18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Piştî 30 salan serbest hate berdan

Kemal Kaplan ê ku 30 salan girtî ma, piştî 30 salên wî li girtîgehê temam bûn hate berdan. Kaplan, anî ziman ku bi bawerin ku pêşeroj dê ya wan be

Kemal Kaplan ê ku 30 salan girtî ma, piştî 30 salên wî li girtîgehê temam bûn hate berdan. Kaplan, anî ziman ku bi bawerin ku pêşeroj dê ya wan be.

Kemal Kaplan (58) ê ku li Girtîgeha Tîpa L a Balikesîrê dihat ragirtin, piştî 30 salan girtî ma, serbest hate berdan. Kaplan, di 28 saliya xwe de kete girtîgehê û di 58 saliya xwe de derket. Di sala 1993’yan de li Îzmîrê hate binçavkirin û şandin Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM). DGM’ê jî bi îdiaya “Hewl dide beşeke xaka di bin serweriya dewletê jê veqetîne” cezayê muebbetê da Kaplan.

Malbat, heval, rêveberên Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE TUHAYDER) û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Balikesîrê Kaplan li pêşiya  girtîgehê pêşwazî kirin. Kaplan, li pêşiya girtîgehê axaftineke kin kir û wiha got: “Êdî niha li derveyî girtîgehê me û gelek keyfxweş im. Li gel keyfxweşiyê, li hêla din jî xemgîn im. Ji ber ku bi hezaran hevalên me li hundir in. Dema mirov ji girtîgehê derdikeve nikare tam bibêje ‘ez azad im.’ Niha hem keyfxweşiyê û hem jî xemgîniyê bi hev re dijîm. Ji roja destpêkê heta niha em her tim bi hêviya rojên xweş jiyan. Em bibawerin ku pêşeroj dê ya me be.”

Piştre jî Kaplan tevî malbata xwe ber bi bajarê xwe Mêrdînê ve kete rê.