17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Perwerdehiya zimanê zikmakî mafê gerdûnî ye

Rêxistinên HDP û Partiya Çepên Kesk ên Stenbolê daxuyaniyek hevpar dan û xwestin zarokê kurd bi zimanê zikmakî perwerde bibin

Rêxistinên HDP û Partiya Çepên Kesk ên Stenbolê destnîşan kirin ku mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî mafekî bingehîn e û xwestin astengiyên li pêş perwerdehiya zimanê zikmakî bên rakirin.

Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çepên Kesk ên Bajarê Stenbolê têkildarî sala nû ya 2023-2024’an a perwerdehiyê li avahiyên xwe ku hevpar bikar tînin civîna çapemeniyê li dar xistin. Parlamenterên Partiya Çepên Kesk ên Stenbolê Kezban Konukçu, Çîçek Otlû û Celal Firat, Hevseroka HDP’a Stenbolê Îlknûr Bîrol û Hevberdevka Partiya Çepên Kesk a Stenbolê Beser Çelîk beşdarî civînê bûn. Parlamenter Kezban Konukçu û Celal Firat axivîn. Hevseroka HDP’a Stenbolê Îlknûr Bîrol daxuyanî da û bal kişand ser pirsgirêka perwerdehiyê ya ku bi milyonan xwendekarên kurd ên li Stenbolê pê re rû bi rû dimînin. Bîrol destnîşan kir ku her sal zarokên kurd bê perwrdehiya zimanê zikmakî dest bi sala nû ya perwerdehyê û hînbûnê dikin û wiha got: “Îsal jî zarokên kurd bê zimanê zikmakî dest pê bikin. Ev yek jî nêzîkatiya desthilatdariyê ya li ser neçareserkirina pirsgirêka kurd nîşan dide. Astengkirin û qedexekirina perwerdehiya bi zimanê zikmakî bi pirsgirêka kurd ve girêdayî ye. Nedayîna perwerdehiya bi zimanê zikmakî astengiya herî mezin a li pêşiya demokratîkbûna welat e. Perwerdehiya bi zimanê zikmakî maf e. Divê rê li ber rêyên qanûnî ya zarokên kurd a bi kêfxweşî biçin dibistanê were vekirin. Divê rê li ber rêyên qanûnî yên perwerdehiya zimanê zikmakî were vekirin.”