16 Eylül, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pergala dagirkeriyê; Qesr-î Reîs

Li Tirkiyeyê hem desthilatdarî hem îdeoloji bi maske ne! Bi deh salan e ku şer heye, aliyek aştiyê dixwaze, aliyê din şer. Ji bo vê jî pirsa kurd, yanî pirsa demokrasî çareser nabe. Şerxwazan sînor derbas kirine û xaka dewletên cîran dagir dikin. Ya rastî parçeyên ku ji aliyê desthilatdariya şer û bi maske ve têne dagirkirin jî parçeyên Kurdistanê ne.

Bi gotineke din, aliyê şerxwaz, sîstema qesr-î reîs e û seferberiya “kozmîk dagirkerî” daye destpêkirin. Kozmîk dagirkerî jî, bi cîhada bêyom li dijî gelê kurd tê meşandin. Ev şer jî xwedî kronolojiyek dîrokî ye, pêşî weke şerê hundir destpêkir, niha jî derbasî derve bûye.

Desthilatdariya bi maske, çiqasî kurdan terorize bike û weke behane lanseyî chanê bike jî, armanca sîstema “qesr-î reîs” ferehkirina tixuban e. Hingî, reîs wê bibe resî-ul fatîhuyun, netewperestiya “turkîst”jî, wê bi maskeya Misak-î Mîllî Kurdistanê ji nû de dagir bike.

Balkêş e, Misak-î Mîllî li aliyê Balkanan nine, li aliyê Kurdistanê heye. Ev jî manîdar e û îdeolojiyek bi maske ye! Sîstema qesrî reîs, ji hêza mezin a Xiristaniya Balkan û Ewropa ditirse. Dîse jî, bi şantajan xaracê ji wê hêzê distine. Sîstema Qesr-î reîs, Misilmantiya Kurd û Misilmantiya cîhana Islama parçekirî, lewaz dibîne û êrîşan dike. Li hemberî ku îdeolojiya bi maske, ayetên Qur’ana pîroz derdixe pêş û li ser navê pêxemberê axir zaman û Xwedayê mezin derewam dike jî, eniya “alîm”ên cîhana Îslamê, weke bikevin xeşîma nezanînê kor û kerr û lal tev digerin.

Vêce, kozmîk dagirkeriya sîstema qesr-î reîs, Don Quichotwarî ye û bi sicîl-nasnamayek xerab dagirkeriya xwe didomîne. Ev nasname jî, li ser windahiyên paşayên Îtîthat û Terakkî ye. Ji ber ku paşayên Îttîhat û Terakî, li Balkanan jî, li cîhana Îslama Erebî jî têkçûn û împaratoriyek winda kirin. Sîstema qesr-î reîs jî, dixwaze windahiyên wan bi dest bixe. Yanî xewn û xeyalên têkçûyî zindî bike û ketiye rewşa Shanco Pancho! Shanco Pancho mîzansena xamxeyal û têkçûna duello ye. Yanî, rengê pîkaresk, yanî -rengê sergerde, seserî û bêbext yên di romanan de!

Nivîskarê Frensî Arthgur de’Gobineau, dibêje, “dîrok, cûda, erdnîgarî cûda mirovan diafirîne.” Ev rast e, mînak jî dewşîrmeyên Osmanî ne. Nifşê dewşirme, berhemê dîroka dagirkerîye ne. Erdnîgariya wan nine. Lewma mîratzadeyên wan jî, tenê û her dem, behsa dîroka xwe ya dagirkerî û wêraniyê dikin. Gotina “sêva sor- kizil elma” jî, encama vê rastiyê ye!… Çima, ji ber ku erdnîgariya wan nine û nifşekî winda ne û li gorî klîmat û hunandin û stewihandina cografîk a re’sen, di aliyê ruhî, fîzîkî û kulturî de ne hatine avakirin. Tekamulek, kamilbûnek bi nirx û pîroziya cografîk bidest nexistine. Civakek kalib e, me berê mînaka pezê col û pezê kozê dabû. Ew pezê col in. Bi zorê hatina cem hev û bi îdeolojiyek maskê hevgirtî ne.

Wan paşayan, li Balkanan, li cîhana erebî hemû duello-şer winda kirin û ji popûleriteya wêjeyî jî dûr bûn. Bûne çavkaniya krîzan, sed sal in ku ev krîz dewam dikin.

Sîstema Qesr-î reîs jî, di riya bav û kalên xwe de, welat kiriye nava krîzan û ji qudreta Musa û barandina hilawê-gezoyê jî dûr e. Niha jî, berê xwe dane Suriye û dixwazin weke desthilatdariya Baxdayê, desthilatdariya Şemê, Esad jî razî bikin û li dijî Kurdan bikarbînin.

Beriya çendekî bû, (8’ê Tîrmehê) rêxistina Mafên Mirovan HRW, ya NY, bi raporekê ragihand ku hêzên dewleta Tirkiyê li Suriye hêzeke dagirker e. Artêşa Tirk û çeteyên wan Artêşa Neteweyî a Suriye ANS, bi Tirkî SMO, kiryarên derî mirovanî û zalîmane dikin. Yanî êşkencekar û zalim in û ketine rewşa Shanco Pancho. Lê wê dem were û nêzîk e ku weke Shanco Pancho li gunehên xwe mikur werin û berteref bibin.

Kurd dibêjin, dema mirina mîrow tê, bi per dibe, difire û dimire.

Çîçero jî digot, “Roma wê herî hindik deh hezar salan bijî”. Lê tenê wêranzariyên cografî û gorîstan li pey xwe hiştin û bûne amurên muzeyan. Ev jî dide xuya kirin ku nexşeya paşerojên civakan, ne bi gotinê, ne bi şer, bi hişmendiya entelektuelî û zanistî dikare werin amade kirin.

Utopya şoreşgerî ya Komara(!) Tirkiyê jî, ne bi saya Misak-î Millî, bi saya xiwş û biratiya Kurdan ku bû bingeha desteka Mustafa Kemal û hevalên wî, hate avakirin. Piştre rêveberên komarê(!) ketin nava Newroza sosyal! Vê jî rê li ber “mît”ên etnologî vekir. Dêlegura Asenê yek ji van e!

Belkêş e Mustafa Kemal û tavhiya paşayên Îttîhat û Terakî, hem ji Dewlet Bahçelî, hem ji Erdogan netewparêztir bûn, lê kesî ji wan behsa Dêlegura Asêna nekiriye. Herçiqasî dîrokek li ser efsenê û çîrokên travel avakiribin jî, qet behsa gurên dev bi xwîn nekirine. Di Nutuka Mustafa Kemal de jî nine. Di nameya Mustafa Kemal ku ji Lenîn re nivîsî ye, behsa dadgehên îstîklalê dike, lê behsa gur û fîgurên heywanî nake.

Vêce, îro, sîstema qesr-î reîs, weke ku dem û mekan derbas kiribe, li dîjî herêma Başûrê Kurdistanê êrîşên dagirkeriyê dane destpêkirin û di her êrîşê de, nirxên mirovaniyê û ahlakê civakî tune dike. Lê Kurdên, bi karakterê bêkarekteriyê hareket dikin jî, bûne amurê dagirkeriyê.

Di di 13’ê Temmuzê de, Partiyên Kurdan, saziyên civakî û Dayikên Aştiyê li Amedê daxuyaniyek dan û gotin: Artêşa Tirk, Peşmergeyên PDK’e û çeteyên DAIŞ’ê, di yek çeperê de cih digirin.

Lê dînamîkên li Tirkiyê bêdeg in.

Gotinên partiyên Kurd, nirxandina sosyologê Tirk Nezih Merîç a li ser sosyolagan dibêje; Owen, Fourire û Saint-Simoan, dema ku nexşeya paşerojan xêz kirin, hêzêke ku bixwe dîrok bûn û di wê têgihiştinê de têkoşîn dikirin nebû. Dîse û bi taybetî Fourier, ne xeyalperest bû. Ev gotin ji bo sosyolog, nivîskar û rewşenbîrên li Tirkiyê neynik e!… Ez hinek kesan tenzîh dikim û dibêjim: Gotinên Nezîh Mêrîç, eşkere dike ku sosyologên Tirkiyê jî di nava xeyalên sîstema qesr-î reîs de dijîn.

Em hinekî vekin: li Tirkiyê û Kurdistanê şerê jiyanê heye. Wekî me li jor got, eniya Kurd aştiyê dixwaze, eniya nijadperest, dibin serkêşîya “qesr-î reîs”de şer dixwaze û her diçe şer fereh dike. Şerê 40 salî jî, Tirkiye kiriye nava bextreşiya krîzan, atmosfera serketina di şer de jî derew e!

Vêce, sosyolog, dinamiken civakan lêkolîn dikin û dinirxînin, lê em vê rastiyê li Tirkiyê nabînin.

Ev rastî jî di serdema defacto desthilatdariya AKP/MHP ya 20 salan de xweş tê dîtin. Miratzadeyên Îttîhat û Terakkî, bi taybetî darbeyên eskeri, sed sal in êrîşî estetîka civakan dikin, dîse jî nikarin dînamîkên civakan, bi taybetî dînamîkên civaka Kurd têkbibin.

Heta îro, gihiştina serdema darbeya faşîzan ya 12 Îlonê jî, gelek lêkolînên sosyolojîk ne hatine nivîsandin. Tenê dibin nave “Zora Sosyal û RastiyaTirkiyê” hatiye nivîsandin. Nivîskarê vê lêkolîna sosyolojîk jî, Prof. Dr. Orhan Turkdogan e. Nivîskar, her çiqasî tîpîsî, yan jî tîpolojiya bêyom a medya tirk derbixe pêş jî, civakên cûda, nasnameyên cûda ji nedîtî ve tê û “modelek neteweyî” derdixe pêş.

Divê rewşenbiriya Tirk, bi taybetî zanistên tirk, tirsa mirinê bişikînin û riya jiyana bi ahlak bijêrin.

Sîstema qesr-î reîs, şerê jiyanê nake, lewma bûye sedema pûçkirina cewherê civakan. Pûçkirina cewherê civakan jî, hêza atomic ya abad têkdibe. Li Tirkiyê li hemû qadên jiyanê, nexweşiyek civakî çêbûye. Di nava 20 salên desthilatdariya AKP/MHPê de, bi taybetî li metropolên Tirkiyê, krîza pûçbûna cewherî-atomîk heye û bi hêz û xurt bûye; mêjiyekê nexweş hatiye afirandin. Gel têne xapandin, aqilê “dewixî”, mêjiyê “ avşolkî” serdest bûye.

Wilo xuya dike ku sosyologên li Tirkiyê jî êdî nikarin nexşeya têkiliyên mirovan, ya civakan ji hev derxînin. Ji ber ku pirsgirêka kûçikên li kolanan, çeteyên paramîlîter û mafia li kolanan tevlîhev bûye. Êdî civakên li Tirkiyê, winda ne. Tenê dengê reîs Erdogan tê bihîstin.

Ev jî tê wateya bangên faşîzma Mussolînî ku di çarçoveya bedcaniya inorganik de pêşdikeve û ji ahlak, estetîka civakî û entelektueliyê dûr e.

Sîstema qesr-î reîs jî, bi futuhatên li dijî Kurd û Kurdistanê wê nikaribe xwe ji aqubeta Mussolînî rizgar bike. Serokê CHP’ê Ozgur Ozel, çiqasî bi rola qirdikê li ber textê qral zîtirk û çindirkan bide û bêje, ez ê Esad ji bo hevdîtina bi Erdogan re razî bikim jî, sûdê nade. Qirdikê siyasetê Ozel, yek rojê behsa zordariya li dijî gelê Kurd nekiriye û hwd.

Çima vê dibêjim; sîstema qesr-î reîs, weke ku nû nû dîrokê keşîf bike, dixwaze Kurdistanê dagir bike. Lê ew jibîr dike ku fituhata xaka Kurdistanê bi peymana bêyom Sykes-Pîcot hate parçekirin û dagirkirin. Kurd, li dijî vê peymana bêyom, 108 sal in têdikoşin. Bi saya îdoeljiya Ocalan, di çarçoveya sîstema federal de, destketiyên dîrokî hatine bidestxistin. Saddam, li Başûrê Kurdistanê li dijî Kurdan çekên kimyewî bikaranîn, lê encam negirt û ew ji aqubeta Mussolînî rizgar nebû.

Niha jî sîstema qesr-î reîs, li dijî gelê Kurd çekên kimyewî bikartîne, talankirina erdnîgariya Kurdîstanê esas digire. Ev teva encama têkiliyên tarî û îxanetê ne. Di despêka avakirina anatomiya komarê (!) de Rusya Lenîn destek da, îro jî Rusya Putîn destekê dide. Lê ne ihanet, ne desteka derve, ne jî objeyên derew yên metafizîkî û ne gorên betonî, enerjî, potansiyal, dînamîzm û daxwaza Kurdan, otorîteya Kurdan ya azadixwaz têk nebirine. Mucîze ev e, ne xamxeyalên qesr-î reîs in!…

Kurd di aliyê siyasî, civakî, soyolojîk, wêjeyî, esekerî û enetellektuelî de de birêxistinî ne; wêjeya Kurd jî erdnîgariya Kurdistanê, sosyologên Kurd jî, civakên li Kurdistanê nexşe dikin.

Ev rast, wê li “kufr” û “şîrk”a qesra reîs têkbibin.