28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘PENa Kurd nimûneya yekitiya neteweyî ye’

PENa Kurd, di 9’ê tîrmehê de 11’emîn kongreya xwe li bajarê Oldenburgê yê Almanyayê li dar xist. Kongre bi beşdariya zêditirî 70 endamên PENa Kurd û bi dirûşma “Zimanê Me Hebûna Me Ye!” pêk hat. Di kongreyê de ji bo hevserokatiya PENa Kurd Omer Fîdan û Anîsa Cahferîmehr hatin hilbijartin. Her wiha Dilşad Xoşnaw wek sekreterê giştî û Salihê Kevirbirî û Dîmen Sohrabî jî wek berpirsên darayî yên PENa Kurd hatin hilbijartin.

Hevserokê nû yê PENa Kurd Omer Fîdan, têkildarî kongreyê û xebatên ku weke PENa Kurd di pêşerojê de bikin ji rojnameya me re axivî û nirxandin kirin. Omer Fîdan, diyar kir ku ligel dûrbûna ji Kurdistanê û kêmderfetiyan jî kongreyeke qerebalix li dar xistine û wiha got: “Mirov dikare bibêje ku di kongreyê de nûnertiya her çar parçeyên Kurdistanê û zaravayên kurdî hatin kirin. Nûnerên hemû baweriyên Kurdistanê û jin û ciwan di kongreyê de cih girtin. Kongreyeke xurt û baş bû.”

Pêşxistina nav û dengê wêjeya kurdî

Piştî vê agahî dayîna têkildarî kongreyêFîdan, derbarê PENa Kurd de jî ev agahî dan: “Niha 442 endamên PENa Kurd hene. Ji kongreya 10’emîn heta niha nêzî 200 kes bûne endamê PENa Kurd. Ev ji bo serdemên borî serkeftinek mezin bû. Gelek xebatan dike û raporên xebatên xwe di kongreyan de parve dike. Lê ji ber ku rapora xebatê ya serdama borî gelek dirêj bû me di kongreya xwe ya dawîn de raporê bi giştî nexwend, tenê her komîte rapora xwe xwend.”

Fîdan, ji bo xebatên ku PENa Kurd dike jî destnîşan kir ku ji bo rêlêvekirina ramanê, mafê xwe derbirînê û endamên PENa Kurd ên di tengasiyê de ne gelek xebat kirine û ev tişt anî ziman: “Em ji gelek endamên xwe ku ji aliyê dewletan ve xebatên wan hatibûn astengkirin re bûn alîkar. Ji bo pêşxistina nav û dengê wêje û zimanê kurdî jî di gelek waran de em bi PENa Navneteweyî re xebitîn. Em tev li hemû kongreyên PENa Navneteweyî bûn û derbarê kurdan û Kurdistanê de raporên xwe pêşkêş kir.”

Navenda PENa Kurd Amed e

Derbarê nîqaşên ku Navenda PENa Kurd li kudere de jî Fîdan  ev nirxandin kir: “Navenda PENa Kurd Amed e. Ji ber ku piraniya endamên rêveberiya me li Amedê ne xebatên me jî li Amedê tên meşandin. Ji ber piraniya xebatên me ne weke saziyeke xwecihê weke saziyeke neteweyî tên kirin em di qada navneteweyî de xebatên xwe dimeşînin. Navend û biryargeha navendî ya PENa Kurd Amed e.”

Fîdan, bal kişand ser rengîniya rêveberiya PENa Kurd û têkildarî mijarê ev agahî parve kirin: “Hevserokeke PENa Kurd jineke kelhor e, sekreterê wê yê giştî kurdekî soran e û mixabin nûneriyek xurt a kirmanckî tuneye lê endamên me yên kirmanc hene ku em dixwazin wan jî di komîteyan de bi cih bikin. Ji Ewropa û her çar parçeyên Kurdistan kes di rêveberiya me de hene. PENa Kurd tekane saziya rewşenbîriya neteweyî û niştimanî ye. Ev jî nimûneyeke xurt a yekitiya neteweyî ya Kurdistana mezin e.”

Şerma dewleta Almanyayê

Di berdewamê de Fîdan, bi lêv kir ku lidarxistina kongreya wan a li Ewropayê ji bo rewşenbîriya cihanê şermeke û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kurd gelheyeke ewqas mezin elê nikare kongreya saziyeke xwe ya sivîl li ser xaka xwe pêk bîne. Heke me kongreya xwe li Amedê pêk baniya wê ji rojava, rojhilat, başûrê Kurdistanê gelek kes nikaribûna tev li kongreyê bûna. Ji bo beşên din ê Kurdistanê jî heman rewş derbasdar e. Ev ji bo serdestên kurdan û kurdên ku li gorî gotinên wan tevdigerin şermeke mezin e.”

Beriya kongreyê Almanyayê vîzeyên hin nivîskarên kurd qebûl nekiribû û destûr nedabû ku ji bo kongreya PENa Kurd derbasî Almanyayê bibin. Fîdan, derbarê vê mijarê de jî agahî da ku ji bo nivîskarên parçeyên din ên Kurdistanê jî heman astengî hatine derxistin û wiha pêde çû: “Me li ser navêr PENa Kurd serî li Konsolxaneya Almanyayê da û vê astengiyê îtîraz kir lê îtîraza me li berçav negirtin. Ev ji bo Dewleta Almanyayê şerm e. Ji ber ku ew jî bi çavê serdestên me li me dinêrin mixabin vîze nedan çend hevalên me. Tevî van astengî û pirsgirêkan jî kongreya me baş û serkeftî derbas bû.”

Hebûn xwebûn e

Fîdan, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser xebatên wan ên ji bo kurdî û ev tişt gotin: “Ji bo xebatên ziman Komîteya Mafê Ziman û Wergerê ya PENa Navneteweyî heye. PENa Kurd jî di vê komîteyê de gelek çalak e. Di vê komîteyê de em bi hev re gelek xebatan dikin. Me pêşniyaz kiriye ku Kurdistan Action Group ava bikin. Yanî ji bo Kurdistanê PENa Navneteweyî komeke ava bike û ew bixebite. Heta hebûn tunebe Xwebûn çênabe. Em ê bi hev re hebûna xwe û hev biparêzin da ku Xwebûneke xurt derxin holê. Xwebûn tekane rêya rizgariya gelekî ye.”