28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pirsgirêkên ku li hêviya hikûmeta Iraqê ne

Bi hilbijartina serokkomarê Iraqê re yek ji pirsgirêkên li pêşiya avakirina hikûmeteke nû hate çarserkirin. Lê hîna gelek pirsgirêkên din li pêşiya avakirina hikûmeteke nû hene. Piştî salek di ser hilbijartinan re derbas nû beriya 2 rojan nû pirsgirêka hilbijartina serokkomarê Iraqê hate çareserkirin û Abdulatîf Reşîd wekî serokkomarê Iraqê hate hilbijartin.

Êdî di nava nakokî û aloziyên di navbera aliyên siyasî ên Iraqê de barekî giran dikeve ser milê serokwezîr Muhemed El Sûdanî û divê di nava 30 rojî de hikûmeteke nû ava bike.

Avakirina hikûmeteke nû li Iraqê di nava van nakokiyên mezin ê di navbera aliyên siyasî de karekî ne hêsane. Bi taybetî di rewşa parçebûn û pergala parvekirina rayeyên hikûmetê di navbera aliyên cuda û dijber de dê zehmetiyên mezin bi xwe re bîne.

Li gorî daxuyaniya Rênad Mensûr lêkolînerê saziya Shatam House ku ji ajansa Frans Press re daye xuyakirin wiha behsa mijara parvekirina desthilatiyê dike û dibêje: “Dema ku mijar bigihê asta parvekirin wezîr û rayedarên payebilind ên dewletê dê alozî û krîzên mezin di nava aliyên siyasî de dîsa derkevin holê.”

Mensûr di berdewamiya axaftina xwe de balê dikişîne ser rêjeya bêkaran û xizaniyê û wiha dibêje: “Li welatekî wekî Iraqê ku bi petrola xwe zengîne ji 42 milyon kesên ku lê dijîn ji her 10 ciwanan 4 ciwan bêkar in. Her wiha zêdeyî sê parên gelê Iraqê di sînorê xizaniyê de dijî.”

Ji aliyekî din ve jî pirsgirêka têkoşîna bi gendeliyê re heye, krîza aborî heyeû rêjeya bêkariyê di nava ciwanan de gelekî zêde ye. Her wiha mijara çekên di destê komên çekdar û milîsan de bi serê xwe pirsgirêkeke û divê were çareserkirin.

Hêjayî gotinê ye ku piştî civîna parlamentoyê û hilbijartina serokkomar û serokwezîr çavên her kesî li ser berteka tevgera Sedir bû. Tevgera Sedir di vê der barê de daxuyanî da û tê de wiha hate gotin: ” Nabe ku tu endamekî tevgera Sedir tev li vê hikûmetê bibe, hikûmeta ku serokwezîr Muhemed El Sûdanî ava bike dê berdewama hikûmeta berî ya gendî û bêrêtiyê be.”