17 Eylül, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

PDK ketiye nava xiyaneta mezin

Hevserokê DEM Partiya Şirnexê Abdullah Gungen, anî ziman ku şerekî giran li Başûr heye û PDK û malbata Barzanî li dijî gelê başûr xiyanetek fermî dike. Gungen xwest PDK demildest dest ji vê xiyanetê berde.

Ji 2018’an heta niha li herêma Zap, Metîna û Avaşînê şerekî dijwar heye. Di salên dawî de PDK bi awayekî aşkere rê li pêş dagirkeriya Tirkiyeyê vekiriye û artêşa tirk li Başûrê Kurdistanê baragehên xwe ava dike. Dîsa artêşa tirk li herêma Şirnexê bi hevkariya  cerdevanan xwezayê talan û wêran dike. Li herêmê şerekî taybet dimeşîne. Hevserokê DEM Partiya Şirnexê Abdullah Gungen, der barê şerê li herêmê û qirkirina xwezayê pirsên rojnameya me bersivand.

Şerekî taybet li Şirnexê heye. Ferqa şerê niha û salên 1990’î çi ye?

Şirnex wekî hemû deverê Kurdistanê ji dema têkoşîna azadiyê dest pê kiriye heta niha, li navend û hemû navçeyên wê şerekî mezin heye. Di salên 1990’î de li herêmê şerekî hişk û fizîkî pêtir li pêş bû. Gund dişewitandin. Dema mirovek binçav dikir, cezayê hepsê li wî/ê dibirîn. Bi ser malan de digirtin. Şerekî bêtir fizîkî li pêş bû. Lê niha şerekî cuda heye. Kesê ku ne di ferqê de be û kesekî-e ku pergalê nas neke, dê bibêje qet şer tune ye. Dê bibêjin hiqûq û edaleta wan li ser kar e. Niha şerekî derûnî û taybet li ser civakê tê meşandin.  Di salên 1990’î di şerekî leşkerî yê hişk hebû. Mirov direvandin û winda dikirin. Kujer û bersûc nediyar bûn. Lê niha şerekî nerm û kûr li ser gel tê meşandin. Şerekî bi pergal û li demê hatiye belavkirin tê meşandin.

Kî li Şirnexê xwezayê talan û wêran dike? Çima?

Di salên 1990’î de li Şirnex û navçeyên wê bi hezaran gund hebûn. Wê demê bi hezaran gund wêran û vala kirin. Kes di wan gundan de nehiştin û hemû koçber kirin. Bi hezaran koçî metrepolên tirkan bûn.Hîna venegeriyane gundên xwe. Îro xwezaya Kurdistanê talan û wêran dikin. Talankirinek bêhempa dimeşînin. Xwezaya vir kirine wekî çola Erebistanê. Li gorî lêkolînên ekolojistan talankirinek pir mezin heye. Hemû dar û berê ketiye pêşiya wan tev talan kirine. Berê gund wêran kirin û xwestin herêmê bê mirov bihêlin. Niha xwezaya Kurdistanê talan û wêran bikin û dixwazin bi vî rengî bêmirov bihêlin. Pirsa kî dike? Em dikarin bibêjin ji aliyê dewletê ve tê kirin. Di bin navê ‘Ewlekariyê’ de xwezaya Kurdistanê talan û wêran dikin. Li aliyekî dibêjin me PKK li vir nehiştiye. Lê li aliyê din di çavdêriya leşkeran de xwezayê talan dikin. Ev talankirin li dijî hiqûq û wîjdan e. Ev tu carî nayê qebûlkirin. Li aliyekî dewlet bi navê ewlekariyê vê yekê dike, li aliyê din şîrketên din ji bo rantê vê xwezayê talan dikin. Bi taybet cerdevanên milê Sêgirkê û Şenoba û Qilebanê darên herêmê dibirin. Bi awayekî fermî û aşkere neyartiya xwezayê dikin. Ev kesên daran dibirin qatilên xwezayê ne. Fermandarê leşkeriyê dide pêşiya wan û diçe herêmekê diyar dike. Dibêje ev der ne ewle ye û divê bê birîn. Cerdevan jî diçin wan daran dibirin. Xwezayê talan dikin. Gefan li şênî û gundiyên wê herêmê dibirin. Dibêjin ku hûn nebirin em ê bibirin. Di encamê de bi awayekî vê xwezayê talan û wêran dikin. Vê yekê di bin navê ewlekariyê de dikin. Lê ne wisa ye. Eger îro li Milê Ege û Marmarayê daristan tê şewitandin bi hemû hêza  xwe mudaxaleyî şewatê dikin. Dirûtiya wan a li hemberî xwezaya Kurdistanê her tim aşkere ye.

Li Botanê çiqas dar birîne?

Li herêma Besta ji sedî 50’î zêdetir dar hatine birîn. Li aliyê cudî her du alî hatine birîn. Milê Şirnexê dar hatine birîn. Milê Silopyayê hemû dar hatine birîn. Aliyê çiyayê Gabarê qederek dar birîne. Niha li herêma Bêrmanê û herêma Elkê dest bi birîna daran kirine. Cihê ku daran nabirin jî agir berdidin daran. Darên ku agir bi wan bikeve jî carek din ew dar şîn nabe. Bi vî şeklî dar û berên li dora Şirnexê tev talan û wêran kirine. Dar nemane. Talankirina xwezayê berdewam dike.

We li dijî birîna daran helwest çawa nîşan daye?

Bi rastî wekî partî û rêveberên partiyên em li dijî birîna daran her tim berte û nerazûbûnên xwe tînin ziman. Em her tim helwestekê nîşan didin. Me heta niha daxuyanî dane. Me meş li dar xistine. Me bi rêbazên cuda bertek û nerazîbûnên xwe anîne ziman. Em çûne li cihê dar lê tên birîn me daxuyanî daye çapemeniyê. Herî dawî sala par em çûn cihê ku dar lê tên mirîn. Em bi tevlêbûna hemû parlamenter, rêveber û nûnerên saziyên civakî yên demokratîk meşiyan. Me li be çiyayê cûdî meş da destpêkirin. Di milê parastina xwezayê de em hewl didin mafên xwe yên demokratîk bikar bînin. Di milê hiqûqî de Baroya Şirnexê li dijî talankirina xwezayê serlêdana sûc dikin. Çend roj berê jî di milê hiqûqî de serlêdana sûc kirine. Ji bo parastina daran çi ji destê me hatiye me kiriye û em dîsa dikin.

Rêxistinên ekolojiyê li dijî talankirina xwezayê xebatek çawa dikin?

Saziyên ekolojiyê yên herêmê û Tirkiyeyê heta niha nekarîbûn pêşiya vê talankirinê bigirin. Em dibînin li hemberî talankirina xwezaya herêmê durûtiyek heye. Xweza tiştekî wisa ye ku divê her kes li her derê cîhanê dema dar hatin birîn li dijî talankirin û wêrankirina xwezayê derkeve. Ji ber ku jiyana mirovan li ser xwezayê pêş dikeve. Dema em berê xwe didin nêzîkatiya saziyênn ekolojiyê ya li hembeî xwezaya Kurdistanê dirûtî û cudakariyek heye. Ew kesên dibêjin ‘em xwezayê diparêzin’ Em di çapemeniya tirk de jî dibînin, dema li herêmê daristan tên birîn ango tên jêkirin û dema li herêma Tirkiyeyê daristan tên şewitandin û birîn, nêzîkatî ne yek e. Bi qasî li ekolojiya Tirkiyeyê xwedî derdikevin, ew qas li ekolojiya Kurdistanê xwedî dernakevin. Dîsa sazî û rêxistinên li herêmê ango bi giştî saziyên ekolojiyê yên Tirkiyeyê nerazîbûnên wan ên li dijî talankirinê qels e. Ji ber vê helwesta xwe ya qels heta niha nekarîbûn rê li pêş talankirina xwezayê bigirin. Divê civîn û konferansan pêk bînin. Divê berfirehtir û bi tevlêbûna saziyên ewropa bertekên xwe bînin ziman. Divê li cihê şewatê daxuyaniyê bidin çapemeniyê û banga hestiyariyê bikin. Meşên li dijî talankirinê bên lidarxistin. Cihê daristan tê birîn û xweza tê talankirin divê mirov bi meş biçe li cihê bûyerê lêkolîn bike û bertekên xwe bîne ziman. Divê baldariyek mezin hebe. Kesên pêşkêşiya dikin divê berfirehtir tev bigerin.  Divê her sazî bi xwe bi sînor nemînin û saziyên cuda tev li xwe bikin.

Têkiliya şer û talankirina ekolojiyê çiqas bi hev ve girêdayî ye?

Têkiliya şer û talankirina ekolojiyê bi rastî jî bi hev ve girêdayî ye. Nêzî 50 sal in şerekî mezin li Kurdistanê heye. Bi taybetî jî li herêma Botanê şer heye. Eger ev şer li herêmê tune bûya, dê ev xweza jî talan û wêran nebûya. Di salên 90’î de li ser gundan şer pêş dixistin. Îro li ser xwezayê vê polîtîkayê dimeşînin. Li aliyekî di bin navê ewlekariyê de xwezayê talan dikin, li aliyê din leşker û cerdevan ranta wê li hev parve dikin. Kirine qada rantê.

Qedexekirina gund û zozanan bandorek çawa li ser gundiyan dike?

Qedexekirina gund û zozanan bêguman bandorek neyînî li ser welatiyan dike. Çend meh berê li gundekî elkê bûyerek pêk hatibû. Nêzî 20 roj, mehekê gundê Bilbêsê yê Elkê dorpêç kiribûn. Derketina sewalan, derketina gundiyan a ji gund qedexe kiribûn. Ketin û derketina herêmê qedexe kiribûn. Vê yekê bandorek pir neyînî li ser gundiyan pêş xist. Qedexekirina zozanan û birîna daran bi hev ve girêdayî ye. Gelê gund, navçe û bajarê Şirnexê bi piranî debara xwe bi sewalkariyê dikin. Pez û sewalên xwe li van zozanan û nava daran xwedî dikin. Ji ber vê yekê eger ev daristan bên birîn û ev zozan bên qedexekirin, ev rewş bandorek neyînî li ser gundiyan û koçeran dike. Êdî çiloyekî ku şivan bide pezê xwe tune. Siyeke daran ku pez li bin mexel bike tune ye. Bandorek mezin li ser sewalkariye dike. Gundê Cifanê yê Şirnexê heye. Gundî û niştecihên gund heta belgeyekê ji qereqolê nexwazin nikarin biçin gundê xwe. Welatiyek nikarin biçin gundê xwe. Nikarin biçin li gundê xwe çotkarî û çandiniyê bikin. Ev bandorek mezin li ser debara gundiyan û çanda gundiyan dike.

Di salên dawî de li herêma Şirnexê şerekî çawa tê meşandin?

Di salên dawî de li Şirnex û hemû navçeyên wê şerekî taybet û şerekî derûnî tê meşandin. Li dijî ciwanan şerekî taybet tê meşandin. Ev şerê taybet bandorek mezin li ser ciwanên herêmê dike. Di aliyê tiryak û fihûşê de rêjeyek mezin pêş ketiye. Li aliyeki di aliyê aborî de qeyranek mezin heye. Di aliyê kar de betaliyek pir zêde heye. Ciwanên betal teşwîkî tiryak û fihûşê dikin. Gelek caran polîs ciwanan digirin û wan dibir qereqolan, lê di heman rojê de wan berdidin. Dema mijar dibe tiryak û fihûş çavên xwe digirin. Dibêjin ‘Bila tev li siyasetê nebin û xwe nas nekin’ û rê li pêşiya tiryakê vedikin. Hemû rê û rêbazên tiryak û fihûqê li pêşiya ciwanan vekirine.

Di vî milî de em gel hişyar dikin. Em dixwazin her malbat li ciwanên xwe xwedî derkevin û destûr nedin ku tev li van tiştên qirêj bibin. Em her tim bang li gel dikin ku destûr nedin tev li tiştên werab bibin. Eger her malbat li zarokên xwe xwedî derkevin di heman demê de wê li derdora xwe jî xwedî derkevin. Di salên dawî de fihûş û Tiryak pir zêde bûye. Em dibînin ku dema ciwanek dirûşmekê berz dike di heman kêliyê de binçav dikin û dibin. Lê dema li pêş çavên wan tiryakê bikişînin temaşe dikin. Yên dikirin û yên difiroşin û belav dikin nas dikin. Lê li dijî wan tu tiştî nakin. Li herêmê pêşiya tiryak û fihûşê vekirine.

Li başûr şerekî çawa heye. Rola PDK’ê di vî şerî de çi ye?

Em dibînin di salên dawî de li başûrê Kurdistanê şerekî bêhempa tê meşandin. Bi her awayî şerekî dijwar heye. Çekên kîmyewî bikar tînin. Çekên qedexe bikar tinin. Balafir bi her awayî herêmê bombebaran dikin. Şirnex bajarê ser sînorê navbera bakur û başûr e. 50 sal in şer heye. Lê îro giraniya şer ketiye ser çiyayê başûrê Kurdistanê. Di vî şerî de rol û mîsyona PDK’ê diyar e. Dîmenên hevkariyê li pêş çavan e. PDK ketiye nava xiyanetek mezin. Her tim û dayîn hewldanên partiya me li ser çêkirina Kongreya Neteweyî bû. Me xwest tifaqiyek mezin pêk bê da ku rê li pêş vî şerî bê girtin. Lê mixabin her tim û dayîn PDK li pêşiya yekîtî û tifaqa kurdan bû asteng. Malbata Barzanî li pêş yekîtiyê bûn asteng. Çima? Ji ber berjewendtiyên xwe yên kesayetî. Ne li gorî berjewendiyên gel, her tim berjeweniyên malbatê derxistin pêş. Ev dibe sedema xiyaneta mezin. Bîr û baweriya gel a li hemberî PDK’ê nemaye. Em bang dikin ku demildest, ji nava xiyanetê derkevin. Nebin neyarê gelê xwe. PDK ketiye xiyaneta mezin. PDK ketiye nava xiyaneta fermî.

DEM Partî li dijî talankirina xwezayê şerê taybet û şerê li başûr dê helwestek çawa nişan bide?

Bê guman ev pirs navenda giştî ya partiya me eleqeder dike. Lê fikrên me yên şexsî jî hene. Li dijî şerê li herêmê, li dijî şerê taybet yê li ser jin û ciwanan, li dijî talankirina xwezayê, divê li dijî hemû şerê li bakur û başûr pêş dikeve berxwedanek mezin hebe. Mirovên bibêjin em xwedî wêjdan in, em şoreşger in û em welatparêzin, divê li dijî şerê taybet ê AKP-MHP’ê û tifaqa wan rawestin. Ji xeynî berxwedanê tu rê tune ne. Dem dema berxwedan û tifaqiyê ye. Wê serkeftin ya gelê kurd be.

Abdullah Gungen kî ye?

Abdullah Gungen di sala 1984’an de li bajarê Şirnexê ji dayik bû. Ji sala  2000’î û heta niha bi awayekî çalak di nava xebatên bajêr ên partiyên wekî BDP, DBP, HDP, DEM Partiyê de cihê xwe girt. Di vê pêvajoyê de hat girtin û 5 salan girtî ma. Hevserokatiya HDP’ê ya Şirnexê kir. Niha jî Heverokê DEM Partiyê yê Şirnexê ye.