7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Piştî ku îşkence li wan kirin 2 girtî sirgun kirin

Derket holê ku girtî Feyyaz Başak û girtiyê bi navê Akîf ku paşnavê wî nehat hînbûn, rojek berê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê piştî ku îşkence li wan hatiye kirin hatine sirgûnkirin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin; Duh danê sibê gardiyanan bi ser qawîşên girtiyan de girtine û îşkence li girtiyan kirine. Girtiyên ku bi awayek lez alavên wan hatine komkirin, li wesayîta rîngê siwar kirine. Hate hînbûn ku Başak sirgûnî Girtîgeha Hejmar 2 ya Xarpêtê û girtiyê bi navê Akîf jî sirgûnî Girtîgeha Hejmar 1 a Xarpêtê hatiye kirin.

Ji ber ku li dijî guhertina qawîşa xwe derketibû demek berê ji aliyê gardiyanan ve îşkence li girtî Başak hatibû kirin û ew kiribûn hucreya yekkesî.