26 Haziran, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Piştî 30 salan ji zindanê derket derve

Girtiyê siyasî Nûrettîn Çelîk piştî 30 sal û 2 mehan di zindanê de ma, serbest hat berdan.  Girseyê Çelîk li Colemêrgê bi gul, meşale û tilîliyan pêşwazî kir.

Girtiyê siyasî Nurettîn Çelîk ê 30 sal û 2 mehan girtî ma, herî dawî li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê girtî bû. Nûrettîn Çelîk piştî 30 salan û 2 mehan li zindanê ma, serbest berdan. Çelîk ku di sala 1994’an de di 23 saliya xwe de li navçeya Bazîd a Agiriyê ji ber sedemên siyasî hatibû binçavkirin û bi îdîaya “Xerakirina yekîtiya dewletê” li Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) cezayê muebetê lê hatibû birîn. Çelîk 30 sal in li Erzirom, Mûş, Stenbol, Sêrt, Wan û herî dawî li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê girtî ma. Çelîk, di 24’ê nîsanê de cezayê xwe xelas kiribû, lê Desteya Rêveberî û Çavdêriyê ya Girtîgehê (ÎGK) bi hinceta ku Çelîk “nebaş e” înfaza wî 3 meh taloq kiribû. Tevî ku Çelîk ji bo biryara ÎGK’ê serî li Dadgeriya Înfazê da jî heyeta dadgehê biryara ÎGK’ê guncaw dît. Li dijî biryara Dadweriya Înfazê Çelîk serî li Dadgeha Cezayê Giran a 1’emîn a Agiriyê da. Dadgehê biryara ÎGK û Dadweriya Înfazê betal kir û biryara berdana Çelîk da. Piştî biryarê Çelîk duh êvarê ji girtîgeha ku lê dihat ragirtin derket.

Gel ew bi coş pêşwazî kir

Gel di pêşengiya DEM Partî û DBP’ê de li Qada Azadiyê ya li ser rêya Colemêrg-Wanê bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan”, “berxwedan jiyan e” Nûrettîn Çelîk pêşwazî kir. Di merasîma pêşwazîkirinê de parlamenter û rêveberên DEM Partiyê û DBP’ê endamên malbatê Çelîk bi coşek mezin pêşwazî kirin. Girseyê, bi gul, fîşekên hewayî, meşale, çepik û tilîliyan Çelîk pêşwazî kirin.

Piştî pêşwazîkirinê Çelîk bi konvoyeke mezin ber bi mala xwe ya ji dayik bû rê ket.