan wêran dikin ku gel veneke herêmê. Balkêş e tenê cî û herêmên welatparêz dikin hedef. Êl û eşîrên ku teslîm nabin dikin hedef û gundên wan vala dikin.”

Ev Enfal e

Gelê herêmê dibêje ev Enfal e. Enfaleke din e. Em ji bîr nekin ku ev gotineke pir giran e. Ji ber ku Sedam Husên bi navê Enfalê 181 hezar kurd kuştin û bê serûşûn kirin. Dema gel dibêje Enfal e, ango kêr gihîştiye hestî. Êdî gel nikare qebûl bike. Jixwe gelê Behdînanê rêya trafîkê birîn û daketin ser kolanan da ku êrîşan şermezar bikin.”

Hezar pêşmerge tasfiye kir

Balekanî bibîr xist ku PDK her dem li gorî berjewendiyên malbata xwe tevdigere û wiha bi dawî kir: “Sala 1975’ê Mele Mistefa Barzanî di rojekê de 100 hezar pêşmerge tasfiye kir, çek danî, tevî zarokên xwe derket çû Kerec a Îranê li ba şahê Îranê ma. Ji bo malbata xwe êl û eşîran derdixin, gundan vala dikin û didin tirkan. Mesûd Barzanî di referandûmê de digot: “Eger çêbû, ev nêmet e. Eger çênebû, bêjin hemû xetayî vî mêrikî ye, dîn bûye, xurifiye, siwarê serê xwe bûye. Ez amade me serê xwe li ser danêm”. Baş e ku çima serê xwe ser nedanî? Bi xwe dibêje ji bo ku şer çênebe xwîn nerije, me Kerkûk û gelek herêmên din bi aştiyê vala kirin. Ew der dane Iraqê ku xwîn nerije. Baş e kesekî wiha wê çawa Tirkiyê ji Bahdînan derxe? Êdî rastî wekî rojê li holê ye. PDK difiroşe, PKK diparêze.  Keç û xortên kurd di bin topbaran Tirkiyeyê de, di bin çekên kîmyewî de canê xwe feda dikin lê axa başûrê Kurdistanê û kerametê diparêzin. Lê Barzanî bajarên Başûr vala dike û dide dagirkeran. Pêwîst e her kes vê rastiyê bibîne û li dijî dagirkeran piştgiriya tevgera azadiya Kurdistanê bike.”