26 Haziran, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Piştî 30 salan hat berdan

Girtiyê siyasî Şehmuz Îlhan, piştî 30 salan girtî ma, ji Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê derket.

Girtiyê siyasî Şehmuz Îlhan, piştî 30 salan ji Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê derket. Malbata Îlhan, ji bo wî pêşwazî bike ji Silopiyaya Şirnexê hat Wanê. Rêveberên Komeleya Alîkariya Bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TÛHAY-DER) li gel malbatê Îlhan pêşwazî kirin. Îlhan li ber girtîgehê bi çepikan û tilîliyan hat pêşwazîkirin. Îlhan piştî kesên ew pêşwazî kirin silav kir, tevî malbata xwe ber bi Silopiyayê ve bi rê ket.

Îlhan, di sala 1994’an de li navçeya Silopiya ya Şirnexê hat binçavkirin. Îlhan piştî îşkenceyeke giran a di binçavan de ji aliyê Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) ve bi îdiaya “xerakirina yekîtî û yekpareyiya dewletê” hat girtin û cezayê muebedê lê hat birin.