2 Haziran, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Piştî 30 salan hate berdan

Halîs Tekîn ê 30 sal in girtîye, ji Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Amedê hate berdan.

Halîs Tekîn ê 50 salî ku li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Amedê dihat girtin, piştî 30 salan li girtîgehên cuda girtî ma, hat berdan. Malbata Tekîn û rêveberên Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) Tekîn li pêşiya girtîgehê bi çepik û tililiyan pêşwazî kir. Tekîn li pêş deriyê girtîgehê anî ziman ku silavên hemû girtiyan hebûn. Piştre jî Tekîn li gel malbata xwe derbasî mala xwe ya li Amedê bû.
Kurteçîroka Halîk Tekîn wiha ye:
Di sala 1994’an de hate binçavkirin û li Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) hate darizandin. Dadgehê, bi îdiaya “xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” cezayê muebbetê da wî. Di van 30 salên xwe yên girtî de li girtîgehên Amed, Êlih, Mêrdîn û Midyadê ma. Di 20 saliya xwe de ketibû girtîgehê, di 50 saliya xwe de tehliye bû. Di heman demê de di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de cih digirt.