3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pêkhateyên kedê: Em rê nadin faşîzmê

Pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê têkildarî daristana li Çiyayê Çilsiwaran (Kirklar) a Amedê ku Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî dixwaze navê xwe lê bike, daxuyaniyek da. Girseyê li pêşiya Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşuyoluyê kom bûn. Rêveberên DBP, HDP, TÎP, CHP û Partiyê Gelecekê jî amade bûn. Berdevkê Demê yê Platforma Şaxan a KESK’ê ya Amedê Mehmet Candan anî ziman ku Çiyayê Çilsiwaran (Kirklar) ji Meclisa Kirklarê re malavanî kiriye û ji bo bajarê Amedê cihekî pîroz e. Candan diyar kir ku ji bo gelê Amedê Çiyayê Kirklarê pir taybet e û wiha got: “Lê di rêvebirina bajêr de sepanên yekperest hene ku ev sepan ziyaneke mezin digihînin nirx, rêveberî, çand û yekitiya bajêr.”

Daxuyanî bi dirûşmên “Em rê nadin faşîzmê”, “Amed dê ji faşîzmê re bibe goristan” û çepikan bi dawî bû.