12 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pierre Barbier: Ocalan çareseriyê nîşan dide

Sekreterê Giştî yê Partiya Çep a Fransayê Pierre Barbier bal kişand ser rola Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a di çareserkirina pirsgirêka kurd de û wiha got: ji ber “Bîrdozî û fikrên Ocalan, çareserkirina pirsgirêkên civakî pêşkeş dike, lewre Ocalan di tecrîdê de ye.”

Partiya Çepên Kesk di 15’ê cotmehê roja yekşemê de li Eywana Werzîşê ya Ataturkê ya Enqereyê 4’emîn Kongreya Mezin a Asayî li dar xist. Azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û daxwaza çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd mohra xwe li kongreyê da. Ji welatên cuda gelek delegasyon tev li kongreyê bûn û bal kişandin ser tecrîda li Îmraliyê û têkoşîna gelê kurd û peyamên piştevaniyê dan. Sekreterê Giştî yê Partiya Çep a Fransayê Pierre Barbier ji ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.

Barbie, diyar kir ku gelê Fransayê li dijî tecrîda girankirî ya ku 25 sal in li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin bi gelê kurd re ye. Barbie, wiha domand: “Tecrîda li dijî Ocalan, li dijî hiqûq û mafên navneteweyî ye. Haya xelkê Fransayê ji rewşa Ocalan a li girtîgehê heye. Hefteyek berê kurdan meşek li dar xist û fransî jî tev li bûn. Hemû kesên li Fransayê dijîn hay ji vê rewşê heye û gelek kes dê tev li van çalakiyên ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Ocalan bên lidarxistin bibin.”

Hêrsa gelê kurd

Di berdewamê de Barbier, qêrîna azadiya fîzîkî ya bi hezaran kesan a ji bo Abdullah Ocalan weke “hêrseke aştiyane” pênase kir û wiha pê de çû: “Gelê kurd biisrar e ku rêberê wan azad bibe. Min ev yek dît. Hêrseke pir mezin heye lê di heman demê de ev hêrseke aştiyane ye. Ji ber ku zîhniyeta li Tirkiyeyê ya di halê hazir di meriyetê de protesto dikin û dixwazin biguherînin. Hêrsa ketina nava liv û tevgerê û daxwaza guherandinê ye.”

‘Ocalan çareseriyê pêşkêş dike’

Barbier, bal kişand ser rola Abdullah Ocalan a di çareseriya pirsgirêka kurd de û axaftina xwe wiha qedand: “Sedema esasî ya ragirtina Ocalan a di girtîgehê de, sekna wî ye. Ne tenê kurdan lê gelek kesan temsîl dike û ji bo guherandina civakê gelek tiştan dike. Ya ku hikûmeta tirk ditirsîne jî ev e. Fikr û bîrdoziya ku Ocalan pêşkeş dike, çareserkirina pirsgirêkên civakê pêşkeş dike. Lewma Ocalan di tecrîdê de tê ragirtin. Heke Ocalan azad bûya, heta niha wê gelek tişt li Tirkiyeyê bihatina guhertin.”