3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Plana 90 rojî ya bidawîanîna şerê Xezayê

Behsa planekê ji bo bidawîanîna li şerê Xezayê tê kirin ku bi piştgiriya Amerîka, Qeter û Misrê tê meşandin û ew welat hewl didin ku vê planê bi Israîlê û Hemasê bidin qebûlkirin

Şerê Xezayê di meha çaremîn de berdewam dike. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Misir û Qeter zextê li pêş planek berfireh dikin ku şer bi dawî bike. Ev plan bi berdana girtiyan dest pê dike û bi derketina artêşa Israîlî ji Xezayê û dawîanîna li şer bi dawî dibe.

3 qonax li ser 90 rojan

“Plana 90-rojî” ya pêşkeftî, rawestandina şer ji bo çend rojên nediyar dihewîne, di destpêka wê de hemî sivîlên ku li Xezayê girtî ne, di berdêla berdana bi sedan girtiyên filistînî ji zindanên Israîlê. Artêşa Israîlê ji bajarên Zîvala Xezayê vedikişin û rê li ber azadiya tevgerê tê girtin. Li gor nûçeya rojnameya “Wall Street” ya Amerîkî, di sektorê de tevgera balafirên bê mirov ji bo berhevkirina agahiyên îstixbaratî jî tê rawestandin”.

Di qonaxa duyemîn a planê de, Hamas leşkerên jin ên Îsraîlî berdide û termên revandiyên ku hatine kuştin radestê Israîlê dike, di berdêla wê de jî hemû girtiyên jin ên filistînî tên azadkirin.

Di qonaxa sêyem de dê leşkerên israîlî yên mayî yên ku li Xezayê girtî ne û hemû endamên yekîneyên rezervê serbest bên berdan, li hember berdana girtiyên din ên filistînî, her wiha artêşa Îsraîlê dê beşeke mayî ji hêzên xwe ji zîvala Xezayê vekişîne.

Rojnameya Amerîkî ragihand ku Israîl û Hemas di dema niha de li dijî vê pêşnûmeyê ne, lê welatên bibandor vegerandina pêwendiyan nîşanek erênî dibînin û dê hewl bidin ku pêşnûme bikeve meriyetê.

Li gorî medyaya Israîlê, Encûmena Şer a Israîlê li ser wê planê gotûbêj kiriye û di qonaxa yekem de li hember vekişîna hêzan nerazîbûn nîşan daye . Rayuedarên Misirê dibêjin, tevî ku hikûmeta israîlî nerazîtiya giştî dike, lê di nav civata wezîran de nêzîkatiyên cuda hene.

Berpirsekî Qeterê herwiha got ku welatê wî ji bo rawestandina şer û rijandina xwînê, parastina welatiyên bêguneh, misogerkirina azadkirina kesên revandî û berdewamiya alîkariyên mirovî, danûstandinê ligel her du aliyan dike.

​ Gotûbêjên domdar û rêyên mirinê

NBC News roja îro got ku gotûbêjên li ser azadkirina girtiyan li zîvala Xezayê berdewam in, lê ew hîn jî di qonaxek asê de ne ji ber ku ew daxwaza Hemasê ji bo agirbestek daîmî bi nav dike.

NBC News li ser zimanê çavkaniyeke dîplomatîk a nenas ragihand ku lihevkirinek li ser hin mekanîzmayên pevguhertina girtiyan di pêşerojê de heye.