18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Polîsan li Enqerê 20 kes binçav kirin

Li Enqerê, polîsan bi ser malan de girt û parêzerên endamên ÇHD’ê jî di nav de herî kêm 20 kes binçav kirin.

Li Enqereyê, di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve hat destpêkirin de polîsan di saetên serê sibehê de bi ser gelek malan de girtin. Polîsan di serdegirtinên malan de Seroka Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) a Enqereyê Bîlgî Topçû û endamên Komeleyê Ceren Yilmaz û Fatîh Gokçe jî di nav de herî kêm 20 kes binçav kirin.

Sedema binçavkirin ango lêpirsînê nehat zanîn û binçavkiriyan birin Midûriyeta Polîsan a Enqerê.