5 Temmuz, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Piştî 250 rojî rojnameger Silêman Ehmed derxistin dadgehê

Danişîna rojnameger Silêman Ehmed ê ku 250 roj in PDK’ê ew dîl girtiye li 1’emîn Dadgeha Sûc a Dihokê hat dîtin. Dadgehê doza rojnameger Silêman taloqî 29’ê tîrmehê kir.

Rojnameger û edîtorê beşa erebî yê Rojnewsê Silêman Ehmed dema ji hevdîtina malbata xwe ya li Helebê vedigeriya Silêmaniyê, Asayişa PDK’ê li deriyê Pêş Xabûrê revandin. Bi mehan derbarê rojnameger Silêman de agahî nehatibûn girtin. Li ser bertekên gelê kurd û saziyên naebteweyî neçar man ku cihê rojnameger Silêman ji raya giştî re aşkere bikin. Her çiqasî, cihê wî aşkere kirin nehiştin ku parêzeran di 22’yê Gulanê de karîn hevdîtinê li gel Silêman Ehmed bikin. Rojnameger Silêman Ehmed 250 roj in di girtîgeha PDK’ê ya Dihokê de tê girtin. Herî dawî 3’yê hezîranê 1’emîn Dadgeha Sûc a Duhokê biryar da ku danişîna rojnameger Silêman di 30’ê hezîrande were dîtin. Danişîna Ehmed li Dadgeha Dihokê danişîna Silêman Ehmed pêk hat. Dadgeha Dihokê danişîn taloqî 29’ê tîrmeha 2024’an kir.

Li gorî agahiyên Rojnewsê, Asayîşa Dihokê ya PDK’ê, belge û kelûpelên rojnamegerî yên Silêman Ehmed ji bo dadgehê neşandiye û dadwer jî bi hêceta nexweşiyê amade nebûye. Bi van hêcetan danişîna ji bo 29’ê tîrmehê hatiye taloqkirin.

Parêzerê Silêman Ehmed, Beşdar Hesen derbarê doza muwekîlê xwe de ji Rojnewsê re axivîbû û wiha gotibû; “Piştî ku destûra hevdîtina bi Silêman Ehmed re hate dayîn, hate erêkirin ku em parêzertiya wî bikin. Dadgeha Sûc ya Duhokê roja 30’ê Hezîranê weke roja yekem a rûniştina dadgehê ya doza Silêman Ehmed diyar kir.”

Der barê madeya ku Silêman Ehmed pê tê darizandin, parêzerê wî Beşdar Hesen gotibû; “Ew madeya ku muwekîlê me Silêman Ehmed pê tê darizandin, madeya yek ya yasaya hejmar 21 ya sala 2003’yê ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê ye ku taybete bi têkdana ewlekariya Herêma Kurdistanê.”