12 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Prof. Peach: Pêngava azadiya Ocalan sînor derbas kirine

Prof. Norman Peach têkildarî pêngava ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan diyar kir ku lixwedîderketina pêngavê nîşan dide ku êdî pêngav bûye navneteweyî û sînorê Kurdistanê derbas kiriye.

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 25 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di yek hucreyê detê girtin. 34 meh in bi tu awayî agahî ji Ocalan nayê girtin. Parêzer û malbat nikarin biçin Îmraliyê û nikarin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin. Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û azadiya Ocalan dostên kurdan di 10’ê Cotmeha 2023`yan de li 74 navendên cîhanê pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” dan destpêkirin. Prof. Norman Peach jî ku tev li pêngavê bûye, têkildarî rewşa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û pêngavê ji nûçegîhana ANHA`yê Cîhan Bîlgîn re axivî.

`Şer bi muzakereyan bi dawî dibe`

Norman Peach diyar kir ku wî di sala 1996`an yekem car li Şamê bi Rêber Abdullah Ocalan re nîqaş kiriye û got: “Wê demê me bi Abdullah Ocalan re Konfederalîzma Demokratîk nîqaş kir. Bingeha feraseta Abdullah Ocalan ew e ku şer bi şer naqede, tenê bi muzakereyê dikare bi dawî bibe. Ji bo jiyanê rizgar bike û şertên aşitiyê bi dan û standinan bike wê di şerên Ukrayna û Filistînê de jî bixwesta agirbestêk pêk werê.”

‘Tirkiye Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê binpê dike’

Pisporê hiqûqa navneteweyî Norman Peach diyar kir ku şert û mercên Îmraliyê yên dijî Rêber Abdullah Ocalan, qedexekirina hevdîtina malbat û parêzeran û “cezayên dîsîplînê” yên bêyî hincet li dijî hiqûqê ne. Peach da zanîn ku divê dewletên Ewropayê ji bo şopandina vê bêhiqûqiyê bikevin nava tevgerê û wiha got: “Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê di 10 salên dawî de 3 caran darizandin û cezayên li dijî Abdullah Ocalan weke neheqî, şert û mercên girtîgehê weke binpêkirin şermezar kir. Dadgehê dît ku dewleta tirk aşkera xalên 5 û 6 ên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê binpê kirine. Mixabin îmkana pêkanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a YE`yê tune ye. Ji bo vê yekê, divê dewletên Ewropî gavên ku heya niha neavetine biavejin.”

‘Pêngav berxwedanek navneteweyî ye’

Norman Peach destnîşan kir ku pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” di asta navneteweyî de berxwedana dijî tecrîdê û hiqûqa navneteweyî nîşan dide. Peach wiha dewam kir: “Pêngav dide xuyakirin ku êdî Abdullah Ocalan li derveyî sînorên Kurdistanê li cîhanê tê naskirin û li dijî berjewendiyên siyasî yên dewletên derdora Tirkiyeyê tê parastin. Ev pêngav dikare berxwedanê xurttir bike û hewldanên dewleta Tirk ên ji bo dûrxistina vê meseleya nerewa ji raya giştî vala derxe.”

‘Li hemû welatên ewropa piştgiriyek mezin heye’

Prof. Norman Peach anî ziman ku divê hemû welatên Ewropayê, ji bo rêgezên serdestiya hiqûqê yên ku pê ve girêdayî ne, bi cih bînin, mudaxeleyî pêkanînên Îmraliyê bikin û got: “Ji bo rakirina tecrîdê û serbestberdana Abdullan Ocalan bi tevlêbûna vê pêngavê re dîsa hat dîtin ku hema hema li hemû dewletên Ewropayê destekeke berfireh heye. Li tu cihî pejirandinek ji binpêkirinên wiha yên giran a hiqûqê re tune ye. Ji ber ku hemû dewletên Ewropayê di destûrên xwe de bi van rêgezan tev digerin, divê bi awayekî cidî mudaxeleyî hikumeta Tirkiyeyê bikin û li ser bicihanîna van rêgezan israr bikin.”

‘Dewlet polîtîkayên dualî dimeşînin’

Norman Peach destnîşan kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan divê her kes bikeve tevgerê û got: “Ji bo ku gavên cidî li dijî dewleta tirk bên avêtin. Divê welatî bang li hikûmetên xwe bikin û wan teşwîq bikin ku bi lez yasa, pîvan û rêgezên civakên xwe bicihbînin û ji bo daxwazên wê ji hevalbendên xwe yên nêzîk bikin her tiştî bikin. Li pêşiya ragihandinê ji bo pêkanîna rêgezan sond dixwûn lê dijî vê polîtîkayên dualî didin meşandin. Divê dawî li vê bînin.”

Norman Peach kî ye?

Norman Peach mamosteyê rûmetê yê Zanîngeha Hamburgê ye, parlamenterê berê û pisporê hiqûqa navneteweyî ye. Di 12’ê Nîsana 1938’an de li bajarê Bremerhaven ê Almanyayê hatiye dinê. Peach li Wezareta Federal a Hevkariya Aboriyê li Bonn dest bi kariyera xwe kir. Li Navenda Lêkolînê ya Federasyona Zanistên Alman li Hamburgê karê xwe yê lêkolînerî berdewam kir. Peach di sala 1975′an de li zanîngeha Hamburgê bû profesorê zanistên siyasî û paşê li Zanîngeha Hamburgê ya Aborî û Siyasetê mamostetiya hiqûqa giştî kir. 9 salan serokatiya Komeleya Hiqûqnasên Demokratîk kir. Peach endamê Lijneya Şêwirmendiya Zanistî ya ATTAC, IALANA û IPPNW ye. Peach di navbera salên 2005 û 2009`an de li Parlamentoya Almanyayê parlementer bû û berdevka karên derve ya Die Linke (Partiya Çep) bû. Wî bi piranî li ser hiqûqa navneteweyî gotar û pirtûk nivîsandin.