16 Eylül, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

PDK xiyanetê çawa rewa dike

Roj roja her kurdek ji mala Barzanî re bêje xayîn û ji PDK’ê re jî bêje şebekeya xiyanetkaran. Roj roja her kurdek bêje, “Bimire xiyanet, bijî azadî”

Di dîroka şerê rizgariya neteweyî ya tevahiya gelan de partî, derdor û kesên xiyanet li welat û gelê xwe kirîn hene. Di heman demê de hemû gelan xiyanet ji dijmin xeternaktir dîtiye û li hemberî xiyanetê zêdetir têkoşiyane. Ji ber ku tişta herî bingehîn a gelan wekî kole, welatê wan wekî mêtîngeh dihêle ji dijmin zêdetir xiyanetkar in.

Li Kurdistanê jî dîroka xiyanetê gelek kûr û dûr e. Ji ber ku bi hezaran salan di bin nîrê dagirkerana de mane, xiyanetkarên gelê kurd jî zêde ne. Wekî hemû mêtingehan li Kurdistanê jî dijmin herî zêde ji bo xiyanetkarên xwe biafirîne hewil daye. Bi berjewendiyên siyasî, aborî û civakî hewil daye ku civaka kurd tune bike û xiyanetê serwer bike.

Sîstematîka dagirkeriyê li Kurdistanê herî zêde ji hêla dewleta tirk ve hatiye meşandin û ji bo afiranadina xiyanetkaran rêbazên cur bi cur bikaranîne. Ji bo xiyanet di nav civaka kurd de mayînde bibe pîvanên qebûl û redkirinê serobino kirine. Xetên sor ên di navbera azadîxwazî û xiyanetê de çilmisandine. Gelek encam jî girtine.

Tevgera Azadiya Kurdistanê berî her tiştî ev rewş tespît kir û bingeha şerê azadiyê li ser dijberiya vê penceşêrê danî. Bi têkoşîna li dijî xiyanetê dest pê kir. Axa, beg, şêx û xwe firoşên li ser serê gelê kurd bûne çûvê dagirkeran, kir hedefa xwe. Çeka dagirkeran şikand.

Qasî ku Tevgera Azadiyê li hemberî xiyanetê têkoşiya, dagirkeriya tirk jî lez da çêkirina dagirkeran. Bi riya parlementeriyê, şaredariyê, memûrtiyê, cerdevaniyê hewil da ku xayînan zêde bike. Di têkoşîna bêhempa a rizgariya neteweyî de xiyanet û xiyanetkaran darbeyên giran xwarin. Girêdayî vê yekê bandora dagirkeriyê li Kurdistanê têk çû û gelê kurd ber bi azadiyê ve gav avêt.

Di têkoşîna li hemberî xiyanetê de bi deh hezaran ciwan, pîr û kalên leheng bûn stêrk. Axa Kurdistanê bi xwîna xwe ji xiyanetkar û dagirkeran şûştin. Bi bedelên giran xiyanet û xiyanetkarî li Kurdistanê mehkûm kirin. Xiyanet wekî şerm û rûşeşiya herî mezin hate pênasekirin. Xiyanet û xiyanetkar wekî şerma herî mezin hatin dîtin û bi nefret û kînek mezin hatin pêşwazîkirin.

Îro gelê kurd û Kurdistan di pêvajoyek gelek girîng û xeternak re derbas dibe. Dagirker dixwazin cardin xiyanetê li Kurdistanê serwer bikin. Pêşengiya vê xiyanetê jî dane mala Barzanî û PDK’ê. Mixabin mala Barzanî û PDK îro bi dildarî xwe pêşkêşî dagirkeriya tirk dike. Aşkere xiyaneta herî mezin a dîroka Kurdistanê pêk tîne.

Mala Barzanî û PDK e dixwazin xiyanetê li Kurdistanê normalîze bike. Bi vî awayî hewil dide xiyaneta xwe veşêre. Xiyanetê wekî polîtîka yan jî tiştek normal nîşan dide. Bi hincetên cude wekî ku hinceta xiyanetê hebe, hewil dide hevkariyê li tevahiya Kurdistanê serwer bike. Bi dijmin û dagirkerên Kurdistanê re li hemberî xeta kurdê azad; xeta kurdê kole û xiyanetkar pêş bixe.

Lê tevahiya gelan ewil li dijî xiyanetkarên xwe rabûne ser piyan. Bi cezayên herî giran xiyanetkar ceza kirin û xiyanet mehkûm kirine. Îro li Kurdistanê jî divê gelê kurd berî her tiştî li dijî xiyanetê û xiyanetkaran derkeve. Bêhelwestî alîkariya xiyanet û xiyanetkariyê ye. Tu kurdek bi şeref nikare bêhelwest û bêdeng bimîne. Xetên di navbera xiyanetkar û azadxiywaz de gelek zelal û stûr in. Ev xet ji bo gelê kurd jî zelal in. Roj roja her kurdek helwesta xwe zelal bike.

Riya zelalkirina helwestê jî ew e ku ji xayînan re xayîn; ji şoreşgeran re jî şoreşger bê gotin. Roj roja her kurdek ji mala Barzanî re bêje xayîn û ji PDK’ê re jî bêje şebekeya xiyanetkaran. Roj roja her kurdek bêje, “Bimire xiyanet, bijî azadî”. Îro kurdek vê helwestê nîşan nede, dê sibê li hemberî dîrok û şehîdan rûreş û şermezar bike. Ji bo ku xiyanet tunebûn, koledarî û tevkujî ye. Li her derê divê em biqêrin: Bimire xiyaneta Barzaniyan, bijî şoreşgerên azadiya Kurdistanê.