19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pêşengeke sosyalîst: Aleksandra Kolontay

Mixabin sekna li dijî jinên pêşeng û yên ku di nav şoreşê de cih girtine, ne zêde ketine rojeva dîroknasan, ne jî di wextê xwe de qedr û qiymeta wan baş hatiye zanîn.

Îro dema em bala xwe bidin dîroka şoreşên li gelek deverên cîhanê pêk hatine, navê ku herî zêde derkevin pêşberî me Marks, Engels, Lenîn, Troçkî, Che Guevara, Mao Zedung û hwd in. Bê guman ev şoreşên ku li dijî feraseta desthilatdariyê pêk hatine têra xwe bandor li hin deverên cîhanê kirine û ev şoreşgerên ku bi sekn û pêşengtiya xwe navê wan belav bûye, heta roja me jî bandora wan didome. Lê aliyekî vê meseleyê heye ku ew jî yek ji kêmaniya van şoreşan e. Mixabin sekna li dijî jinên pêşeng û yên ku di nav şoreşê de cih girtine, ne zêde ketine rojeva dîroknasan, ne jî di wextê xwe de qedr û qiymeta wan baş hatiye zanîn.

Yek ji van şoreşên pêk hatine ya bi herî nav û deng şoreşa li Rûsyayê ya bolşevîkan bû. Tenê navê jinên Nadejda-Nadya Krupskaya, Inessa Armand û Alexandra Kollontay û gelek jinên pêşeng ku di şoreşê de cih girtine û cihnegirtina çîrokên wan, hin aliyê kêm ên vê şoreşê nîşanî me dide. Beriya şoreşa 1917’an li Rûsyaya di bin hikmê çar de, hem li gundan hem jî li navçe û bajarên Rûsyayê jin bi her awayî wekee mal û milk-objeyên mêran bûn û hişmendiya baviksalar di asta herî jor de bû. Ev yek herî zêde xwe di qanûnên çaritiyê de jî derdixist holê. Li gorî qanûnên çaritiyê jî jixwe tu qiymeta jinan tûne bû û jin encex herî zêde dikarî bû bibe kole. Yanî hişmendiya mêrsalar wekee gelek deverên cîhanê li Rûsyayê jî di bin hukmê çar de bi heman awayî bû. Bi demajoya Şoreşa Bolşevîk yek ji qevzên yekem wekee beşeke ji şoreşê ew bû ku şert û mercên giran ên kar ên jinan bê guhertin. Yanî yek ji pirsgirêka nîvendî bê guman pozisyona jinan a di qada civakî de bû. Bi kurtasî be jî di vê nivîsê de em ê hewl bidin ku behsa pêşengtiya Aleksandra Kolontayê bikin.

Ji burjûvaziyê ber bi sosyalîzmê ve

Aleksandra Kolontay di sala 1872’yan de li St. Petersburgê tê dinê û ji malbateke burjûva ango ji çîna bajarvanên Rûsyayê ye. Malbata dayika wê ji dewlemendên Finlandiyayê ne, bavê wê jî yek ji generalê artêşa çar bû. Hê di zaroktiya xwe de ligel zimanê zikmakî yê fînî, îngilîzî û zimanê fransizî yê weke zimanê bivênevê yê malbatên aristokratan bû, hîn dibe. Her wiha weke hemû zarokên arîstokratan ew jî bi mamoste û perwerdeyên taybet tê perwerdekirin. Berevajî bendewariyên malbatê û şert û mercên arîstokrasiyê ew berê xwe dide marksîzmê û xebatên li ser Marks û Engels bala wê dikşîne. Li gel nerazîbûnên malbatê di 20 saliya xwe de, di sala 1893’yan de bi endezyarê bi navê Vladimir Kolontay re dizewice û zarokeke wan tê dinê.

Di heman demê de li Rûsyayê her diçe berxwedana karkeran pêş dikeve û ev yek bala Alexandrayê jî dikşîne. Di sala 1894’an de weke gelek jinên di nav rêxistinê de cih digrin êvaran, karkeran perwerde dikin û wan hînî xwendin û nîvîsandinê dikin. Di van qursê perwerdeya êvaran de bi giştî karkerên ku xebatên rêxistinî li febrîqayên lê dixebitîn dikirin tev li dibûn û li van qursan fikrên radikal re dihatin gel hev du û ji belavkirina belavokan heta gelek kar û xebatên ji bo rêxistinê di van qursan de pêk dihatin.

Li gorî lêkolîneran  Aleksandra di sala 1895’an de pirtûka Bebel a bi navê ‘Jin û Sosyalizm’ê dixwîne û ev pirtûk pir li wê bandor dike. Di sala 1896’an de li Petersburgê û derdora wê grevên girseyî çêdibin, ew jî ji bo piştgiriya van grevan hem belavokan belav dike ji aliyê din ve ji bo fona piştevaniyê pereyan kom dike. Aleksandra di van grevan de gelek jinan re rêhevaltiyê dike û di nav jinên pêşeng ên vê pêvajoya rêxistinkirinê de cih digire. Êdî ew jineke birêxistinkirî û bibiryar e. Di sala 1898’an zaroka xwe ji hevjînê xwe re dihêle û ji bo beşa ekonomiyê diçe Zûrîhê, salekê li vir dimîne. Di sala 1899’an de vedigere û êdî yek ji endameke Partiya Rûs a Demokrat a Karkeran e. Di kongreya duyemîn de dema ku RSDİP di encama lihevnekirinê weke bolşevîk û menşevîk ji hev vediqetin jî, Aleksandara di serî de bê biryar dimîne û tev li her duyan jî nabe.

Xebatên ji bo şoreşê

Di dema şoreşa yekem a 1905’an de di meşa roja ku weke ‘yekşema bixwîn’ tê pênasekirinê de Aleksandra jî di nav karkeran de cih digire. Di sala 1908’an de bi sernavê ‘Finlandiya û Sosyalîzm’ gotarekê dinivîse. Di vê gotarê de balê dikşîne ser biçêkirina li dijî çaritiya Rûsyayê û biçekirinê weke riya nebenabe diparêze. Ji ber vê nivîsê biryara girtina wê tê dayîn. Aleksandara bi boneya nekeve destê artêşa çaritiyê berê xwe dide Almanyayê. Di vê pêvajoyê de jî ew navbera nade xebatên xwe yên ji bo şoreşê û heta sala 1917’an bi Partiya Alman a Sosyal Demokrat de cih digre û li gelek welatên weke Brîtanya, Danîmarka, Isveç, Belçîka û Swîsreyê li ser Rûsya û rewşa çaritiyê diaxive. Di heman pêvajoyê de gelek nivîsên ku bal dikişand ser berxwedana karkerên Rûsyayê, marksîzmê û li ser pirsgirêkên bingehîn ên li ser zayendperestiya civakî, nivîsîn.

Beriya destpêka şerê cîhanê yê yekem ji ber ku Aleksandra li dijî Almanya û Avûstûryayê bertek nîşan dide ji hemwelatiya Isvecê tê dersînorkirin. Vê carê berê xwe dide Norvecê û di vê pêvajoyê de tev li xebatên Konferansa Zimmerwaldê dibe û êdî bi awayekî aktiftir di nav xebatên de cih digire. Nivîsa Lenîn a bi navê ‘Şer û Sosyalîzm’ê wergerî zimanê ingilizî dike ji bo çapa wê diçe Amerîkayê. Li Amerîkayê tev li 123 mitîngan dibe û di çar zimanên cuda de axaftinê dike. Di Konferansa Jinên Komûnîst de bi Clara Zetkîn û hwd. re tên gel hev.

Şoreşa 1917’an…

Di meha sibata 1917’an de ku ev dîrok jî weke şoreşê tê zanîn, piştî 9 salan careke din tê welat. hikumeta demkî ya ku ji aliyê derdora çar ve tê îlankirin qebûl nake û her wiha tev li koma li dijî Stalîn û Lev Kamenev dibe. Weke nûnera artêşa leşkerî ya Sovyeta Petersburgê tev li heyeta birêvebirinê dibe. Heta cotmehê jî weke axivêr û nivîskara rojnameya Bolşevîkê Rabotnitsayê dike û her wiha bi jinên aktivist re di nav bolşevîkan de û li sendîkayan xebatênji bo jinan dimeşîne. Di sala 1918’an de bi I. Armand û Nadejda Krupskaya re di nav xebatên Kongreya ‘ Yekemîn a Jinên Gundî û Karker ên Rûsyayê’ re pêşengtiyê dikin. Di sala 1919’an de ev komîsyon beş bi beş bi navê otdel û jenotdel- hatin veguherandin. Berpirsyara vê Jenotdelê Înessa Armand bû lê di sala 1920’î bi mirina Armand re Aleksandra Kolontay dibe berpirsiyara Jenotdel e. Bi vê komîsyonê, hatibû xwestin ku ruhekî sosyalîst bi jinan bidin qezenckirin û di civakê de wekeheviyekê di navbera  zayendperestiyê de belav bikin.

Aleksandra Kolontay ji sala 1926’an li Meksîkayê, ji sala 1927’an heta 1930’an li Norvecê, ji 1930 heta 1945’î sefirî kir û kar û berên diplomasiyê de cih girt.

Bertekên Aleksandrayê

Weke ku mirov di serpêhatiya Aleksandrayê de jî dibîne û ferq dike ku jinên ji Şoreşa Bolşevîkê re pêşengtî kirî kedeke mezin dane, li ber xwe dane û xwe fedayî wê şoreşê kirine. Lê bê guman çawa dîroka hişmendiya bavkaniyê jin tune hesibandine ev yek di dawiya Şoreşa Bolşevîkan de jî bi heman awayî derdikeve pêşberî me. Aleksandra Kolontay di pêvajoya piştî şoreşê de ji bo rêxistinkirin û pêşeroja jinan, ji bo veguherîna rola jinan di nav gelek xebatên hikumeta bolşevîkê de cih girt.

Piştî salên 1930’an ku di polîtîkayên rêveberiya bolşevîkan de ango bi rêveberiya Stalîn re gelek guherînên ber bi desthilatdariyê ve diçin û ‘yekitî’ êdî cihê xwe ji otorîtebûyînê re dihişt. Li ser van polîtîkayên ber bi otokrasiyê ve Aleksandra û gelek kesên ku ji şoreşê re pêşengtî dikirin, qebûl nedikirin. Yek ji vê mînakê jî Peymana Aştiyê ya Brest Lîtovskê bû. Ji ber ku ev peyman mafê karkerên finlandî tune dihesibandin û ew li ber zilma serdestan dihişt. Li dijî vê peymanê li  Ukrayanayê jin bi rêxistin kirin.

Bi kurt û kurmancî Aleksandra Kolontay jiyaneke têra xwe tije berxwedana ji bo şoreşê û ji bo birêxistinkirina jinan jiya û di 9’ê adara 1952’yan de di 80 saliya xwe de qeyrana dil derbas kir, çû ser dilovaniya xwe.