17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Polîsan gefa binçavkirinê li rojnamegeran xwar

Rojnamegerên ku çalakiya malbata Şenyaşar ya ji bo edaletê dişopandin, bi gefa binçavkirinê ya polîsan re rû bir û man

Emîne Şenyaşar û lawê xwe Parlamneterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar di roja 29’emîn de li ber Wezareta Dadê têkoşîna xwe ya Nobeda Edaletê didomînin. Dayik û law ji deriyê Meclisê yê Dîkmenê xwestin heta Wezareta Dadê bimeşin. Polîsên trafîkê bi hinceta ku konvoya Serokkomar derbas dibe wan da rawestandin.

Ferît Şenyaşar kêliya ku protokol derbas dibû bertek nîşanî wan rayedaran da û got: “Vê malbatê bibînin, vê malbata li edaletê digere bibînin. Hûn neçarin vê malbata ku li edaletê digere bibînin.” Piştî konvoy ango protokol derbas bû hê destûr hat dayîn ku malbat derbasî ber wezaretê bibe.

Êrîşî rojnamegeran kirin

Nûçegihanên me û Arti TV’yê yên ku çalakiyê dişopandin, ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Polîsan li rojnamevanan da û kameramanê Arti TV daf dan ser rêya wesayîtan. Polîsan bi îdiaya ku rojnamevan dîmen û wêneyên wan digirin, gefa binçavkirinê li wan xwarin.

Emîne Şenyaşar bertek nîşanî polîsan da

Emîne Şenyaşar bertek nîşanî astengkirin û êrişa li dijî rojnamevanan da û got: “Yên ku sûc dikin nagirin. Yên ku li edaletê digerin, yên alîkariya me dikin digirin. Ka edalet? Ka malbata min? Bila qesasên me bên darizandin. Bila Fadilê min were berdan.”