27 Haziran, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

PDK’ê Rojnamevan Silêman Ehmed 231 roj in dîl girtiye

Asayîşa PDK’ê 231 roj in rojnamevan Silêman Ehmed dîl girtiye û bernadin.

Edîtorê beşa Erebî ya Ajansa Rojnewsê Silêman Ehmed roja 1’ê Cotmeha 2023’yan ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Silêman roja 25’ê Cotmeha 2023’yan dema xwest di deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, hêzên PDK’ê ew revand. Pişti 7 mehan parêzeran karîn hevdîtinê li gel de bikin. Rojnamevan Silêman Ehmed 231 roj in di girtîgeha PDK’ê de tê girtin. Hefteyek piştî windabûna Silêman Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Duhokê bi daxuyaniyekê diyar kir ku qaşo revandina rojnamevan Silêman Ehmed ‘ne ji ber karên wî yên rojnamevaniye’ û bi eşkere gefa cezakirinê li rojnamevan Silêman kirin. Silêman Ehmed nêzî 5 sal in di beşa Erebî ya Ajansa Rojnewsê de wek edîtor dixebite.

Herî dawî di bin zextên sivîl yên rojnameger, sendîka û rêxistinên li ser asta herêmî û navnetewî de, roja 22’yê Gulanê destûr hat dayîn ku parêzerên wî li girtîgeha Asayîşa Duhokê hevdîtinê pê re bikin. Herî dawî 3’yê Hezîranê Dadgeha Sûc a Yek a Duhokê roja 1’ê ya rûniştina dadgehê ya edîtorê beşa Erebî ya ajansa Rojnews Silêman Ehmed weke 30’ê Hezîrana îsal diyar kir.