7 Eylül, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Piştî helîkopterê çoltara Heskifê bombe kir daristan şewitî

Li gundê Bilexşê yê navçeya Heskîfê, di encama bombebarana helîkopterê de şewat derket. Kêliyên bombebaranê û derketina şewatê bi kamera û wêneyan hatin qeydkirin.

Di hefteyên dawî de şewata li çiya û çoltarên Kurdistanê zêde bûye. Hin caran ji ber DEDAŞ zêde enerjiyê dide xetên ceyranê, agir ji têlên ceyranê davêje derdorê û agir bi zevî û daristanê dikeve. Hin caran piştî leşker herêmê bombe dike agir bi zeviyan dikeve. Di şewatan de zirareke mezin digihije bax û baxçeyên welatiyan, berhemên çandiniyê, daristan û xwezayê. Xweza talan û wêran dibe. Sewal dişewitin. Herî dawî dema helîkopterê çiyayê Kurdistanê bombe dikir, kêliyên bombebaranê ji aliyê kamerayan ve hat tomarkirin. Di wêne de tê dîtin ku dema helîkoptera kobra çiyayê Mawa yê gundê Bilexşê yê navçeya Heskîfê bombe dike, di encama bombebaranê de agir bi daristanê dikeve.
Di 18’ê hezîranê de li herêma Çiyayê Mawayê yê navçeya Heskîf a Êlihê leşker derketin operasyonê. Leşkeran operasyon di 22’yê hezîranê de ber bi çoltarê navçeya Kercewsê ve berfireh kirin. Wêneyên kêliyên şewata di dema operasyonê de derketin gihiştin Ajansa Mezopotamya (MA) yê. Di wêneyan de tê dîtin ku şewata li herêmê piştî bombebarana helîkopterê derdikeve. Di 22’yê hezîranê de li gundê Bilexşê helîkopter bombebaranê dike û şewat derdikeve. Şewat, rê li ber texrîbateke mezin vedike. Leşker destûrê nadin welatî mudaxileyî şewatê bikin û şewat digihije nava gund. Şewat, di 23’yê hezîranê de piştî barana li herêmê bariyayî vemirî bû.