12 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Polîsan cilê gelêrî ‘binçav’ kirin

Polîsan mirovê ku ew bi cilên gelêrî binçav kiribûn, serbest berdan, lê cilê wî yên gelêrî desteser kirin.

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Qersê mîtîng li dar xistibû. Beriya mîtîngê polîsan ciwanên bi navê C.Ş û V.Ş ku bi cil û bergên netewî xwestin têkevin qada mîtîngê, li noxteya lêgerînê binçav kirin. Lê piştre jiber ku temenê C.Ş zarok bû, ew birin Şaxa Zarokan û V.Ş jî birin Midûriyeta Polîsan a Bajêr.

Polîsan piştî lêpirsînê, C.Ş. û V.Ş serbest berdan, lê şal û şapikên wan ên gelerî di bin çavan de hiştin û desteser kirin. Polîsan ciwan berdan, lê cilê wan desteser kirin û nedan wan.