4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Polîsan nûçegîhanê MA’yê Altintaş derb kirin

Polîsan nûçegîhanê MA’yê Mahmut Altintaş, dema derxistin edliyeyê derb kirin. 5 polîsan êrîşî Altintaş kirin û lêvê wî teqandin.

Polîsan serê sibê Nuçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Mahmut Altintaş, li Semsûrê binçav kirin. Polîsan bi hinceta ku Altintaş nûçeyên xwe li ser hesabê twîtterê parve kirine, bi angaşta “Propaganda rêxistinê kiriye” ew serê sibê binçav kirin û birin Midûriyeta Polîsan a Semsûrê. Piştî lêpirsîna li Midûriyeta Polîsan, polîsan Altintaş sewqî edliyeyê kir. Dema Altintaş derxistin edliyê, 5 polîsan êrîşî Altintaş kir û ew derb kirin. Polîsan di ketina edliyeyê de xwestin ku Altintaş serê xwe bitewîne. Lê ji ber ku Altintaş serê xwe netewand, 5 polis li ser serê wî kom bûn û ew derb kirin. Polîsan lêvê Altintaş teqandin û li ser daxwaza parêzerên wî, ew sewqî nexweşxaneyê kirin.