17 Eylül, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Piştî fermanê civak li xwe vegeriya’

Rêvebirê Navenda Çand û Hunerê ya Şangalê Kerwan Şengalî anî ziman ku ji ber civaka êzidî her dem hewl daye çanda xwe bijî û biparêze bûye  hedefa ewqas fermanan.

Rêvebirê Navenda Çand û Hunerê ya Şangalê Kerwan Şengalî ji bo xwedî derketina li çanda êzdiyatiyê wiha got: “Bi şerê taybet ê ku dihat lîstin hin taybetmendiyên êzidiyan di nav civakê de wek tiştek eyb dihatin dîtin. Lê piştî fermanê bi saya şagirt û şervanên Rêber Apo rêxistinbûnek hat avakirin.”

Di 3’yê Tebaxa 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê êrîşê civaka êzidî kir. Di êrîşên DAIŞ’iyan de bi hezaran êzidî hatin kuştin û kesên ku ji komkujiyê rizgarbûn neçarê koçberkirinê bûn. Piştî ku şervanên HPG’ê çûn hewara êzidiyan Şengal ji çeteyan hat paqijkirin.Ji ser ferman 74’emîn a ku li ser êzidiyan pêk hat de 10 sal derbas bûn. Em der barê guhertina çand û hunera li Şengalê pêk hatiye bi rêvebirê Navenda Çand û Hunerê ya Şangalê Kerwan Şengalî  re axivîn.

Kerwan Şengalî  di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser fermanên ku li ser êzidiyan pêk hatine û ev tişt anî ziman: “Ji ber ku civaka êzidî ji duh heta îro tim hewl daye çanda xwe bijî û biparêze bûye  hedefa ewqas fermanan. Kesên ku êrîşê me dikin dixwazin çanda me û civaka me ji holê rabikin, lê civakê tim xwe parastiye.” Şengalî da zanîn ku beriya fermana dawî rêxistinbûneke baş di nav civakê de tunebûye û wiha axivî: “Beriya fermanê oldarên êzidiyan bi awayeke rêxistinî li hev kom nedibûn û nedigotin ji bo pêşerojê em çi kar deynên pêşiya xwe. Jixwe bihatana gel hev jî ji aliyê ciwanan ve zêde nedihatin guhdarkirin.  Lê piştî ku civaka êzidî ji aliyê HPG’ê ve hat rizgarkirin û rêxistinkirin di nav civakê de ciwanên êzidî çalaktir tev li xebatên parastina çanda xwe bûn.”

Kerwan Şengalî di axaftina xwe de da zanîn ku bi şerê taybet ê ku li ser civakê dihat meşandin ciwan ji taybetmediyên xwe şerm dikirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi şerê taybet ê ku li ser civaka êzidî dihat lîstin de hin taybetmendiyên êzidiyan di nav civakê de wek tiştek eyb dihatin dîtin. Mînak di nav êzidiyan de cilên spî tevî ku xwedî cihek bi wateye jî di salên dawî de anîbûn asteke ku ciwanan êdî wan li xwe nedikir. Lixwekirinê wek tiştek şerm didîtin. Lê piştî fermanê bi ew rêxistinbûna civakê re êdî ciwan jî li taybetmendiyên xwe vegeriyan û niha xwedî li van nirxên xwe derdikevin.”

Rêvebirê Navenda Çand û Hunerê ya Şangalê Kerwan Şengalî  di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Niha ji bo parastina çand û hunera êzidiyan xebat li Xanesor, Şengal, Tilezêr û Serdeştê xebat bi awayeke aktif tên meşandin. Her wiha komîteyên girêdayê çandê di meclis û gundan xebatên xwe dimeşînin. Niha di bin banê saziyan de dersên folklor, dengbêjî, şano, senaryo û fêrkirina amûrên muzikê tên dayîn.  Her wiha Sitiya Nexşan jî saziyeke xweser a jinan e û xebatên xwe dimeşîne. Ev hevgirtin û rêxistinbûna saziyên çandê piştî fermanê bi saya şagirt û şervanên Rêber Apo hat avakirin.”