17 Eylül, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pergala Hevserokatiyê mifteya demokrasiyê ye

Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê ya Stenbolê Aygul Sîncar anî ziman ku Colemêrg cihê vîn, ziman û çanda kurdan e û got:  “Ji bo şerê taybet li Colemêrgê pêş bixin qeyûm tayin kirine. Demokrasî tune. Mifteya demokrasiyê pergala Hevşaredariyê ye.”

Îktîdara AKP’ê di 3’ê hezîranê de qeyûm tayînî şaredariya Colemêrgê kir. Piştî tayînkirina qeyûman li gelek bajarên Kurdistanê û Tirkiyeyê çalakiyên girseyî hatin lidarxistin. Di 13’ê Hezîranê de bi hezaran ji bajarên Tirkiyeyê û Kurdistanê berê xwedan Colemêrgê û li dijî qeyûm mîtîngek bi heybet pêk anîn. Dîsa di 29’ê Hezîranê de, sazî û rêxistinên sivîl, demokratîk û sosyalîst li Stenbolê li dijî qeyûm mîtîngek girseyî li dar xistin. Bi sedan nivîskar û rewşenbiran li dijî tayînkirina qeyûm deklerasyon aşkere kirin û bertekên xwe yên li diji qeyûm anîn ziman. Herî dawî di 30’ê Hezîranê de ji herêma Marmara, Ege, Anatoliya Navîn û Cukurovayê bi sedan kesên nûnerên sazî û rêxistinên civakî û demokratîk bi dirûşma “Meşa rêzgirtina ji îradeyê re” dan destpêkirin. Bi sedan kes li Wanê kom bûn û ji Wanê heta Colemêrgê 6 rojan bê westan û bê rawestan meşiyan. Ji zarokê 12 salî heta Kalê 83 salî, ji jinan heta ciwanan mil dan hev û li dijî polîtikaya qeyûm, tecrîd û şer berê xwe dan Colemêrgê. Li her gundî rawestiyan û li ser armanca qeyûm û tecrîdê axivîn.

Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê ya Stenbolê Aygul Sîncar Karataş ku ji Stenbolê heta  Colemêrgê meşiya der barê armanca meşê, qeyûm, tecrîd û şerê li Kurdistanê nirxandinek berfireh kir.

Aygul Sîncar Karataş anî ziman ku Meşa Rêzgirtina ji Îradeyê re di 30’ê Heziranê de ji milê herêma Marmara û Egeyê dest pê kir û wiha got: “Em milê Marmara û Egeyê di ser Enqere û Edeneyê re derbasî Êlihê bûn û ji wir hatin Wanê. Ev koma ku di meşê de gihiştin hev destpêk e. Ji hemû sazî û pêkhateyan nûnerên saziyan beşdarî meşê bûn. Endam û rêveberên saziyan wekî remz/sîmgeyî beşdarî meşê bûn. Piştî ku em gihiştin Wanê hemû hevalên me yên di nava kar û xebatên rêxistinî de cih digirin bê navber li min geriyan. Qet telefona min bêdeng nebû. Hemûyan rexne dikir û digotin ‘Çima agahiya min ji vê meşê tune û çima ez beşdar nebûme. Ev hejmar destpêk e. Em ê meşa xwe berdewam bikin. Çima em ê bimeşin. Ji ber ku 3 serdem e qeyûm tayînî şaredariyên Kurdan û vîna gelê Kurdistanê dikin.”

Aygul Sîncar li ser pênaseya demokrasiyê jî rawestiya û got: “Dema em pirsa ‘Demokrasî çiye?’ Ji xwe bikin. Em dikarin bibêjin Demokratî rêveberiya gelê herêmê ye. Rêveberiya xwecihî ye. Li cîhanê jî ev pênase hatiye qebûlkirin û parastin. Ev pênaseya hêsan li hemû deverê cîhanê wek hev e.”

Li Kurdistan û Tirkiyeyê demokrasî tune

Sîncar, destnîşan kir ku li Tirkiye demokrasî tune û wiha axivî: “Li Tirkiyeyê kesên li îktîdarê her dem îdîa dikin ku demokrasiyê diparêzin. Em dipirsin! Eger hûn demokrasiyê diparêzin li bajarên Kurdistanê çima vîna gel nayê qebûlkirin? Ji sedî 80-90’ê gel bi xwe vîna xwe hildibijêre û hevşaredarên xwe diyar dike. Gel vîna xwe hildibijêre. Lê hûn diçin qeyûm tayînî şûna kesên hatiye hilbijartin dikin. Ev nîşan dide ku demokrasî tune ye. Ev nîşan dide ku li Tirkiye û Kurdistanê demokrasî pere nake.”

Zarokê 12 salî jî heye û kalê 80 salî jî di meşê de heye

Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê ya  Stenbolê Aygul Sîncar Karataş, destnîşan kir ku di vê meşê de zaroka 12 salî, jin, ciwan û kalê 80 salî jî amade bûn û wiha berdewam kir: “Kalê 80 salî qet ranawestiya. Tempo û coşa xwe qet kêm nekir. Her tim ruh û coş da meşvanan. Hin caran me got bêhna  xwe bide. Lê got ez di vê meşê de bimirim jî bêhna xwe nadim. Çalakgerê herî çalak jî ew bû. Vê nîşanî me da ku em çiqas mafdar in. Mafdarî bi pereyan, qeyûm û kariyeran nayê bidestxistin. Di meşê de piyê hemû meşvanan werimî û teqiya. Lê yek jî qet gavekê paşve neavêt.”

Divê her kes li dijî qeyûm dengê xwe bilind bike

Sîncar xwest her kes li dijî feraseta qeyûm derkeve û wiha pêde çû: “Nenaskirina vîna gel ne tenê ji bo Kurdistanê, ji bo hemû Tirkiyeyê ye. Divê her kes bi vê hişmendî û şîarê nêzîk bibe. Divê hemû kesên li Tirkiye û Kurdistanê li dijî van kiryarên faşîst û nayên qebûlkirin bibin yek. Divê her kes zanibe ku bertek neşên nişandan, hişmendiya qeyûm dê hemû gelan bi zincîrê dorpêç bike û bifetisîne. Ji ber vê yekê em dibêjin pêwist e her kes li dijî qeyûm dengê xwe bilind bike. Em kurd dê heta dawî meşa xwe berdewam bikin. Bi mehan jî bidome, em ê meşa xwe bidomînin.”

Em mafdar in

Aygul Sîncar Karataş anî ziman ku ew mafdar in û wiha li gotinên xwe zêde kir: “Ji ber ku em mafdar in em ê heta serkeftinê bimeşin. Demokrasî bi rêveberiyên herêmî û xwecihî dest pê dike û pêş dikeve. Demokrasî bi hilbijartina nûnerê ku ji aliyê hemû jin û ciwanên ku li wê herêmê dijîn ve dest pê dike. Eger vîna gel û hilbijêrê gel neyê naskirin, gel jî dê meş û çalakiyên xwe berdewam bikin. Dê daxuyaniyan jî bide çapemeniyê û bi rêbazên çalikên cuda têkoşîna  xwe berdewam bike. Em kurd sed sal in bi Plana Islahata Şerqê, bi komkujî û koçberiyan, bi faîlên nediyar re dijîn. Me gelek komkujî, koçberî û kuştin dît. Em êrîşên li dijî vîna gel û qeyûman qebûl nakin. Em ê heta dawî têbikoşin. Heta ku em Mehmet Siddik Akiş û Vîyan Tekçe dîsa wekî Hevşaredar bînin cihê wan em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.”

Colemêrg cihê vîn û çanda kurdan e

Aygul Sîncar Karataş li ser çima  Colemêrg? Jî rawestiya û wiha berdewam kir: “Vîna kurdan li Colemêrgê pir bi hêz e. Dîsa li wir rewşa şer jî heye. Bi qeyûm dixwazin şer jî gur bikin. Dixwazin gelê herêmê wekî ‘teror’ nîşan bidin û li gorî xwe kesên hatine hilbijartin li hemberî gelê  Tirkiyeyê wekî ‘terorîst’ bide nîşan. Dixwaze bi vê yekê xwe rewa bike û cihê xwe çêke. Lê di 31’ê Adarê de dema me Şaredarî bi dest xist, me dît ku bi milyonan nelirêtî kirin. Hemû şaredarî şelihandin. Kevçiyek jî li hundirê şaredariyê nehiştin. Hemû mal û milkê li şaredariyê birin an jî firotin. Ji bo pirsa ‘Çima Colemêrg?’ Em dikarin bibêjin, Colemêrg, cihê vîn, çand û hebûna kurdan e. Vîn û çanda  kurdan li vir pir xurt e. Gelê Colemêrgê dîroka xwe zane û ciwanên wê û jinên wê pir çalak in. Lê îro li Colemêrgê politikaya şerê taybet pêş dixin. Fihûşê û tiryake pêş dixin. Dixwazin bi fihûş û tiryakê ciwanên me birîzinin. Ji ber vê yekê bi taybetî qeyûm tayînî Colemêrgê kir. Lê em dibêjin me bi ciwanî dest pê kir û em ê bi ciwanî berdewam bikin. Dibêjin li şûna jinek biçe çiyê bibe gerilla bila li vir tev li fihûşê bibe. Dixwazin gelê kurd birizînin. Ji ber vê yekê Colemêrg hilbijartin.  Em dibêjin Colemerg bajarekî me yê xurt e û em li Colemêrgê qeyûm qebûl nakin.”

Sîncar, li ser pratîkên qeyûman jî rawestiya û wiha pêde çû: “Em dibînin ku roja çawa ku qeyûm tayin dikin li dora avahiyên Şaredariyan dîwarê betonî dipêçin. Hundirê şaredariyê li gorî jiyana xwe ava dike. Vîn û daxwaza gelê derve qet nagire ber çavan û vîna gel nas nakin. Li wir nelirêtiyê dikin û xwe didin jiyandin. Şaredariyê nake. Tenê wekî versîyonek biçûk a îktîdarê tev digere.”

Qeyûm dixwaze jinan bê nasname bihêle

Karataş bal kişand ser cudahiya qeyûm û şaredariyên gel û wiha berdewam kir: “Qeyûm tên tayînkirin. Ji ber ku tên dayînkirin û nayên hilbijartin, tu aliyê wan ên rewa tune ye. Ew bi dengan nehatine hilbijartin. Ji bo vê yekê jî bi awayekî faşizan tev digere. Vîna gel nas nake. Karê wan paqijî, çêkirina rê û xizmeta gel e. Qeyûmên berê çawa hatin tayinkirin, ewil saziyên jinan girtin. Dema em li rastiyan binerin, rêveberiyên herêmî bi hemûna jinan bi hêz in. Dema qeyûm tê ser kar bi girtina malên jinan, di serî de vîna jinan nas nake. Bi vê yekê dixwaze jinan bê nasname bihêle. Dibêje ‘Ez ê we bieçiqînim. Ez we nas nakim.”

Aygul Sîncar, bilêv kir ku kesên ew wan hildibijêrin, vîn û nasnameya gelê wê herêmê ye û got: “Kesên bi vîna gel hatibin hilbijartin, vîna xwe, nasname, çand û zimanê xwe nas dike û lê xwedî derdikeve. Ji ber vê yekê dixwaze gelê xwe şa bike. Daxwazên gel dizane û li gorî daxwaz û pêdiviyên gel tev digere. Ji ber vê yekê divê di nava gel de be. Lê tu derdê qeyûm ye wisa tune ye. Ji ber vê yekê em qeyûman naxwazin. Em ê heta serkeftinê bimeşin. Em dibêjin qeyûm biceheme, biceheme û biceheme.”

Qeyûm û şer bi tecrîdê ve girêdayî ye

Aygul Sîncar Karataş li ser têkiliya qeyûm û tecrîdê jî rawestiya û wiha pêde çû: “Dema em li Kurdistan û Tirkiyeyê dinrerin, em dibînin şer, şerê taybet, kujerên nediyar, qeyrana aborî heye. Ev hemû bi tecrîdê ve girêdayî ye. Eger hûn tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan rakin, hûn ê aştî û aramiyê bînin vî welatî. Eger tecrîd rabe, dê hemû pirsgirêk wekî zincîrê dê çareser bibin. Dê vîna jinê bê naskirin û demokrasî pêş bikeve. Eger tecrîd rabe, dê komara demokratîk ava bibe. Hemû bawerî, ziman û çand dê karibin di nava hevde bijîn. Dê hemû nasname êdî qîmet bibînin. Dê her mirov êdî wekî mirovan bê dîtin û bibe xwedî nirx. Eger tecrîd rabe, dê peyûm rabe. Dê rê li pêş pergala Hevşaredariyê vebe.

Hevşaredarî mifteya demokrasiyê ye

Aygul Sîncar Karataş li ser pergala Hevşaredariyê jî rawestiya û wiha axaftina xwe bi dawî kir:  “Pergala Hevşaredariyê piştî sala 2014’an di rêveberiyên herêmî de ket meriyetê. Pergala Hevserokatiyê ewil di serdema KCD’ê de ket meriyetê. Pergala  Hevserokatiyê di heman demê de mifteya demokrasiyê ye. Mesele ne ji sedî 50 ye. Mesele vîn e. Nûnertiya li wir e. Dive vîna zarokê 5 salî jî bê dîtin, vîna hemû jin, ciwanan bê dîtin. Divê hemû pêkhate xwe di navde bibînin. Em kurd 100 sal in vê zilmê dibînin. Lê dîsa em dibêjin aştî, aştî û aştî. Em dixwazin li tevahiya Tirkiye aştî serwer bibe.”