4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

PKK li Almanyayê çawa hat qedexekirin?

Ji bo ku li dijî "qedexeya li ser PKK'ê" ya ku di 26'ê Mijdara 1993'yan de ji aliyê Parlamentoya alman ve hatibû dayîn têkoşîneke têrker bê kirin, divê bê zanîn ev biryar li ku û çima hatiye girtin.

Nivîskarê Ozgur Polîtîkayê Selahettin Erdem der barê çawa û çima Partiyas Karkerên Kuridstanê PKK’ê li Almanyayê hate qedexekirin nivisandiye. Nivîsa Erdem ya di vê der barê de wiha ye:

Ez van rêzan weke “bersûcekî” Doza navdar a Dusseldorfê ku di Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê de hate beraatkirin dinivîsim. Ji bo ku li dijî “qedexeya li ser PKK’ê” ya ku di 26’ê Mijdara 1993’yan de ji aliyê Parlamentoya Elman ve hat dayîn têkoşîneke têrker bê kirin, divê bê zanîn ev biryar li ku û çima hatiye girtin. Ti eleqeya vê bi qedexekirina “rêxistina terorê” re nîne. Ji ber ku PKK’ê di sala 2001’an de, ango di dema agirbestê de ku Rêber Apo li dijî pergala êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê dest bi têkoşîneke serkeftî kir, di sala 2001’an de di nava “Lîsteya Rêxistinên Terorê” ya Yekîtiya Ewropayê de cih girt.

Weke ku tê zanîn girtinên di çarçoveya Doza Dusseldorfê de di Sibata 1988’an de destpê kiribûn û doz di 7’ê Nîsana 1994’an de bi encam bû. Dema ku di 15’ê Tebaxa 1984’an de li Kurdistanê bi çalakiyên Erûh û Şemzînanê şerê gerîla destpê kir, rêveberiya Tirkiyeyê ya wê serdemê di Hezîrana 1985’an de ev rewş anî rojeva NATO’yê û li gorî xala 5’an a NATO’yê piştgirî xwest. Ji wê rojê û pê de, NATO rasterast şerê li Kurdistanê bi rêve dibe.

Derbeya 12’ê Îlonê bi rêya Almanyayê dihat birêvebirin

Di 28’ê Sibata 1986’an de Serokwezîrê Swêdê Olof Palme li Stockholmê di encama êrîşekê de hate kuştin. Dewleta Tirk û çapemenî di cih de bi awayekî dijwar propaganda û xebatên dîplomatîk kirin û vê bûyerê xist stûyê PKK’ê. Li ser vê yekê, di havîna 1986’an de, rêxistinên îstîxbaratê yên dewletên Ewropayê li hev civiyan û bi hev re “Lêpirsîna PKK’ê” dan destpêkirin. Di çarçoveya plansaziya “Rewşa Awarte” de ku di Tîrmeha 1987’an de hat ragihandin, biryar dan ku encamên lêkolînên li ser vê bingehê veguherînin dozek darizandinê. Helbet wan ev erk dan ser milê Almanyaya Federal. Ji ber ku wê demê maseya Tirkiyeyê ya NATO’yê li Almanyayê bû û derbeya 12’ê Îlonê bi rêya Almanyayê dihat birêvebirin.

Di vê çarçoveyê de li aliyek lêpirsîn hate berfirehkirin û kûrkirin, li aliyê din bi xerckirina 8 milyon Markî dadgeheke taybet a binê erdê hate avakirin. Êdî bi hezaran kes ji bo vê dixebitîn. 360 peldankên tijî 40 hezar rûpel belge hatin bidestxistin û ji bo lêkolîn, werger û sererastkirinê pêwîstî bi xebatkaran hebû. Piştî ku ev xebat hatin astekê, ji Sibata 1988’an dest bi girtinan kirin. Pêvajoya darizandinê di 1989’an de destpê kir.

“Kuştina Palme”

Ez ê li vir tiştên ku di dadgeha navborî de qewimîne bi berfirehî venebêjim. Ji ber ku armanca me ne ev e. Ji bo ku were zanîn, mirov balê bikêşe ser çend mijaran bes e. Vekirina dosyaya mijara gotinê û girtinên pê wê re hatin kirin bi giranî li ser “Kuştina Palme” bû û hemû lêpirsînên veşartî li ser vê bingehê hatin kirin. Lê belê tevî hemû hewldanan û bikaranîna “şahidê îtirafkar” di encama lêkolîn û lêpirsînê de ti têkiliya bi kuştina Palme ya mijara gotinê re nehat dîtin. Ji ber vê yekê kesên ku dosyaya navborî vekirine û dimeşandin ketin nava zehmetiyê. Ji bo vê rewşê veşêrin, bi rêya çapemeniyê di nava raya giştî ya Elman û Ewropayê de kampanyayek tund a reşkirinê lidar xistin.

Li Kurdistanê serhildanên gel geş

Lê nekarîn demeke dirêj vê rewşê veşêrin û di demeke kurt de diyar bû ku doz li ser hîle û îftîrayê hatiye çêkirin. Ji destpêka sala 1990’î û vir ve li Kurdistanê serhildanên gel geş bûn û feraseta ku PKK’ê tevgereke têkoşîna rizgariya netewî ya Kurd e, hêdî hêdî di nava raya giştî ya Elman de belav bû. Ji ber vê yekê kampanyaya reşkirinê ya li hember kesên di dozê de hatin girtin, bandora xwe winda kir. Ev hemû ji ber sedemên tenê bîrdozî û siyasî dest bi tengijiyekê li ser kesên ku dozê vedikin û pêk tînin, kirin.

îfadeyên derew û bêbingeh

Bi rastî, dibe ku doza mijara gotinê ti carî bi dawî neba û bi dehan salan berdewam bikira. Ji ber ku zêdeyî 40 hezar rûpel belgeyên ji derdorê hatibûn komkirin. Ji bo wan wergerandin, lêkolînkirin û mehkemekirin, rewşek ku jê nayê derketin afirand. Kesên ku wek şahid hatin nîşandan li dadgehê kepaze bûn. Ji ber ku hewl dihat dayîn ku îfadeyên derew bidin û ev rewş bi lêpirsînan derdiket holê. Yên ku doz vekirine, hinek hêviyên xwe bi îtîrafkarkirina kesên ku dê bigrin ve girêdayî bûn. Bi vî awayî hem dê wekî îfadeyên şahidan agahiyên derew li dijî PKK’ê eşkere bikin û hem jî bigihêjin armanca xwe ya parçekirin û lewazkirina PKK’ê. Lê belê ji destpêkê ve ev hesabê wan negirtin. Li hemberî her kesên ku girtin rastî berxwedanê hatin û dozgerên alman ên bi navê “Nêçîrvanên Kurd” ketin rewşek bê çare. Ji ber ku wan nekarî nasnameya hin kesên ku girtine jî zelal bikin.

Em nêzî 9 mehan neçûn rûniştina dozê

Ya ku ev rewş guherand helwesta me bû. Ji ber hin sedeman me di destpêka sala 1993’yan de mehkeme protesto kir û diyar kir ku em wê nas nakin. Li ser vê yekê wan jî me ji rûniştina dozê derxistin. Ji ber vê yekê em nêzî 9 mehan neçûn rûniştina dozê. Di nava vê demê de ji nebûna me û nedestwerdana parêzeran sûd wergirtin û hemû belgeyên di destê wan de ji dadgehê re derbas kiribûn. Ev rewş ji aliyê me ve hişt ku şaş bê fêmkirin, tevgerek şaş pêk were.

Piştre dema em vegeriyan rûniştinan, me dît ku belge bi berfirehî hatine lêkolînkirin û êdî ber bi dawîbûnê ve diçin. Lê belê, rewş pir zêde li berjewendiya me pêşketibû. Tevî ku hemû belge hatin lêkolînkirin û şahidên ku jê re tê gotin hatin guhdarîkirin jî, nekarîn agahiyek cidî û tespîtên ku me sûcdar bikin û me ceza bikin, peyda bikin. Vê rewşê hem ji bo dozger û hem jî ji bo dadgeran rewşeke pir metirsîdar çêkir. Li ser vê yekê ji parêzeran re ji bo “bigihêjin çareseriyeke maqûl” daxwaza civîneke hevpar kirin.

Dixwestin sûcê me nekiriye bixin stûyê me

Dema parêzeran ev daxwaz ji me re ragihand, me qebûl kir. Rojekê dadger, dozger, parêzer û me li salona dadgehê û di binê erdê de civîneke hevpar pêk anîn. Piştî gelek sohbet û nîqaşan me bi awayekî zelal fêm kir ku ji bo ceza bidin, ji me dixwazin ku hin sûcan qebûl bikin. Bi kurtasî dibêjin: “Di vê rewşê de em nikarin we ceza bikin. Em nikarin bêyî cezakirinê jî we berdin. Hûn hin sûcan qebûl bikin, em li gorî vê yekê ceza bidin we û tavilê we berdin.” Ji ber vê yekê dixwazin em li berdêla derketina ji girtîgehê sûcê qebûl bikin. 6 salan bêyî ku em sûcdar bin me girtîbûn, li cihê ku ew sûcên xwe îtîraf bikin, dixwazin em sûcê qebûl bikin da ku ew rizgar bibin. Ji ber ku heta em sûcekî qebûl nekin, ew nikarin me ceza bikin.

Me ev rewş nirxand û helbet daxwazên wan red kirin. Me got, “Em bêsûc in û divê hûn me berdin, ma çima em sûcên ku me nekirin qebûl bikin.” Li ser vê yekê û ji ber ku qanûnên Almanyayê têra cezakirina me nekir, wan mijar birin saziya siyasî û ji hikûmeta heyî xwestin ku derbarê PKK’ê de biryarê bide. Li ser daxwaza hikûmetê Parlamentoya Almanyayê di 26’ê Mijdara 1993’yan de biryara “PKK’ê rêxistineke sûc e” da û bi qanûnî kir. Ji ber vê yekê PKK’ê li Almanyayê wek “rêxistina sûc” bi awayekî qanûnî hate qedexekirin. Li ser vê biryara qedexekirinê an jî qanûnê, Dadgeha Dusseldorfê bi hinceta “endamê rêxistina sûc a qedexe ye” 6 sal ceza da me, ji xwe em 6 sal girtî bûn. Di 7’ê Nîsana 1994’an de biryara mijara gotinê hat dayîn û em hatin berdan. Yanî biryara “Qedexeya li ser PKK’ê” ya 26’ê Mijdarê tenê ji bo ku Dadgeha Dusseldorfê me ceza bike, hate girtin.

DMME’yê biryara Dadgeha Dusseldorfê betal kir

Helbet me yekser biryar bir Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê. DMME’yê doz lêkolîn kir û di 5’ê Tîrmeha 2001’an de biryara Dadgeha Dusseldorfê betal kir û me beraat kir. Bi vî awayî di eslê xwe de biryara Parlamentoya Almanyayê ya 26’ê Mijdara 1993’yan xelet dît û red kir. Ji ber ku Dadgeha Dusseldorfê li gorî biryara parlamentoyê ya 26’ê Mijdara 1993’yan ceza da.

Bi kurtasî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê biryara “Qedexeya li ser PKK’ê” ya Parlamentoya Almanyayê ya di 26’ê Mijdara 1993’yan de ji aliyê hiqûqî ve red kir. Beriya niha bi hezaran caran hatiye îsbatkirin ku ev biryar ji aliyê wijdanî û siyasî ve xelet e û tenê ji bo berjewendiyên siyasî û aborî biryareke şaş dide. Lewma biryara “Qedexeya li ser PKK’ê ya 26’ê Mijdarê” ji aliyê hiqûqî û siyasî ve biryareke nederbasdar e. Divê ev bên zanîn, biryara mijara gotinê pûç û betal bê dîtin û bi têkoşîna li dijî wê di warê hiqûqî û siyasî de biryara dîrokê bê bicihanîn.

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka