2 Temmuz, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Prof. Aûernheîmer: Li gorî standartên navneteweyî tecrîd îşkence ye

Profesor Georg Aûernheîmer got ku li gorî standartên navneteweyî tecrîda li ser Abdullah Ocalan îşkence ye û ’Weke pêngava yekem hewce ye Ocalan serbest were berdan.’’

Profesor Georg Aûernheîmer Aûernheîmer destnîşan kir ku hewce ye dewleta tirk vegere ser maseya muzakereyê û got: ‘’Weke pêngava yekem hewce ye Ocalan serbest were berdan.’’

Nêzîkî 4 salan e ku ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tu agahî nayê standin. Li hemberî tecrîda li Îmraliyê  saziyên rayedar û bi taybet jî Komîteya Pêşîlêgirtina îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) bêdeng in.

Pedegogê Elman Profesor Georg Aûernheîmer ku heya teqawîd dibe, li Fakulteya Zanistên Mirovî ya Zanîngeha Kolnê weke Profesorê Perwerdeya Navçandî kar dikir, merheleya tecrîda li Îmraliyê weke ‘’îşkenceyê’ pênase kir. Georg Aûernheîmer da zanîn ku tecrîda mutleq a li Îmraliyê  ‘Bi tu awayî nayê rewakirin û got ku hewce ye Rêberê Gelê Kurd serbest were berdan’.

Pêngava yekem divê Abdullah Ocalan were berdan

Aûernheîmer anî ziman ku gelek serlêdanên ji bo hevdîtina bi Rêberê PKK’ê re hatin redkirin, yan jî bêbersiv hatin hiştin û got, “Dadgeriya tirk bi dehan sal in Abdullah Ocalan di hucreyê de radigire, li gorî pîvanên navnavneteweyî ev yek êşkence ye û nayê qebûlkirin. Bi qasî ku zanim Ocalan alîgirê wê yekê ye ku di navbera Kurdan û Tirkan de aştî pêk were. Lê belê Ocalan hîn jî piştgirî bida têkoşîna leşkerî ji bo mafên gelê Kurd, dîsa jî girtina wî neheqî bû.”

Prof. Aûernheîmer diyar kir ku divê tecrîd bê bidawîkirin û danûstandinên di salên 2013-2015’an de bi bîr xist. Auernheimer diyar kir ku divê Tirkiye li rêya danûstandinan vegere û weke gava destpêkê jî divê azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan misoger bike. Prof Georg Aûernheîmer got, “Rejîma heyî ya Tirkiyeyê, divê li rêya danûstandinê ya beriya bi salan bi nûnerên Kurdan re kir, vegere. Gava vê ya destpêkê jî berdana Abdullah Ocalan e.”