22 Haziran, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pişîka min

Weşanxaneya Nûbiharê di çarçoveya kampanyaya bi navê “25 hezar xwendekar 25 hezar kitêb” de 25 hezar pirtûk çap kir.

Weşanxaneya Nûbiharê pirtûka Mîkaêlê Reşîd a bi navê Pişîka Min çap kir û di çarçoveya kampanyekê de li zarokên kurd belav dike. Weşanxane di çarçoveya kampanyaya bi navê “25 hezar xwendekar 25 hezar kitêb” de 25 hezar pirtûk çap kir. Weşanxaneya Nûbiharê derbarê vê pirtûkê û xebatên ku li ser wê pêş xistine van tiştan dibêje: “Xwendevanên hêja; Ev kitêb cara ewil di sala 1965’an de li Yêrêvanê çap bû. Wê çaxê gelek zarokên kurdan yên ku dersa zimanê kurdî digirtin helbestên di nav vê kitêbê de ji ber kiribûn û kêfa wan jê re pir hatibû. Dema me di arşîvan de ev kitêb peyda kir, ji ber delalî û balkêşiya helbest û wêneyên di nav de, me got lazim e em careke din îcar bi tîpên latînî çap bikin û li xwendekarên dibistana navîn yên ku dersa kurdî ya hilbijarî wergirtiye, belav bikin. Loma me li gorî hejmara xwendekaran kampanyayeke bi navê “25 hezar xwendekar 25 hezar kitêb” li dar xist û bi saya camêrî û dilsoziya xelkê xwe niha ji vê kitêbê 25000 heb çap û belav dikin. Di serî de rehmet li giyanê Mîkaêlê Reşîd û An. Gasparyan be ku bi saya wan ev xebat pêncî û neh sal berê pêk hat. Her weha em wek weşanxaneya Nûbiharê spasdarê her kesekî ne ku keda wan di vê xebat û kampanyayê de heye. Bi hêviya ku zarokên me jî van helbestan bi kêf bixwînin û bigihîjin zewqa xwendinê.”

Pişîka Zozan û Gulê belek e.

Gelo pişîka me çi reng e?

Spî, reş, qehweyî, gewr yan belek.

Zozan û Gulê serê pişîka xwe dişon.

Gelo em jî serê pişîka xwe neşon?

Lê bila av pir germ nebe.

Îcar pişo ji serşûştinê hez nake.

Pişîka Zozan û Gulê nêçîrvan e.

Nêçîrvanê mişkan.

Gelo pişîka me jî nêçîrvan e?

Pişo nexweş bikeve,

emê gazî beytar bikin.

Weku pişîka Zozan û Gulê.

Lê pişo çilekiyan bike emê çi bikin?

Nizanim. Ka em ji

dayê û bavo bipirsin!

Yan em weku Pîrê pişo bavêjin derva?