3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Piştî Hesekê

Di serî de bejna xwe li ber hemû cangoriyên berxwedana Hesekê ditewînim û dixwazim bînim ziman ku ew stêrkên herî ronî li ezmanê nirxên me nin û ew ê neyên jibîrkirin.

Ka em binerin bê plana vê êrîşa ewqas qirêj çi bû. Ango ji bo êrîşek wisa pêk bê, çi qewimî:

-Sazkarê planê dewleta tirk e ku ev 6 meh zêdetir amadekariyên êrîşek wisa dikirin.

-Dûvre dewleta tirk ku heya niha dijminahî bi dewleta Sûrî re dikir, ji bo vê pîlanê hatin ser maseyekê.

-Peywira dewleta Sûrî jî ewe ku hemû eşîrên ereb yê heremê li hember kurdan û Rêveberiya Xweser sor bikin.

-Tê gotin ku Rûsya ji bo dewleta tirk û Sûriye têkeve nav planek wisa, him herdu dewlet sor kiriye him jî li Astana yê ev plan erê kiriye.

-Kî li ser masê rûniştine: Dewleta tirk û Sûriye, îstixbaratên Iraq û Îran û çeteyên ku di bin baskê dewleta tirk de mezin bûnin.

-Pîlan heya detaya herî biçûk jî hatibû sazkirin, hemû teknîkên xwe biribûn heremê û bi cîh kiribin. Çekên giran biribûn heremê.

-Ji bo revandina van çeteyan bi mehan berî êrîşê malbatên ereb li heremê û derdora girtîgehê hatibû bi cîh kirin.

-Her wiha rotaya reva çeteyan jî hatibû diyar kirin. Li gora vê planê ewê çete ji Hesekê ber bi Serêkaniyê û Girê Spî bireviyan.

-Parastina van çeteyan ji aliyê hewayî ewê dewleta tirk pêk baniya.

-Ji ber wê ye ku waliyê dewleta tirk ê bajarê Riha di nava wê demê de 6 caran çûye Serêkaniyê.

-Koalîsyon û Amerîka jî ewê ev ji nedîtî bihata.

-Her wiha tê gotin ku KDP jî agahiya wê ji êrîşê hebû û agahî ji heremê gîhandiye ji bo vê êrîşê.

Wek ku diyar dibe pîlanek gelek qirêj û kur hatibû danîn. Başe, heger pîlan serkeftî ba, ewê çi biqewimiya:

-Beşek ji van çeteyan ewê li Hesekê biman û bi tevahî têxistina bin kontrola xwe. Bi gotinek din, kî biketa ber destê wan, ew ê serjêbikira. Her wiha ew ê li hemû gund û derdorê Hesekê belav biban û li wir jî komkujî pêk baniya û hemû xelkê heremê qetil bikirina.

-Hêza giran ewê di ser Çiyayê Qizwan re derbasî Serêkaniyê biban. Wek min got, dewleta tirk ew ê parastina wan bikira heya ku bigêje cîhê xwe.

-Dema ev hêz xwe bigîhanda Serêkaniyê ewê tevlî Eskerên tirk ku di van demên dawî de li wir bi cîh bûnin û her wiha bi hezaran çeteyên din ku li Serêkaniyê bi cîh kirine, ewê tevlî wan biba û êdî dest bi êrîşa mezin bikirina.

-Hezêk ji wan ewê berê xwe bida aliyê Qamişlo û hêzek din jî ewê berê xwe bida Kobanê.

-Dewleta tirk armanc dikir ku di nava çend mehan de hemû Rojava dagir bikira.

-Dema wisa biba, ewê Koalîsyon û Amerîka xwe wek li Efxanistan xwe bi şûnde bikşanda û Rojava terk bikira.

-Heger plan serkeftî ba, ewê dewleta tirk û Sûriye serkeftina xwe îlan bikira û Kurdistan carek din parî parî parvekirina.

-Hikumeta AKP‘ê ew ê bi vê serkeftinê hemû pirsgrêkên xweyî hundirîn bifetisanda û her wiha bingeha qezençkirina hilbijartinan jî daniya.

-Bi vê hêrsê ew ê hilbijartin zûtir pêk baniya û bi dek û dolaban dîsa biban desthilatdar.

-Piştî carek din bihata ser desthilatdariyê êdî ew ê ti kes nikarîbû hikumeta AKP‘ê rawestîne. Ewê bi hovîtiyek wek li Rojava êrîşî hemû bakurê Kurdistanê bikira.

-Hemû heremên Rojava ew ê têketa bin krasê çeteyan. Ewê Rojava bikira gola xwînê. Bi vî awayî ewê sala 2022 biba Dojeh ji bo kurd û Kurdistanê!

Lê zarokên leheng ê kurdan rê li ber vê pîlana qîrêj girtin. HSD zû xeteriya heremê fahm kir û ji ber wê jî, ji dêvla êrîşek seranser di destpêkê de, çemberek li derdora girtîgehê û taxên derdor girtin. Ji ber vê tedbîrê nehiştin çete ji girtîgehê û ji taxên derdor derkevin cîhekî din.

Her wiha koalîsyon û Amerîka “Ji xew rakir“ dakû sehaya hewayî biparêze.

Sedemek din jî – çima HSD bi tedbîr tevgeriya ew jî kesên sivîl bû.

Di nava 5-6 rojan de hema bêje hemû çete desteserkirin û girtin. Lê dîsa jî ji ber kesên xelkê sivîl – ev operasyon hêdî hêdî pêşde ket.

Zarokên leheng ê vê axê nehiştin sala 2022 bibe sala reş ji bo kurdan, nehiştin ev sal bibe “Dojeh“ ji bo kurdan.

Ji aliyê din ve jî ji hemû cîhanê re da xuyakirin ku hîna ev xeterî ji bo hemû cîhanê heye. Her wiha li aliyê din – dewletên wek tirk, Sûriye, Iraq û Îran jî van dijminên mirovahiyê diparêzin û dihêlin bi hêz bibin.

Ji ber ku planên wan pêk nehatin, xwestin li ser rêxistinên navnetewî wek HRW (Human Rights Watch) – Rêxistina Mafên Mirovan zextan li ser HSD bike, bi derewên ku di operasyonê de “Sûcê mirovahî“ hatiye pêk anîn. Ev plan jî vala derket.

Xalek din ku ez dixwazim bînim ziman ew jî sekna Amerîka û koalîsyon û her wiha Neteweyên Yekbûyî ye. Hêjayî gotinê ku ev hêz neketine nav tevgerekê ji bo pêşiya pîlanek wisa bigrin. Piştî êrîş pêk hatiye, dûvre ketine nav liv û tevgerê. Tu kes nikare bêje ku haya Amerîka û koalîsyonê jê tunebû. Li vir carek din xuya bû, ku ne ji kurdan be, tu kes kurdan naparêze. Ji bo kurd bikaribin van destkeftiyên xwe li heremê misoger bike, dibê bibe statûyek navdewletî. Dibê hemû cîhan Rojava nas bike, daku Rojava bikaribe destkeftiyên xwe biparêze. Daku bikaribe parastina xwe bike û li qada navdewletî bibe xwedan mafê axaftinê.

Di dawî de encam eve:

-Bi kurtasî mirov dikare bêje ku ev êrîş ji bo me Kurdan bû DERSEK. Em dibê gelek encaman ji bo pêşerojê jê derxîne! Ji ber ku ewê dîsa êrîş bikin, ewê dîsa lîstokên qirêj li ser Rojava û hemû perçeyên Kurdistanê bimeşînin, lê êdî em Kurd ji hefteyên borî zanatirin.

Ev bê gûman berdêlek giran xwest ji Rojava û di encamê de bi giştî 121 ku 77 ji wan karmendên girtîgehê bûn û herwiha 4 kesên sivîl jî ketin nava karwanên nemiran.

-Ji bo dewleta Tirk û dewleta Sûrî jî bû DERDEK, ji bo ku carek din xeyala dagirkeriya Kurdistanê pêk nehat.

-Ji bo hemû çete û DAIŞ ê jî bo POŞMANIYEK. Carek din – wek li Kobanê – lehengên Kurdan pişta cirdonên dewleta tirk û Iraqê û Sûriye yê jikandin. Li gora HSD bi giştî 374 çete hatine kuştin û çeteyên mayî ewê li girtîgehên cûda û ewle were bi cîh kirin.

Doh jî, îro jî û sibê jî ewê wek herdem Roj ber bi “Rojava“ biçe ava. Carek din hemû şehîdên Pêngava Gurzê Gelan bi bîrtînim.

Çavkanî:

Çavkaniyên Heremî

HawarNews

FiratNews

Rojnamevan: Meme Drews, Amed Dîcle, Ferda Çetîn

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê