3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Platforma Zimanê Kurdî: Kurdino! Xwedî li xwe û rûmeta xwe derkevin!  

Platforma Zimanê Kurdî bangî hemû kurdan dike ku xwedî li zimanê xwe derkevin. Bila hemû kurd zimanê xwe weke pirsa man û nemanê biparêzin. Divê em zimanê kurdî bikin xeta sor di hemû çalakiyên siyasî, rewşenbîrî û kulturî de.

21’ê sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê ye. Di sala 1952’yan de Tevgera Ziman a Bengalê li dijî spartina zimanê fermî yê ûrdû li gelê Bengalê derket û di encama pevçûnan de xwedekarên zanîngehê ji aliyê polîsê Pakîstanê hatin kuştin. ÛNESCO’yê ev roj weke Roja Zimanê Zikmakî yê Cîhanê destnîşan kir. 21’ê sibatê her sal tê pîrozkirin. Li ser rûyê cîhanê bi hezaran ziman hene ku bi tunebûn û mirinê re rû bi rû ne. Her gel ji bo parastin û pêşdebirina zimanê xwe têdikoşe û vê rojê bi çalakî û cur bi cur sepanan pêşwazî dike. Zimanê kurdî jî zimanekî mexdûrê çewsandin û asîmîlasyonê ye. Sazî û  komeleyên kurd ji bo zimanê kurdî bibe xwedî statû û zimanê perwerdeyê têdikoşin. Der barê 21’ê sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê de daxuyaniyek ji raya giştî re parve kir.

Daxuyanî bi sersaxiya erdheja di 6’ê sibata 2023’yan de kesên jiyana xwe ji dest dan re dixwaze dest pê dike. Daxuyanî li ser asîmîlasyon û oto asîmîlasyonê disekine û wiha dibêje: “Bila hemû kurd zimanê xwe weke pirsa man û nemanê biparêzin. Divê em zimanê kurdî bikin xeta sor di hemû çalakiyên siyasî, rewşenbîrî û kulturî de. Bila zimanê kurdî bibe pîvaneke sereke di nava hemû xebatên kurdan de. Ji ber ku zimanê kurdî nasnameya me ye, ramanên me ne, hebûna me ye, taca serê me ye. Zimanê kurdî dewlemendiya kurdan bixwe ye, ked û nasnameya hemû kurdan e.”

Berfirehiya daxuyaniyê Platforma Zimanê Kurdî wiha ye:

Platforma Zimanê Kurdî sersaxî ji bona erdhejê

Li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê erdheja 6 ê sibata 2023’yan hemû dinya bi xwe re xemgîn kir. Dar, devî, kevir, çiya, newal û çemên welatê me jî xemgîn in. Êşa me bi rastî mezin e. Ji ber encamên erdhejê dilê me şikestiye. Birîna me gelekî kûr e. Karesata erdheja li welatê me agir bi dilê mirovantiyê jî xistiye. Hemû derdor dixwazin bi awayekî alikariya vê trajediyê bikin. Ev jî rastiyek e, divê gelek caran were gotin. Jixwe di rewşên wisa de nirxên mirovantiyê şênber derdikevin pêşberî civakan.

Em baş dizanin ku ji ber erdhejê bi hezaran mirovên me jiyana xwe ji dest dane, koçber bûne, xizan û perîşan bûne. Lê dîsa jî jiyan her berdewam dike. Weke Platforma Zimanê Kurdî em ser saxiyê ji hemû qurbaniyên erdhejê re dixwazin, em bi dildarî beşdarî eşa gelê xwe dibin û em ji dil û can dibêjin; bila serê gelê me sax be, rehmet li miriyan be û şifa jî ji nexweşan re be…”

Ji bona kurdan bila her roj bibê weke 21’ê sıbatê!

Belê. Rewşa me ya mirovî û civakî çawa be jî, dîsa Platforma Zimanê Kurdî bangî hemû kurdan dike ku xwedî li zimanê xwe derkevin. Bila hemû kurd zimanê xwe weke pirsa man û nemanê biparêzin. Divê em zimanê kurdî bikin xeta sor di hemû çalakiyên siyasî, rewşenbîrî û kulturî de. Bila zimanê kurdî bibe pîvaneke sereke di nava hemû xebatên kurdan de. Ji ber ku zimanê kurdî nasnameya me ye, ramanên me ne, hebûna me ye, taca serê me ye. Zimanê kurdî dewlemendiya kurdan bixwe ye, ked û nasnameya hemû kurdan e. Ji bona ku em weke netewe karibin bi serbilindî li himberî asîmîlasyonê derkevin, divê pêşî em xwedî li zimanê xwe derkevin. Zimanê xwe li himberî asîmîlasyonê bikin mertalekî zindî, di hemû qadên jıyanê de mafê zimanê xwe bikin helwesteke siyasî.

Baş diyar e ku ziman ji destê me çû wê siberojê neteweya me jî ji destê me here. Em ê weke milet ji nava miletan winda bibin. Em ê bixwe, xwe bikujin, xwe ji holê rakin û hebûna xwe jî bi destê xwe tune bikin. Heke em naxwazin bibin kujerê miletekî xwedî dîrok û ziman di Rojhilata Navîn de, divê em beriya her tiştî li zimanê xwe miqatebin. Zimanê xwe di hemû qadên jiyanê de biparêzin û xwedî lêderkevin. Di pirsa zimanê kurdî de em divê piralî karibin xwe ragirbin. Weke roniya çavê xwe divê em zimanê kurdî bi baldarî biparêzin, pêşiya zimanê xwe vekin û gav bi gav astengan ji holê rakin. Bi şanazî bi zimanê xwe bixwînin, biaxivin, henekan bikin, stranan bibêjin, binivîsînin û bikin qîrîn.

Asîmîlasyon û oto asîmîlasyon ziman dihêre

Îro gelekî eşkere ye ku asîmîlasyon û oto asîmîlasyon di nava civaka kurdan têra xwe pêş de çûye. Asîmîlasyon ji hêla dewletê ve tê meşandin û oto asîmîlasyon jî em kurd bi xwe dikin. Asîmîlasyona ku dewlet bi xwe dike çiqasî xirab be, malweran be, tunekirin be, oto asîmîlasyona ku kurd bixwe dikin jî du caran ji asîmîlasyonê xirabtir e. Xwe tunekirina herî malkambax bêşik îro oto asîmîlasyon e. Gelê kurd îro dualî ketiye nava guvaşeke bêhempa. Divê em karibin vê pêvajo û dorpêçkirina malkambax bi hemû rêbazên ku li ber destên me hene rawestînin. Gelê kurd divê bi hişmendî li ziman, mîrate, kok û kultura xwe vegere. Divê em di van armancan de hevbeş bibin û hêza xwe bikin yek.

Baş tê zanîn ku ev sed sala dawî dewletê bi hemû derfetên xwe xwestiye ku zimanê kurdî ji holê rake, zimanê kurdî tune bike, heta piraniya caran vekirî gotine ku zimanê kurdî tune ye. Gotinê zimanê kurdî hejar û lawaz e. Li paşmayî ye û asta wî nizm e. Zimanê gundiya ye. Gotinê perwerde bi zimanê kurdî ne pêkan e. Lê ev dîtin bi wextê re hemû jî pûç vala derdikevin. Zimanê kurdî her zindî maye û roj bi roj tê guhertin û piralî pêşde jî diçe.

Bi Zimanê kurdî îro perwerde jî têkirin, rojnamegeri, nivîskarî, karê zanistî, hunermendî, dîplomasî, siyaset, lêkolîn û hemû çûre çalakiyên rewşenbîrî bi kurdî her roj derfetên nû ji xwe re pêde dike. Her tişt li ber çavan e, xuya dike, şênber e. Yên ku wan xebatan naxwazin bibînin, di encam de naxwazin rastiya xwe jî bibînin.

Bila zimanê kurdî bibe xwedî statû

Her çiqasî siyaseta fermî lî Tırkiyeyê zimanê kurdî bi fermî nepejirîne jî, em weke Platorma Zimanê Kurdî bangî rayedarên dewletê dikin ku zimanê kurdî di qanûnên bingehîn de were pejirandin. Divê mafê zimanê kurdî bikeve nava qanûnên ku bi pirsa ziman û kultur re têkildar in. Heke bi rastî asîmîlasyon weke tawanekî mirovantiyê be, weke ku rayedarên dewletê li gelek deveran dibêjin, wê gavê divê siyaseta fermî ya ku li ser asîmîlasyona kurdan bi rê ve diçe jî bi dawî bibe. Helwesta biratiyê, wekheviyê û mirovantiyê ya bi rastî ev e. Ji ber vê yekê em tu astengiyan li beramberî zimanê kurdî qebûl nakin. Di dijberiya zimanê kurdî de em tu hicetan qebûl nakin. Ev hicet hemû ji vingîvala ne. Zimanê kurdî mafêkî bingehin ji bona hemû kurdan e. Divê kurd ji weke hemû miletan, di hemû qadên jiyanê de bi şanazî û bê astengî karibin bi zimanê xwe bijîn, perwerde bibin, civakê bi rê ve bibin û hemû cure çalakiyên kulturî û siyasî jî bi zimanê xwe bikin.

Belê. Di 21 ê sibata 2023’yan de, di Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî de bêşik daxwazên gelê kurd jî hene; em ji dewletê dixwazin ku zimanê kurdî (kurmancî û zazakî) bibe zimanê perwerdeyê, bibe zimanê fermî û Saziya Zimanê Kurdî were damezrandin. Bila partiyên siyasî di parlamentoyê de gavên wêrek biavêjin, qanûnên mafê zimanê zurdî bixin rojeva parlamentoyê û helwesta xwe bi zelalî diyar bikin. Bila bi hevbeşbûneke berfireh a siyasî zimanê kurdî bibe xwediyê statûyeke qanûnî.

Lê beriya ku em bigîhêjin van armancên xwe yên sereke, divê em pê re pê re jî bi hişmendiya zimanê xwe tevbigerin. Nirx û rêjeya axafin, nivîsandin û xwendina zimanê kurdî di nava gelê xwe de bilind bikin. Di nava gelê xwe de hişmendiya zimanê kurdî berz bikin, di pirsa mafê ziman de hevbeş bibin, siyasetê bi kurdî bikin, di her warî de doza zimanê xwe derxînin pêş. Bila zimanê kurdî bibe nîşaneya, bibe cewhera, bibe rengê, belê, bibe ruhê civaka kurdan.

Di encamê vê têgihiştinê de zimanê kurdî, kurd bixwe ne! Hebûna kurdan e! Rûmeta kurdan e!

Kurdino! Xwedî li xwe û rûmeta xwe derkevin!”