1 Haziran, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Eren Keskîn û 12 beşdarên çalakiya Dayikên Şemiyê hatin binçavkirin

Dema Dayikên Şemiyê dîsa xwestin li Qada Galatasarayê daxuyaniyê bidin, polîsan êrîşî dayikan kir û 12 kes binçav kirin.

Dayikên Şemiyê di hefteya 942’yemîn a çalakiya xwe de bi daxwaza li aqûbeta xizmên xwe yên winda bipirsin û darizandina kujeran xwestin li Qada Galatasarayê daxuyaniyê bidin. Tevî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) jî li qadê dorpêça polîsan berdewam kir. Lê belê beriya çalakiya dayikan polîsan qada çalakiyê bi wesayîtên zirxî dorpêç kirin û daxuyaniyê asteng kirin.

Polîsan nehiştin dayikên li Qada Galatasarayê hatin cem hev daxuyaniyê bidin û piştre 12 kes kirinbinçavan.

Kêliya ku polîsan mirovên şemiyê li wesayîta binçavkirinê siwar kirin, wêneyên windayan nîşan dan û îşareta serkeftinê kirin.

Navên kesên hatine binçavkirin wiha ne: Seroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê Gulseren Yolerî, Serokê Giştî yê Basin-Îşê Farûk Eren, dayik ango mirovên şemiyê Hanim Tosun, Hanîfe Yildiz, Alî Ocak, Besna Tosûn, Mîkaîl Kirbayir, Jiyan Tosûn, Îrfan Bîlgin, Hasan Karakoç, Kenan Yildizerler û Zekîne Turkerî.

Eren Keskîn jî hatiye binçavkirin

Ji aliyekî din ve Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku ew li Balafirgeha Sabîha Gokçen a Stenbolê ji aliyê polîsan ve hatiye binçavkirin.  Eren Keskîn hefteya bihûrî roja şemiyê li gel Dayikên Şemiyê li Qada Galatasarayê hatibû binçavkirin û piştre hatibû berdan.