3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Polîsan li Licê zarokekî 14 salî işkence kirin

Li gorî nûçeyeke ajansa Mezopotamyayê zarokekî 14 salî li navçeya Liceyê dema bi hevalekî xwe re vedigeriya malê ji aliyê polîsan ve hate sekinandin, birine cihekî tena û derbkirine. Polîsan li zarok ferz kiriye ku bêje ez tirkim, dev, dest û lingên wî girêdan û ew avêtin nava çirava çem

Li navçeya Licê ya Amedê zarokê bi navê Y.D. (14) duh bi şev dema bi hevalê xwe yê 10 salî vedigeriya malê ji aliyê polîsan ve hate sekinandin, dû re hate revandin û îşkencekirin. Zarokê bê sedem revandin ewilî birin zeviyeke tena ya li ser rêya gund. Dû re polîsan li Y.D. ferz kirin ku bêje tirk e û bi gotina “Xebera bêje kurdan, sirûda Îstîklalê bixwîne” li wî dan. Polîsan dev, dest û lingên zarokê ku bi îşkenceyê anîn ber mirinê girêdan û danîn nav çirava li kêleka çem. Zarokê ku di tariya şevê de gundiyek pê hesiya û ew rakirin nexweşxaneyê, xetereya wî ku çavekî xwe winda bike heye.

 ‘Dest û lingên min girêdan’

Y.D. ku anî ziman çar polîsan ew îşkence kiriye wiha got: “Ez birim cihekî tena. Gotin ‘bêje ku ez tirk im.’ Bi qontaxa çekê li min xistin, pişt re jî dest û lingên min girêdan. Dû re jî ez avêtim çalekê.”

‘Bêje tirk im û xebera bêje kurdan’

Parêzerê malbatê Ramazan Karaalp, tiştên bi serê Y.D. hatin wiha vegotin: “Zarok li navenda navçeya Licê dijî. Dema êvarî bi hevalekî xwe re vedigere malê polîs wî disekinînin. Hevalê wî yê 10 salî berdidin û wî dibin cihekî tena. Bi qontaxa çekan lê didin. Hem li zarok dixin hem jî her tim jê dixwazin ku bêje ‘ez tirk im û xebera bêje kurdan’.

Gef lê hatin xwarin

Piştî ku zarok van nake jê dixwazin Sirûda Îstîklalê ji ber bike. Jê re dibêjin heke tu ji ber nekî ‘Em ê werin te bikujin’. Pişt re diavêjin nav çirava kêleka çem ê di nav navçeyê re derbas dibe. Bi awayekî dev, dest û lingên wî girêdayî li wir dihêlin. Gundiyekî ku li sewalên xwe yên li govê dinêrî dengê wî dibihîze. Mirovî gundî wî zarokî dibe nexweşxaneyê. Zarokê ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Licê rapora lêdanê didine sewqî Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcle tê kirin. Zarok niha li nexweşxaneyê tê dermankirin û xetereya ku çavê xwe yê rastê winda bike heye. Ji çavê wî xwîn tê û nikare çavê xwe veke.”