3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Polat: Deng bidin berxwedana girtîgehan

Hevserokê Şaxa OHD'ê ya Amedê Riza Polat, anî ziman ku girtî bi çalakiya grevên birçîbûnê dixwazin ku rayedar li gorî zagonan tev bigerin û xwest hemû civak dengê xwe bide vê berxwedanê.

Çalakiya greva birçûbûnê ya dorveger ku girtiyên PKK û PAJK’ê bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û misogerkirina azadiya wî ya fîzîkî dest pê kirine, berdewam dike. Çalakiya ku di çerçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” di 27’ê Mijdarê de hatiye destpêkirin 20 roj in didome.

Hevserokê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Şaxa Amedê Riza Polat, derbarê grevên birçîbûnê yên li girtîgehan û tecrîda ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ji ANF’ê re axivî.

Polat, destnîşan kir ku li girtîgehan ji bo bidawîbûna tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd çalakiyên grevê heye û got: “Li hin girtîgehan pirsgirêkên cidî hene. Hin girtî ji ber dest bi grevê kirine avêtine hucreyên yekkesî û hatine derb kirin. Îro li girtîgehan daxwazek rewa heye. Grevên birçîbûnê yên îro li girtîgehan destpê kirine, di rastiyê de tê wateya ku dewleta Tirk û saziyên wê yên îdarî ji bo bicihanîna qanûnên xwe bangek e. Dema em li dîroka cîhanê dinêrin, grevên birçîbûnê yên li dijî desthilatdariyan, ji ber binpêkirina hiqûqî û exlaqî pêk hatine, hem ji aliyê kesan hem jî bi awayeke komî hatine destpêkirin.”

Polat, da xuyakirin ku tecrîda girankirî a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dîrokê ve girêdayî ye û wiha axivî: “ “Tecrîda li ser ziman, hebûn, çand û mercên fîzîkî ya gelê Kurd a li Rojhilata Navîn, gelekî tê nîqaşkirin. Ji bo vê jî em behsa tecrîdek 100 salî ku li ser gelê Kurd tê sepandin dikin. Piştî sala 1999’an di şexsê Birêz Ocalan de ev polîtîkaya tecrîdê bi awayekî fîzîkî dewam dike. Ev 100 sal in gelê Kurd li Rojhilata Navîn ji ziman û çanda xwe bêpar maye, bi komkujiyan re rû bi rû maye û tê tecrîd kirin. Îro jî di şexsê Birêz Ocalan de li hemû qadên jiyanê tecrîdek fîzîkî tê pêk anîn.”

Polat, anî ziman ku ji sala 2015’an û vir ve ji ber polîtîkayên dewletê yên zextê û zorê di qada civakî de paşveçûnek heye û wiha domand: “Divê saziyên mafparêz, saziyên hiqûqî, mûxalîf û siyaseta demokratîk hemû li ser vê bifikirin. Desthilatdarî di vê pêvajoyê de bi polîtîkayên darizandin, girtîgeh, êşkence û mirinan hewl dide her kes bêdeng bike. Divê rêxistin û sazî di ferqa misyonên xwe de bin. Bi taybetî divê hemû saziyên maf û hiqûqê bi taybetî baroyên ku pêşengiyê dikin, grevên birçîbûnê yên li girtîgehan hatine destpê kirin ji nêz ve bişopînin, daxwaza wan a rewa bi raya giştî re parve bikin û desthilatdariyê vexwînin pêkanîna hiqûqên xwe. Ji ber ku grevên birçîbûnê tenê ji aliyê hiqûqî û siyasî ve ne divê di aliyê wê ya exlaqî de jî bê nirxandin. Grevên birçîbûnê ji bo desthilatdariyê peyamek e, vexwendina sînor û pîvanên exlaqiye. Divê dewlet qanûn û hiqûqên girêdayî wê ye, pêk bîne.”