3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Peşkên şerê li Xezayê giha Yemenê jî

Amerîka, Îngilîstan û 8 welatên din der barê êrîşên ku li Yemenê li dijî çekdarên Hûsiyan hatin kirin de daxuyaniyek hevpar dan.

Daxuyaniya ku ji hêla hikûmetên Awistralya, Bahreyn, Kanada, Danîmarka, Almanya, Holanda, Zelanda Nû, Koreya Başûr, Qiraliyetên Yekbûyî û Dewletên Yekbûyî ve hatî dayîn, hate gotin ku “armanca êrîşan têkbirin û kêmkirina êrîşên Hûsiyan û gefên wan ên li dijî bazirganiya cîhanî û rêya keştiyan ya avê ya herî girîng.”

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Amerîka û Îngilîstanê bi piştgiriya Hollanda, Kanada, Behreyn û Awûstralyayê, li gorî peymanê, li gorî destûrê êrîşên hevpar di çarçoveya mafê xweparastinê de pêk anîne.”

Serokê Amerîkayê Joe Biden jî di daxuyaniyekê de got: “Bi rêberiya min, hêzên leşkerî yên Amerîkî bi hevkariya Ingilîstan û bi piştevaniya Awustralya, Bahreyn, Kanada û Hollanda – li Yemenê êrişên serketî li dijî hejmareke armancên çekdarên Hûsî pêk anîn. Ev êrîş ji bo misogeriya azadiya bazirganiyê ya keştiyan li yek ji girîngtirîn rêyên avê yên cîhanê, hatine kirin.”

Ji aliyekî din ve Hûsiyan jî piştî van êrîşan bi daxuyaniyekê aşkera kirin ku ew dê êrîşên xwe yên li dijî keştiyên ku wan wekî hedefrên dijmin dibînin, bidomînin.