28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Piştî sotemeniyê derman jî hatin zemkirin

Bi biryara Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan, piştî sotemeniyê derman jî ji sedî 30,5 hatin zemkirin.

Desthilata AKP-MHP’ê ku ji ber polîtîkayên dimeşîne welat kiriye nav krîzeke mezin aboriyê. Ji bo ku barê vê krîzê sivik bike bacan zêde dike û ji ber zêdebûna bacan gelek tişt ên zemkirin. Herî dawî di nav hefteyê de zemeke zêde hat ser sotemeniyê û bihayê wê gelek hat zêdekirin. Piştî sotemeniyê derman jî hatin zemkirin.

Bi biryara Rojnameya Fermî ya ku bi îmzeya Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan hate weşandin derman hatin zemkirin. Li gorî biryarê bihayê Euroyekê li hember Lîreyê Tirk (TL) ji sedî 30,5 hate zemkirin û bihayê Euroyekê li hemberî Lîreyê Tirk bû 14,0387 TL. Bi zeman bihayê baremê yên tiştên bi kûrê têne parastin bû 48.41 TL û bihayê baremê yên tiştên din jî bû 25.30 TL.

Dê biryar sibê (24’ê tîrmehê) bikeve meriyetê. Dermanên ku bihayê wan di bin 4 lîreyan kêmtir biha dibin, dê li ber çav neyên girtin. Piştî sererastkirina dawî bihayê dermanên ku li ser 4 lîreyan biha bûne, dê li ser bihayê firotinê bêne zêdekirin.