26 Haziran, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Piştî 211 rojan bi Silêman Ehmed re hevdîtin kirin

PDK’ê 221 roj berê edîtorê beşa Erebî yê Ajansa ROJNEWS’ê Silêman Ehmed revandin û windakirin. Piştî zext zêde bûn, PDK’ê hişt ku parêzer biçin hevdîtina Ehmed û bi malbata xwe re bi rêya telefonê baxive.

Rojnamevan û edîtorê beşa erebî yê ajansa Rojnewsê Silêman Ehmed ku 211 roj agahî jê nehatin girtin. Piştî 221 rojan parêzeran karî pêre hevdîtin bikin. Asayişa PDK’ê 221 roj berê Silêman Ehmed binçav kiribûn û winda kiribûn.

Parêzerê Silêman Ehmed Beşdar Hesen diyar kir ku li gel parêzeran Rêvîng Yasîn, Kameran Sarmemî û Rêbaz Wisû ji bo parastina dosyaya rojnamevan (Silêman Mihemed Ehmed) serdana Dadgeha Lêkolînê ya Duhokê û Rêveberiya Asayîşa Duhokê kirin ku ji aliyê Serokê Desteya Mafên Mirovan Muna Yaqo û Rêveberê Giştî yê Peywendiyên Desteya Mafên Mirovan Silêman Muhsîn Rêveberê Giştî yê Ragihandina ev hevdîtine ji wan re tertîpkirin û got; “Em gelek şanazin ku me karî îro rojnamevan Silêman Ehmed ji nêz ve bibînîn.”

Parêzer Beşdar Hesen derbarê hevdîtina bi Silêman Ehmed re wiha got; “Em bi Silêman Ehmed re li odeyekê rûniştin. Di hevdîtinê de Silêman Ehmed spasiya hemû kesên ku ji bo wî hewl dane kir û silavek taybet ji hemû xebatkarên Ajansa Rojnewsê re şand. Her wiha Silêman Ehmed spasiya hemû rêxistin, sendîka, rojnamevan û welatparêzan kir ku hewl dane wî azad bikin. Em gelek keyfxweşin ku me rewşa tenduristiya wî baş dît, tenê daxwaza wî ew bû ku heta serbest bê berdan zextên heyî berdewam bike.”

Parêzerê Silêman Ehmed Beşdar, tekez kir ku niha li gor madeya 1 ya yasaya jimare 21 ya sala 2003 ya Parlamentoya Kurdistanê, ku girêdayî ‘têkdana ewlekariya netewî’ ye, zêdetir ji 7 mehane ji aliyê dadwer ve tê ragirtin û got; “Lêbelê heta niha tu tomet li ser wî nehatine tesbîtkirin. Me parêznameya wî wergirt û piştre serdana dadwerê Dadgeha Lêkolînê ya Asayîşa Duhokê kir û got deriyê me ji we re wek parêzer vekirî ye.”

Parêzerê Ehmed, Beşdar Hesen di dawiyê de wiha got; “Emê di demên pêş de ji bo ku doza wî bibin dadgehê xebatên xwe zêdetir bikin û ji xelkê re ragihînin ku çi rojek Silêman Ehmed bê dadgehkirin wê bê berdan. Em geşbînîn ku bi kêfxweşî mizgîniya berdana wî didin. Bi gotina wî, heta niha bi tiştên tê tometbarkirin nehatiye ispatkirin û di dema lêpirsînê de derketiye holê ku bi awayekî fermî çûye Rojavayê Kurdistanê û vegeriyaye û xwediyê destûra rûniştinê ye.”

Rojnamevan û Edîtorê beşa Erebî yê ROJNEWS’ê Silêman Ehmed roja 1’ê Cotmeha 2023’yan ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Silêman roja 25’ê Cotmeha 2023’yan dema xwest di Deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û 211 rojbûn agahî jê nedihat girtin

Di 211 rojan de Rojnewsê û Çapemeniya Azad, rojnamevanên Kurdistanê û derveyî welat dest ji têkoşîna ji bo eşkerekirina aqûbet û berdana Silêman Ehmed berneda, ji bo vê yekê roj bi roj zext û hewlên xwe yên sivîl û medyayî berfirehtir û xurtir kirin. Herwiha ji aliyê Desteya Mafên Mirovan ya Herêma Kurdistanê û Sendîkaya Rojnamevanan ya Herêma Kurdistanê, Navenda Metro, sazî û rêkxistinên cuda yên mafên mirovan li ser asta navxweyî û navnetewî zext û têkoşîneke mezin ji bo berdana Silêman Ehmed raber kirin.