6 Temmuz, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pinar Sakik Tekîn: Di felaketa şewatê de jî cihêkarî hat kirin

Hevseroka DEM Partiyê ya Bajarê Amedê Pinar Sakik Tekîn anî ziman ku dewletê, di felaketa şewatê  de jî cihêkarî kiriye û got dewletê piştî 12 saetan hê dest li şewatê werdaye

Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Pinar Sakik tekîn şewata li Amed û Mêrdînê weke ‘felaketê’ pênase kir û got, “Yekane berpirsyarê şewatê DEDAŞ bi xwe ye.”

Şewata ku şeva 20’ê Hezîranê li navçeya Şemrex a Mêrdînê û navçeya Çinar a Amedê destpê kir li qadeke ji 66 kîlometreyî belav bû ku gundên Kelekê, Dirînê, Tobînî û Herberê di nav de bûn. ji ber şewatê 15 kesan jiyana xwe ji dest dan, 78 kes jî birîndar bûn. Şahidan diyar kirin ku li gundê Tobînî yê navçeya Çinarê têlên ceyranê yên kevnbûyî li hev ketin û çirûska ji ber vê yekê ket erdê bû sedema şewatê. raporên saziyan û lêkolîna destpêkê ya dozgeriyê vê yekê piştrast dike. Walîtiya dewleta Tirk a li Amedê berevajî vê yekê hewl da DEDAŞ’ê biparêze. Îdîaya walîtiyê ji aliyê Alîkarê Wezîrê Karên Hundir Munîr Karaloglû ve nehat piştrastkirin.

Hevseroka Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) ya Amedê Pinar Sakik Tekîn li ser mijarê ji ANF’ê re axivî û got, “Ji ber xemsarî û bêtedbîriyê ev felaket qewimî. Em bi hemû pêkhateyên xwe bi hawara gelê xwe ve çûn, me şewat vemirand, êş parve kir. Êşa gelê me êşa me ye.”

DEDAŞ’ê guh neda hişyariyan  

Pinar Sakik Tekîn destnîşan kir ku DEDAŞ bûye belayê serê gelê Kurdistanê û got, “Em nikarin ji vê bûyerê re bibêjin qeder e. Bi sûcdarkirina gel nikarin ji binê vê berpirsyariyê rabin. Mixabin Şîrketa Belavkirina Elektrîkê ya Dîcleyê (DEDAŞ) xemsarî kir, tedbîr wernegirt, lewma ev felaket hate serê me. Giliyên gelê me ji nedîtî ve hat. Li gel hişyariyan jî daxwaz û giliyên gel nedît. Ev nêzîkatî ne ya qebûlkirinê ye.”

Dewletê bersiv neda felaketê

Pinar Sakik Tekîn diyar kir ku li gel israra gel jî dewletê piştî 12 saetan alîkarî gihand cihê şewatê û got, “Me di erdhejê de jî dît, dewletê piştî 36 saetan bersiv dabû. Di vê felaketa şewatê de jî piştî 12 saetan hewl da bersivê bide lê belê têrê nekir. Bi taybetî di bûyerên li cografya Kurdistanê de ev helwesta xemsar a dewletê me dixe nava fikaran. Di felaketan de jî cihêkarî tê kirin. Dema mijar dibe Kurd û zerar li Kurdistanê dibe hingî dewlet xwedî lê dernakeve.”