22 Haziran, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Planên Hewler, Bexde û Tirkiye çi ne?

Nivîskar Ararat Aram têkildarî geşedanên li Iraqê analîzek nivîsand. Aram balê dikişine ser polîtîkayên ku li Iraqê pêş dikeve û plan û lîstikên ku Tirkiye, Bexde û Hewkler ji bo hev amade dikin.

Nivîskar Ararat Aram, li ser geşedanên ku li Iraqê û Rojhilata Navîn ji bo Ajansa Nûçeyan a Firatê gotarek nivîsand. Gotara Ararat Aram a balê dikişine ser dîplomasiya ku li Iraqê û Rojhilata Navîn pêş dikeve wiha ye:

Iraq piştî 124 salan dîsa bi projeyeke rêyeke din derbasî qonaxeke cudatir dibe û ‘Lawrenceyên’ hêzên emperyal li herêmê ji bo bidestxistina berjewendiyan zend û bend badane. Pêvajoya ku li gel derbeya li dijî yekem serokwezîrê serdema ewil a Komarê Abdulkerîm Kasim destpêkirî beşeke girîng a dîroka nêz a Iraqê ye. Darbeya ku di 8’ê Sibata 1963’yan de ji aliyê Partiya BEAS’Ê ve hate kirin, Seddam Huseyîn jî di nava derbeyê de cih digirt. Yek ji polîtîkayên bingehîn ên Seddam Huseyîn rêyên ku li Iraqê çêkiribûn. Seddam di sala 1979’an de desthilatiya Iraqê bi dest xist. Ev rê ji bo sepandina polîtîkayên bazirganî, demografîk û leşkerî bi awayekî serkeftî hatin çêkirin.

Rêya Siyaseta Iraqê

Rêyên ku ji hêla Sedam Huseyîn ve hatin çêkirin heya niha jî saxlem in û qadên ku li rex van rêyan jî herêmên Şîayan bûn. Rêyên berbahs ji ber polîtîkayên BEAS’ê yên li dijî Şîatiyê li herêmên ku Şîa lê dijîn nehatin çêkirin. Her çend li Iraqê berê siyaset û şer li ser dihat meşandin jî, piştî ew qas salan heman polîtîka bi hin guhertinan dîsa tê berdewamkirin. Girêdayî vê yekê ‘’Projeya Rêya Pêşketinê’’ ku hewl tê dayîn di navbera Tirkiye û Iraqê de pêk were, van rojan di rojeva Iraqê de xwedî roleke girîng e. Tevî ku ‘fikara sereke’ ya Sedam Huseyîn têkildarî polîtîkaya navxweyî jî bû, tişta ku hikûmeta Sûdanî dixwaze pêk bîne pêngavên têkildarî hem polîtîkaya derve hem jî ya navxweyî ye.

Ma pêkan e ku ‘Rêya pêşketinê’ bibe rêya alternatif?

Tevî ku polîtîkayên rejîma BEAS’ê hê jî li Iraqê hebûna xwe didomînin jî xeta vê carê hatiye xêzkirin, têkildarî Şîe û Suniyan hatiye xêzkirin. Rêyên siyasî li ser herêmên Faw, Basra, Nasiriye, Semave, Dîvaniye, Necef, Hîle, Bexda, Semera, Tîkrît, Bêcî, Mûsil, Rabîa û Ovakoyê derbas dibin. Her wiha rêya ku hatine diyarkirin di navbera hemû dînamîkên Iraqî yên dij hev derbas dibin. Li Iraqa ku bi rojane hevsengiyên siyasî diguherin, pirsa ‘ger rêya tê plankirin, were çêkirin wê ewlehiyê dabîn bike’ di nava beşeke mezin a Iraqê de tê mereqkirin. Yek ji bajarên ku daxilî projeyê hatiye kirin jî Basra ye. Li Basrayê Koalîsyona Fetîhê bi hêz e, Hadî Amîrî pêşengtiya wê dike û di warê leşkerî de jî li herêmê hêzên Heşdî Şebîyê yên ji aliyê Îranê ve tên destekkirin hene. Di pevçûneke herî biçûk a di navbera Tirkiye û Îranê de yan jî di navbera Tirkiye û Iraqê de qadên ku wê alî li dijî hev dest bi tevgerê bikin, li ser van rêyan e. Tevî ku xeta Keza Necef û Kerbalê berê xwe dide aliyeke bi vî rengî jî Alî Sîstanî û alîgirên wî ku li Iraqê xwedî roleke girîng a olî ne, beşeke têkiliya li gel dewleta Tirk a bi vî rengî ye.

Qada nû ya şer a hêzen dijber

Divê em li Tevgera Sadrê jî binêrin ku yek ji mijarên girîng e û bandora xwe ji Necefê heya Bexdayê heye. Her wiha gelek kom, koalîsyon û tevgerên li navenda Bexdayê ên weke Koalîsyona Dewleta Hiqûqî û Tevgera Ehlî Heq a Asaîbê jî hene ku li herêmê xwedî roleke girîng in. Piştî Bexdayê xeta Suniyan destpê dike û hêzên ku heya li Mûsilê li vir bi cih bûne jî bi hêzên Şîe yên berbehs re ji berê ve, di nava dijberiyekê de ne. Hevrikiya di navbera Koalîsyona Serweriyê û Koalîsyona Tekkadûmê ku dewleta Tirk piştevaniya her duyan jî dike, rê li ber nakokiyên aliyên din vedike. Lihevnekirina di navbera du hêzên Sunî de, bandorê li mijara diyarnekirina serokatiya Parlamentoya Iraqê jî dike ku ev rewş demeke dirêj e dewam dike û dibe ku ev rewş rê li ber averêbûna komên Sunî jî veke. Pêşeroja rêya ku li ser gelek komên mezin û biçûk di nava hevrikiyekê de ne, nediyariyeke mezin nîşanî me dide. Li herêmê di encama guhertina hevsengiyeke herî biçûk de jî dibe ku rê li ber şer veke û wê qadeke krîzê ya potansiyel ji hêla aliyên li herêmê ve were niqaşkirin.

Lêgerînên emperyal û Lawrence

Geşedanên li Iraqê tenê bi herêmê û aktorên herêmî re sînordar nîne. Qonaxeke din a ku Iraqê li ser ‘’rêyan’’ ceribandî jî qonaxa Projeya Xeta Trenê ya Berlîn û Iraqê ye ku di destpêka salên 1900’î de hatiye çêkirin. Rêya ku ji aliyê Elmanyayê ve û bi navbeynkariya Osmaniyan hatî çêkirin, ji aliyê efserê Îngilîz ‘Lawrenceyê Siûdî Erebistanî’ ve hatibû teqandin û Lawrance rêya berbehs ji holê rakiribû. Tevî li hin cihan rêgeha projeyên Berlîn û Bexdayê û Rêya Pêşketinê hatibûn teqezkirin jî di encama sabotajên Lawrence de xirbeyên rêya ku hatî tunekirin, hê jî tên dîtin. Iraq piştî 124 salan bi projeyeke rêyeke din derbasî qonaxeke cudatir dibe, ‘Lawrenceyên’ hêzên emperyal jî li herêmê ji bo bidestxistina berjewendiyan zend û bend badane.

Armanca sereke başîkaya duyemîn e

Dewleta tirk jî di demên dawî de hemû hêza xwe ji bo avantajên planên dagirkeriyê yên li dijî PKK’ê bi kar tîne. Tevî ku dewleta tirk fikarên xwe yên têkildarî aboriyê paşguh dike jî armanca wê ya sereke êrîşeke nû ya li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurdan e. Tevî ku desthilatdariya AKP û MHP’yê li Iraqê planên avakirina Başîkayeke duyem dike jî hebûna artêşa Tirk a li vê herêmê jî ku di sala 2015’an de xwe bi cih kir, xwe spast hinceta şerê li dijî DAÎŞ’ê û rewabûna xwe bi vî awayî bi dest xist. Niha jî hemû hewldanên têkildarî amadekirina vê yekê ye ku dewleta Tirk hewl dide ji hêzên xwe yên leşkerî re hinceteke qanûnî peyda bike. Ku wê bi ‘Projeya Rêya Pêşketinê’ hêzên xwe yên leşkerî bişîne herêmê. Bi egerên weke ewlehiya rêyên berbehs hewl dide ku li herêmê baregehên leşkerî yên nû bi cih bike.

Hewler di plana duyemîn de ye

Persfektîfeke din a cuda ya vê balansê jî ew e ku vê carê rêgehên hatine plankirin, ne li ser herêmên ku di bin kontrola Kurdan de ye. Ger deriyê sînor ê Ovakoyê were vekirin deriyê sînor ê Xabûrê ku di navbera sînorên Başûrê Kurdistan û Tirkiyeyê de ye, betal dibe. Di vê rewşê de ji bo baştirkirina têkiliyên li gel Bexdayê, Hewlêr tê paşguhkirin û her wiha mezintirîn armanca PDK’ê jî ew e ku van têkiliyên xwe veguherîne rewşa beriya niha. Bexdayê ji Enqereyê re peyama ku ew li şûna Hewlêrê bi wan re têkiliyê deynin, wê destkeftiyên wan zêdetir bin û dixwaze yekem pêngavên vê yekê jî bi ‘Projeya Rêya Pêşketinê’ re biavêje.

Bexda û hewler din ava pêşbirgê de ne

Peyama Bexdayê ya ji Tirkiyeyê re; ‘ger tu bixwazî li Iraqê hebûna xwe biparêzî, li şûna Hewlêrê bi min re têkiliyan deyne’. Zexta Hewlêrê ya ji Tirkiyeyê re ku dibêje; ‘di mijara şerê li dijî PKK’ê de heya niha ez li gel we tevgeriyam û me li ser her cure polîtîkayan li hev kir. Min ji ber vê yekê damgaya xiyanetê xwar. Tu çima têkiliyên li gel Bexdayê xurttir dikî.’ Ev yek hemû weke daxwazên hevsengiyan tevlîhevtir dikin, xwe nîşan didin. Dewleta Tirk jî hewl dide ku ji lawaziya her du aliyan sûd werbigire û dixwaze rê bide wan ku xizmeta planên wan bike.

Kê PDK berteraf kir?

PDK’ê ferq kir ku ev rewş wê di pêşerojê de weke talûkeyeke mezin derbikeve li pêşiya wan û têkiliya wan bi Tehranê re girîngiya vê yekê nîşan dide ku têkiliya berbehs bi armanca pêkanîna hevsengiyan hatine kirin. Serokwezîrê Herêmê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî çend rojan beriya niha li Hewlêrê di ‘Konferansa Guherîna Avhewayê û Ziwabûnê’ de axivî û bêçaretiya KDP’ê bi van gotinan anîbû ziman: ‘’Me pêşniyar kir ku ev rê ji Semelê ber bi Mûsil, Hewlêr û Kerkûkê ve here wê baştir bibe. Lê belê li gorî plana wan rêgeh ji rojavayê Çemê Dîcleyê derbas dibe û ev plan şaş e. Û ji serokwezîrê Iraqê re gotine ku çêkirina rêya ji rojavayê Çemê Dîcleyê derbas dibe, gelekî buha ye. Ev yek şaş e û hêvî dikim ku ev yek nebe mijareke sîyasî.’’ Tevî ku gelekî tê mereqkirin ku hêza Barzanî qal dikir kîjan hêz e û avakirina rêgeha vê rêyê ku ji tu bajarên Kurdan derbas nabin jî amaje bi dewleta Tirk dike ku mezintirîn hevkarê projeyê ye.